zazaki.net
20 Nîsane 2024 Şeme

Munzur Çem / Nuştox

Kurdên Kirmanc (Kird, Dimilî, Zaza)

08 Tebaxe 2011 Dişeme 00:56

Di Warê Nasnameya Etnîkî û Berxwedanê de Kurdên Kirmanc (Kird, Dimilî, Zaza)

 

Kurdên ku kirmanckî (zazaki) diaxifin, li bakûrê Kurdistanê dijîn. Ji ber ku di resmîyetê de qedexe ye, wek temamîya kurdan, li ser hejmara kurdên kirmanc (zaza) jî îstatîstîkên ku meriv pê bawer be tunene. Lê dîsa jî meriv dikare li ser hejmara vê grupê texmînî hinek tiştan bibêje. Li gor qenaeta min hejmara kurdên ku kirmanckî (zazakî) diaxifin digihîje 3-3,5 mîlyonan.

Herêmên ku kirmanc (zaza) tê de dijîn; Çewlig (Bingöl), Dêrsim (Tunceli), Erzingan (Erzincan), Erzirom (Erzurum), Barbut (Bayburt), Qers (Kars), Mûş, Xarpêt (Elazığ), Diyarbekir, Ruha (Urfa), Semsûr (Adıyaman), Bedlîs (Bitlis) û Sêrt (Siirt) e. Dîsa, li hinek bajarên Tirkîyê, wek Qeyserî (Kayseri), Nigde, Gümüşhane û Sêvazê (Sivas) ji mensûbên ve grûpê hene. Di van herêman de kirmanc tenê li Dêrsim (Tuncelî) û Çewlig (Bîngöl) ê piranî ne, li cîyên din ji kurmancan kêmtir in.

Kurdên ku lehça wan kirmanckî (zazakî) ye, ji alîyê olperestîyê de jî du beş in: Misilman û Elewî yan jî Kizilbaş. Meriv ku riya ototmobîlê ya Xarpêt û Mûşê esas bigire, başûrê wê xetê misilman, bi gotina xelkê "sunî", bakurê wê jî elewî ne. Yek îstîsna Bongulan (Solexan) a Çewlîgê ye. Qismek ji vê qezayê li bakûrê xetê ye û sunî ye.

Wek ku tê zanîn, herêma ku kirmanc (zaza) tê de dijîn bêtir çîyayî ye. Ji bo jîyanê şertên tebîetê gelek giran in. Di alîyê din de, dema osmanîyan bidin alîyekî, di dema Komara Tirkîyê de li herêma kirmancan (zazayan) serhildanên mezin pêk hatine û ev jî bûye sebeba teroreke mezin, cîh û warên wan ji alîyê hêzên dewletê ve hatine şewitandin, hatine talan û wêran kirin û xelkê heremê bi nefîyên mezin ra rû bî rû maye. Wan şertên wisa jî birçîtî, belengazî û koçberî bi xwe re anîne.

Kurdên ku bi kirmanckî (zazakî) diaxifin, li her herêmê, xwe bi eynî navî bi nav nakin; cuda-cuda navên etnîkî didin xwe û zimanê xwe: kirmanc, kird, dimilî û zaza.

Çiqas kurdên ku ji xwe ra kirmanc û kird dibêjin, hejmara wan ji mensubên her du grupên din gelek zêdetir e jî, kesên bîyanî, ji wan ra zaza, dereca dudiyan de jî dimilî dibêjîn. Dîsa kurdên ku bi kurmancî diaxifin, ew jî van her du navan (zaza û dimilî) bi kar tînin.

Mensubên vê grupê, yanê kirmanc (zaza), lehceya xwe jî li gor nasnameya etnîkî, bi navên cuda bi nav dikin: kirmanckî, kirdkî, dimilkî, zazakî.

Çiqas ku niha rewş hatiye guhartin û ciwan ji xwe re zaza dibêjîn jî, dêrsimî ji vî navê "zaza" hez nakin.

Çiqas ku niha rewş hatiye guhartin û ciwan ji xwe re zaza dibêjîn jî, dêrsimî ji vî navê "zaza" hez nakin. Gava ku ji wan re "zaza" bê gotin, hema qet dudil nabin û dibêjin: "Em zaza nînin, em kirmanc in, zimanê me kirmanckî ye". Dêrsîmî peyva "zaza" piçûk dibînin, vê peyvê ji bo kirmancên (zazayên) misilman (sunî) bi kar tînin.

Lê di vê babetê de xaleke giring jî ev e ku, kurdên ku wek kirmanc tên bi nav kirin, bi tenê ne kirmancên (zaza) derdora Dêrsimê ne. Li gelek deveran kurdên ku bi kurmancî û bi soranî diaxifin, jî nasnameya xwe ya etnîkî bi peyva kirmanc îfade dikin. Li hinek herêman jî kirmanc rewşeke sosyolojîk îfade dike. Kesên ku mensubê eşîrê nînin yan jî cotkarên feqîr in, xizmetkar in, ji wan ra kirmanc tê gotin.

Li başûrê Kurdistanê eşîreke êzîdîyan heye û bi kurmancî diaxife, lê navê eşîrê dimîlî ye.

Kirmanc (zaza), ji kurmancan ra kirdas dibêjin ku li gor hinek çavkanîyan ev peyv di mana piçûkkirinê de tê gotin. Lêkolîner Kemal Badillî yek ji wan e. (1)

Ehmedê Xanî, di Mem û Zinê de her du peyvan, yanî kirmanc û kurmanc di eynî manayê de bi kar tîne.

Şaîr û dîroknasa bi nav û deng Mestûre Xanima Erdelanî, di pirtûka xwe Tarîxa Kurdistanê de peyva kirmanc wek kirmaç dinivîse.

Di vê xalê de tiştekî pir balkêş jî ev e ku ew 4 navên ku li herêmên cuda kurdên kirmanc (zaza) li xwe dikin, navên nû yan jî navên çêkirî nînin. Ew her çar nav jî xwedî bingeh û dîrokeke kevin in. Ji ber ku çîroka wan piçek dûr û dirêj e, ez naxwazim di vê maqaleyê de yek û yek li ser bisekinim.

Zîya Gokalp ku eslê wî kurd e, ji bo kurdên zaza bi kurtahî weha dibêje: "... Ew ji xwe re kirt dibêjîn , ji kurmancan re jî kürdasî yan jî kirdasî dibêjîn..." (2)

Hinek kesên biyanî yên ku li ser zimanê kurdî lêkolîn çêkirine, wek Karl Hadank û Arthur Christiansen îdîa kirine û gotine ku dimilî û goran di eslê xwe de ne kurd in, ew deylemîyên ku ji başûrê rojavayê Deryaya Xezarê hatine, ev in. Li gor îddîaya Christiansen peyva dimilî, piştî cih guhartina hinek herfan ji peyva deylemê peyda bûye.

Li gor dîtîna min ev dîtin ji du alîyan ve bêbingeh e:

1) Xwedîyên vê dîtinê, navên din ên ku ev grup xwe pê dide nasîn (kirmanc, kird, zaza) ku di pratîkê de ji dimilî firehtirin, ji ber çavan dûr xistine, bi tenê peyva dimilî ji teza xwe ra kirine bingeh.

2) Dîsa wan nivîskaran, nêzikî 20 varyantên peyva dimilî yên ku di zimanê me de dijîn, danê alîyekî, teza xwe li ser varyanteke dimilî formule kirine.

Nivîskarê kurd Mamîsanij li ser vê babetê disekine û weha dibêje:

"... Ew kesên ku îddîa dikin û dibêjin ku dimilî ji gotina deylemê peyda bûye, peyva dunbulî çi ye, çi tişt e nikarin îzah bikin. Bi qenaeta min peyva dimilî ji guhartina dunbulî yan jî dunbelî peyda bûye." (3)

3. Dîsa xwedîyên vê dîtinê, di der heqê peydabûna peyva dimilî de dîtinên din ên ku hene, negirtine ber çavan.

Di alîyê din de, îro gelek kes hene ku gotina "zazakî ne kurdî ye" bi armancên polîtîk bi kar tînin. Xwedîyên vê îddîayê, bixwazin nexwazin, ziman dikin tenê krîtera miletbûnê. Yanî meriv gava ku li tezên wan dinêre, bi rehetî dibîne ku esasê dîtina wan ev e: "zazakî ne kurdî ye û loma zaza jî ne kurd in." Gava ku armancên polîtîk bi vê toreyê ketin rojevê, cuda fikirîn, lêkolîn û niqaşkirin ji holê radibe û dogmatîzm şûna wan digire. Îro di civaka me de hin kes hene ku di jîyana xwe de paragrafeke kirmanckî (zazakî) nexwendine û nenivîsandine, lê dîsa jî wek zanayên pirsê gotinan dikin.

Şik tuneye ku ziman di miletbûnê de krîtereke bingehî ye, lê ev krîter tenê bi serê xwe têrê nake. Gere ev û hin kriterên din bi hev re bin ku meriv bêje "falan grûp yek milet in!" yan jî "na".
Wekî din gere meriv bêje "ziman yek e, netew jî yek e, ziman cuda ye, netewe jîi cuda ye." Lê aşkere ye ku formule kirineke wisa rast nîne, şaş e.

Bi taybetî jî di bin bandora kolonyalîzmê de rewşeke wisa peyda bûye ku neteweyek dikare zimanên cuda qise bike yan jî neteweyên cuda dikarin yek zimanî biaxifin.

Der heqê nasnameya dimilîyan de çend çavkanîyên dîrokî

Gava ku meriv bi çavê dîroknasan li pirsê binêre, bi rehetî dibîne ku nêzikî temamîya çavkanîyên dîrokî nîşan didin ku kirmanc, kird, dimilî û zaza beşekî kurdan in, yanî kurd in. Em ji wan çavkanîyan çendan wek nimûne bidin:

Malmîsanij, der heqê vê babetê de "Yek ji dîroknasên kevintirin ku behsa qebîleya kurd, dinbilî dikin, wek ku em dizanin, Mesudî ye. Li gor agahdarîya Arşak Poladyan, Mesudî (sala 956ê p.z. miriye), dinivîse ku qebîleya Dababile (Dunbilî) li Suriyeyê dicive..." (4)

Dîsa li gor dîroknasan Ereb Îbnul Esîr (1160-1234) û Yaqûtî jî dimilî kurd in. Yaqûtî, di esera xwe Mu`cemu`l Buldan de (Ev eser di sedsala13ê de hatiye nivîsandin), wisa behsa dimilîyan dike:
"Kelayên wan gelek saxlem in. Kelayên Beşnewî, Bohtî û Zewazan bi hevdu ve girêdayî ne. Kurdên ku ji eşîrên dimilîyan in, li ser bilindtirîn çîyayan dimînin..." (5)

Necmeddin Yaqub Fîruzabadî (1329-1414), di ferhenga xwe ya bi nav û deng El Kamusu‘l Muhitê de, der heqê peyva dimilî de dibêje ku "şeklê vê peyvê yê rast dunbul e û ev nav, navê eşîreke kurdan e ku di dema bihurî de li dorûbera Mûsilê civiyaye..." (6)

Gerokê dema osmanîyan ê navdar Evlîya Çelebî, gava ku qala kurdên Çîyayê Bingolê dike wisa dibêje:

"...Xelkê zozanên Bingolê; Zaza, Îzol, Lolo, Haltî, Çevkanî, Sekaxî, Kîkî, Bîsyanî, Murkî, Yezîdî ne, û bi sedan hezar heywanên xwe ve derdikevin ser çîyayê Bingolê, li vê derê jîyaneke teze dijîn, ji bo zozanan bacê didin Wezîrê Erzurumê..." (7)

Ewliya Çelebi gava ku zaraveyên zimanê kurdî rêz dike jî, zazakî dixe cihê yekemîn.

Wek navê kurmancan peyva zaza.

Balkêş e ku peyva zaza wek nasname, li her derê Kurdistanê ji bo eynî grupê nîne. Ev nav, li rojhelat û başûrê Kurdistanê, navê kurdên ku bi kurmancî diaxifin e jî.

Wek nimûne, Muhemmedî Xal, di ferhenga xwe ya ku bi kurdî ye û bi navê Ferhengê Xal da zazakî, di maneya kurmancî de îzah dike. Yanî di Ferhenga Xal da navê lehçeya zazakî, navê lehceya kurmancî ye. Ew ferheng, di 1960ê de li bajarê Silemanîyê, Kurdistana Başûr hatiye çap kirin. (8)

Li Kurdistana rojhelat Muhemmed Teqî Îbrahîmpur jî di destpêka ferhenga xwe ya Farisî-Kurdî de dibêje ku lehçeya Behdînanê ya ku navê xwe ji herêma Behdînanê (Badînan) digire, di nav gel de bi peyva zaza tê bi nav kirin. (9)

Çend sal berê ku ez çûm Kurdistana Başûr, min ev rewş ji hinek rewşenbîrên herêmê pirs kir. Wan jî teyîd kirin ku niha êdî nayê gotin, lê heta 15-20 sal berê zaza navê kurdên ku bi kurmancî dipeyivin, bûye.

Di warê genetîkê de lêgerîneke balkêş
Çend sal berê Max Blank Înstîtuta Leipzigê (bajarekî Almanyayê), Unîversîteya Îlîm û Teknolojîyê ya Norveçê û London HGI DNA Refernece Laboratory, National Blood Service, bi hev re, di warê genetîkê de li ser rewşa kurdan lêkolînek çêkirin.

Piştre jî, lêkolînvan Ivan Nasidze, Dominique Quinque, Murat Öztürk, Nina Bendukidze û Mark Stoneking di maqaleyekê de encama vê lêgerînê da nasîn. Maqale bi navê "mtDNA and Y chromosome Variation in Kurdish Groups" (Di Grupên Kurdan de Guhartina MtDNA û Varyasyonên Kromosoma Yyê) hat amade kirin. Li gor agahdarîyên ku di destpêka maqaleyê de tên dayîn, lekolîn li ser kurdên kurmanc û kirmancên ku di nav sînorên Tirkîyeyê de dijîn û kurdên Gurcistanê ku dîsa bi kurmancî diaxifin û li ser êzîdîyan, hatîye çêkirin. Di beşeke vê maqalê de wisa tê gotin:

"Danêrên ku di destê me de ne, bi wan gava ku meriv grupên kurdan û grupên ewropîyan, grupên kafkas, rojava û Asyaya navîn dide ber hev, dibîne ku hem ji alîyê mtDNA hem jî ji alîyê cromosoma Y yê de, grupên ku kurd jê herî nêziktir in, grupên rojavayê Asyayê; ên jê herî dûrtir in jî grupên Asyaya Navîn in. ... Dîsa netîceya ku me bi dest xistîye, nîşan dide ku, dîtinên ku, koka grupa bi zazakî dipeyivin, bi bakurê Îranê ve girê didin, ew jî rast nînin. Di warê genetikê de ew (grupa ku lehçeya wan zazakî ye, M.Ç.) û grupên kurdan ên din li hev çûne..." (10)

Çend nîşanên dîrokî yên din

"Li gor agahdarîyên Papazyan, kurê Ehmed Xan El Dunbulî Rustem Xanê ku ji kurdên dunbulîyan e, di pirtûkên xwe de "Îşaretu`l Mezahîb" û "Îşaretu`l Edyanê", Ebdurrezaq Îbn Necef Qulî Xan Dunbulî, jî di pîrtûka xwe Tarîxê Denabîl (Tarîxa Dunbulîyan) a ku 1850ê de hatiye çap kirin, ji bo dimilîyan, kurdên dunbulî yên ku bi bawerîya şîîtîyê ve girêdayî ne dibêjîn. (11)

Malmîsanij, di broşûra xwe ya jorîn de, di heqê aynî grupê de, ji Dr. Blau van gotina neqil dike:

"Dunbelî...qebîleyeke kurdan e ku îro ji taîfeya kizilbaşan tên hesibandin. Hemû bi tirkî qise dikin... Li wîlayeta Xoyê dijîn." (12)

V.F. Minorski yê ku wek bavê kurdolojîyê tê nasîn, li hember dîtinên ku kirmancan (zazayan) kurd nahesibînin, derdikeve û gelek eşkere ronî dike û dibêje ku ew kurd in û wan bi şiklekî din bi nav kirin ne rast e. (13)

Dîsa kurdologê bi nav û deng Bazil Nikitin jî, gava ku behsa kurdên dor û bera Xarpêtê dike, weha dinivîse;

"... Hewce ye ku meriv bêje ku li wîlayeta Xarpêtê, li herêma Dêrsîmê gelek kurd dijîn û di nav her du beşên Firatê yên jorîn de, li gor gelên din 8 caran zêdetir in. Ew kurd lehçeyeke cuda (zazakî) diaxifin û girêdayîyê mezhebeke din (Ali Îlahî) in. Lê çi heye ku ji ber vê sebebê meriv nikare van ji komela kurdan cuda bike." (14)

Kesên ku li ser ve babetê disekinin, ji wan yek jî rojhelatzan E. B. Soane e. Di derheqê kirmancan (zazayan) de E. B. Soane weha dibêje:
"..Zazayên ku li der û dora Diyarbekir û Erzinganê dijîn, şik tune ku kurd in. Ew kurdên ku bi piranî li herêmên çîyayî dijîn, bi cesûrbûna xwe tên nas kirin. Serê wan gulover û hestîyên wan mezin in. Ev lehçe li mukrî û lehçeyên din neçûye." (15)

Mehmet Ali Ünal, profesorekî tirk e ku dokumentên osmanîyan ên sedsala 16ê esas girtîye û li ser Dêrsimê (Sencaqa Çemîşgezekê) pirtûkek nivîsandîye. Prof. Dr. Ünal, di pirtûka xwe de navên hin grupên kurdan ên wê demê dide. Li gor agahdarîya wî, di Defterên Tehrîrê de behsa 17 grupên kurdan ên nekoçber tê kirin û navên wan tên nivîsandin. Di nav van grupan de "Ekradı Dımıli", „Ekradı Disimlü" ji derbas dibe.

Di vir de tiştê ku herî zêdetir me elaqadar dike, wek kurd binavkirina dimilîyan e. Dîsa "Ekradı Disimlü" jî navê grupeke eşirên Dêrsimê ye. Di nav xelkê de eşîrên mensubê vê grûpê "Eşîrên Dêrsimî" ne. Ew grûp li rojhelata Dêrsimê dijîn û lehceya wan jî kirmanckî (zazakî) ye.

Di dokumentên osmanîyan de jî kurdên ku kirmanckî (zazakî) diaxifin, li dervayî "ekrad" yanî "kurdan" bi peyvek din nayên bi nav kirin. Bi gotineke din, osmanîyan gava ku behsa nasnemaya wan a etnîkî kirîye, her tim gotine ekrad. Wek tê zanîn ekrad bi erebî pirhejmara peyva kurd e.

Em bibêjîn ku padîşahê Romê (Osmanî), 29ê çileya 1782yê der heqê cezakirina kurdên Dêrsimê de fermanek derxistiye. Di vê fermanê de "Ekradı Şey Hasanlu ve Dersimlü ve Güvanlü" tê gotin. (16)

Çend îstîsnayan ku meriv bide alîyekî, wek arşîvên ereb û farisan, di arşîvên Ewropa û Rûsyayê de jî kurdên ku kirmanckî (zazakî) qise dikin, her tim wek kurd cîh digirin. Wek nimûne, rapora ku di 1863yê de bi navê Kurdên Dêrsimê li ser dêrsimîyan hatiye amade kirin û di arşîva Çarîtîyê da ye, cî dide 5 grupên kurdan. Ew grûp; Dêrsimî, Balabanî, Çarakî, Şeyh Hasanî û Kureşî ne û hemu jî bi kirmanckî diaxifin.

Li alîyê din di arşîvan de wek herêm jî navê Dêrsimê Kurdistan e. Li gor agahdarîyên Şerefnameyê, bi sedan salan gotina Kurdistan tenê ji bo herêma Dêrsimê hatiye bi kar anîn. (17)

Di Têkoşîna Neteweyî ya Kurdan de Rola Kurdên Kirmanc (zaza)

Di vê babetê de niqteya herî muhimtir, xwe ifadekirina vê grupê bixwe ye. Meriv nêrîn û gotinên biyanîyan bide alîyekî, gelo ewên ku kirmanckî an jî zazakî qise dikin di dîrokê da xwe çava bi nav kirine? Wek ku di destpêka nivîse de ji hatiye gotin ev grup di nav civakê de ji xwe re kirmanc, kird, dimilî û zaza dibêjin. Lê gava ku bi zimanên din dîtinên xwe anîne ziman, ji xwe re li dervayî kurd tiştekî din negotine. Di nav kurdên ku kirmanckî diaxifin de, kesên ku xwe kurd, lehçeya xwe jî kurdî nabînîn, cara yekemîn piştî 1980yê derketin holê. Berî vê di dîroka me de nimûneyek jî tuneye.

Dîsa niqteyeke pir giring jî ev e ku helwêsta kirmancan (zazayan) ne tenê ew e ku "ji xwe ra gotine kurd", vê grupê di doza gelê kurd de roleke gelek giring lîstiye. Bi taybetî jî di berxwedana gelê me ya sedsala 20ê de rola wan, di warê kulturî, sosyal û leşkerîyê de gelek giring e.

Mela Ahmedê Xasî sala 1899ê de bi navê Mewludê Kirdî mewludek amade kir. Ji bo çi Xasî ev eser bi zimanê xwe yê dayikê amade kir? Ji ber ku wek kurdekî welatperwer, qiymeta zimanê zikmakî baş dizanî û loma jî ev gava birûmet avêt.

Dezgeha polîtîk a yekemîn a ku kirmancên Dêrsimê tê de cîh girtine, li 16 çileya 1968ê hatiye damezrandin û navê wê jî Xol danîne. Ev komîte, komîteya kurd û ermenîyan bi hev re bû, azadîya her du gelan ji xwe re kiribû armanc ku bavê Seyid Riza, Seyid Îbrahîm jî piştdarê wê bû.

Di sedsala 20ê de dezgeha milî ya yekemîn a ku kurdan bixwe damezrandine Kurdistan Azmî Kavî Cemîyetî ye. Kesên ku ev sazîya milî damezirandin, ji wan yek jî Kurdîzade Ahmet Ramîz bû û lehça wî kirmanckî (zazakî) bû.

Dîsa kurdên ku kirmanckî diaxifin, di Kurd Talebe Hêvî Cemîyetîyê de jî aktîf cîh girtibûn. Wek nimûne; Dr. Fûad, Teyyîb Alî û Şadîyê Paloyî. Ev komel 1912yê de hatibû saz kirin. Ew her sê kurdên welatperwer di 1925ê de li Diyarbekirê hatin bi dar de kirin.

Dr. M. Nurî Dêrsimî di bîranînên xwe de behsa Kurdistan Muhîban Cemîyetî dike. Wek sazger navên ku Dêrsimî dinivîse, nîşan didin ku ev sazî jî alîyê kurmanc û kirmancên herêmê ve bi hev re hatiye saz kirin.

Operasyonên leşkerî yên ku Împaratorîya Osmanî di destpêka sedsala 20ê de li hemberê dêrsimîyan pêk anîne; kurmanc, kirmanc ferq nake, li dijî hemû kurdên Dêrsimê bûn û gelê herêmê jî bi hev re bersiva wan da.

Gava ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn di 1914ê de dest pê kir, li herêma Bêdlîsê kurd li hemberê osmanîyan rabûn. Ev serhidan jî serhildaneke neteweyî bû û kirmanc û kurmanc bi hev re tê de bûn.
Gelek kesên çavdêr yên dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn, dûr û dirêj behsa helwêsta kurdên Dêrsimê dikin. Wek nimûne, M. Nurî Dêrsimî, generalê tirk Kazim Karabekir (Qumandarê Qolordîya Erzurumê), Walîyê Erzinganê Ali Kemal û nivîskarê tirk Şevket Süreyya Aydemir…

Agahdarîyên van hemûyan nîşan didin ku:

1) Di destpêkê de di navbera kurdên Dêrsimê û leşkerê rûsî de şer dest pê kiriye, lê demek şûn de lihevhatin çêbûye û şer hatiye sekinandin .

2) Dêrsimî gelek eşkere nîşan dan ku ew bandora osmanîyan naxwazin, dixwazin hikûmeteke kurdan hebe û di bin îdareya kurdan de bijîn. Ji ber vê yekê avêtine ser dezgehên osmanîyan û piranîya wan ji Dêrsimê jî derxistine.

3) Dêrsimî ji bo damezirandina hikûmeteke kurdî bi rûsan re hevdîtin pêk anîne, heta qismek serekeşîran jî, ji bona vê armancê ji Çarê Rusyayê re name nivîsandine û alîkarî xwestine.

Bi taybetî jî General Kazim Karabekir hem der heqê van hevdîtîn û muraceatan de, hem jî li ser têkilîya kurd û tirkan agahdarîyên pir balkêş dide.(17/29)

Ew behsa serekê eşîra Arêzan, Hesen Axayî dike û wisa dibêje:

"Di nîsana 33yê de (1917 M.Ç.) gava ku min avêt ser dijmin (mebesta wî rûs in. M.Ç.), wî got "Em qanûna tirkan nizanin, em li gor qanûna kurdan hereket dikin" û eşîr li hemberî me tahrîk kirin." (18)

Serhildana 1921ê a ku Kurdistaneke azad ji xwe re kiribû armanc; serhildaneke muşterek bû. Mensubên her du grupan; kurmanc û kirmancan, mil bi mil di vê bûyerê de li ber xwe dan..

Piştî damezrandina Komara Tirkîyê, rewşa gelê kurd meriv dikare bêje ku li gor dema osmanîyan xirabtir bû. Siyaseta nîjadperest û qirêj a kemalîstan, bû sebebê alozî û berxwedanên nû. Ji 1925ê heta 1938ê, yanî panzdeh salan, li Kurdistanê rojek bê şer, bê talan û wêran kirin derbas nebû. Di van operasyonan de dagîrker lehçe û bawerîyên dînî dan alîyekî û temamîya kurdan kir hedefa terora xwe.

Qismek ji van bûyeran bi tenê li herêma kurmancan yan jî li ya kirmancan pêk hatin. Ji ber vê yeke jî çend berxwedan tenê yên kirmancan yan jî yên kurmancan bixwe bûn. Di serhildana neteweyî ya 1925ê de kirmanc û kurmancan bi hev re cî girtin, lê kirmanc pirtir bûn. Operasyona dewletê ya 1926ê a ku li başûrê rojavayê Dêrsimê, li der û dora Gelîyê Alî (Ali Bogazî) pêk hat, li dijî kurdên kirmanc (zazayan) bû û serhildêrên vê çalakîyê jî tenê kirmanc bûn. Dîsa operasyona 1930ê a ku li bakûrê rojhilata Dêrsimê, li hêla Plemurîyê û Erzinganê pêk hat, di eynî çarçoveyê de bû.

Serhildana 1926-30ê a ku wek Serhildana Agirîyê tê bi nav kirin, bi tenê ya kurdên kurmanc bû. Jixwe li vê heremê kurdên kirmanc (zaza) najîn.

Di bûyera 1937-38ê de her du grupên kurd jî hedef bûn. Dewletê kurmanc û kirmanc negot, jenosîd li hemberî her du alîyan pêk anî.

Jixwe gava ku meriv li belgeyên dewletê dinêre jî, bi reheti dibîne ku dewletê qet ferq nexistiye navbera her du grupan, wek kurd her du alî jî di eynî dereceyê de ji xwe re kiriye hedef û zulm û neheqî li hemberî her duyan pêk anîye.

Piştî jenosîda Dêsimê, di tevgera rizgarîyê de, kirmanc û kurmanc, kurdên welatperwer bi hev re xebitîne, ji bo lehçeyan tu caran di nav wan de nakokî peyda nebûne. Ew ji bo pêşketina dozê bi hev ra xebîtîne, di dezgeh û sazîyan de bi hev ra cî girtine. Di sala 1959ê de 49 kurdên ku hatin girtin û dadgeh kirin, elewî-sunî, kirmanc-kurmanc hemû bi hev re bûn. Di dema terora cuntaya 1960ê de jî rewş weha bû.

Piştî 1960ê dîsa di tevgera kurdî de vê rewşê devam kir. Bawerîya olî û lehçe çi dibe bila bibe, kurdên welatperwer, di doza gelê xwe de mil bi mil meşîyan. Kurdên ku kirmanckî diaxifin, li ser vî esasî, di dezgehên welatperwer de aktîf xebitîn, heta serokatîya van organîzasyonan kirin. Wek nimûne, Sekreterê Giştî yê PDK (KDP) Sait Elçi û Faik Bucak, Sekreterê Giştî yê PDK-T (TKDP) Sait Kirmızıtoprak, kurdên kirmanc (zaza) bûn.

Komelên ciwanên kurd ên ku di dawîya 1960ê de hatin damezirandin û jê re DDKO: Ocaxên Kulturî yên Soreşgerên Rojhelatê (Devrimci Dogu Kültür Ocaklari) tê gotin, di bin şemsîya xwe de bêyî ferqîya dîn û lehçe, kurdên demokrat û pêşverû kom kiribû.

Îdîaya "zazakî ne kurdî ye, zaza jî kurd nînin" çawa ket rojevê?

Ev gotin, yanê gotina "zazakî ne kurdî ye", "zaza kurd nînin", di dîrokê de cara yekemîn li dor dawîya 1980ê ket rojevê. Wek ku dokument û pratîk jî tîne ber çavan, di dîroka kurdan de û di nav kurdan de berî van salan, meriv rastî gotineke wisa nayê. Ev îdîa heta vê rojê, bi tenê ji alîyê hinek biyanîyan va hatiye îdîa kirin.

Baş e, gelo meriv vê helwêstê çava binirxîne? Bi gotineke din di warê dîrok, etnîsîte û zimanzanîyê de guhartinên çawa çêbûbûn ku gotinên weha ketin rojeva civaka me?

Şik tune ku di van alîyan de qet guhartinek, yan jî çavkanîyeke nû tuneye. Jixwe ew kesên ku di van 25-30 salên dawîyê de îdia dikin ku kirmanckî (zazakî) ne kurdî ye û kirmanc (zaza) jî kurd nînin, heta îro, li ser îdîa û dîtinên xwe lêkolîneke bi rêkûpêk dernexisitine holê, sebebên ku meriv cidî bigire, nedane pêş.

Baş e, eger rastî, yanî çavkanîyek tuneye, em dikarin çawa sebebên vê guhartinê îzah bikin. Bi qenaeta min bo kesên biyanî na, lê ji bo kurdan 2 sebebên vê rewşê yên bingehîn hene:

1) Meriv gava ku li darbeya leşkerî ya 1980ê dinêre, bi rehetî dibîne ku du hedefên wê yên sereke hene. Yek ji van pelixandina hêzên çep û demokratîk, a din jî jiholêrakirina neteweperwerîya gelê kurd e. Mixabin, cunta, li dijî hêzên çep û demokratîk gelek zû bi ser ket, lê kurd wisa nebûn. Hem li derva hem jî li hundirê welêt, berxwedana kurdan berdewam bû, roj bi roj bilind bû û di dawîyê de bû pirseke cîhanî.

Ji alîyê din eger meriv li dijî gelê kurd, polîtîkaya dewletê bi tenê wek zor û şidetê binirxîne, dikeve nav şaşîtîyeke mezin. Şik tune ku ji bo dewletê giringîya propagandaya mêjîşûştinê tu caran ji zor û şidetê kêmtir nebûye û îro jî ne kêmtir e. Heta di rewşa îro da herî girîng e.

Dema ku meriv bi hûrgilî bifikire, dewletê di warê propagandayê de hinek gavên nû avêtin ku ji wan ew her du gelek muhîm in:

2) Heta vê rojê di dokumentên dewletê yên resmî de tu caran qala elewîyan nehatibû kirin. Lê eynî dewletê, li dor nîvê sala 1980ê guhartineke şeklî çêkir û hebûna elewîyan îtîraf kir, lê di çarçoveya "Senteza Tirk-Îslamê" de.

Yanî: "Elewîtî îslam e, lê îslama tirkan e" yan jî "Elewîtî kultura tirkan e û elewî tirk in", bi gotineke din "Elewî ne kurd in, meriv nikare hem elewî û hem jî kurd be".

Bi kurtayî dewletê bi vê polîtîkaya nû xwest ku:

a) Elewîyan bikişîne nav çarçoveya sîstemê, parçe bike, elewîtîyê bihelîne, daxwazên elewîyan pûç bike, bixeripîne.

b) Elewîyan ji kurdan, bi taybetî jî ji doza wan bi dûr xe. Bi vê metodê kurdan parçe bike û hêza wan kem bike.

3) Sebeba duyemîn guhartinên civakî, guhartinên psikolojîk û sosyal bûn.

Di jîyana komelayetîyê de qeydeyek civakî heye; gava ku li ser grupek yan jî civakekê teror û zulim zêde dibe, di vê civakê de tenê dendikên berxedanan hêdî hêdî şîn nabin, pasîfbûyîn û stuxwarî jî derdikeve holê. Di îdeolojî û nasnameyan de guhartin çêdibin. Bi gotineke din, pêlên guhartinên ku di lîteraturê de wek "Sendroma Stockholmê" tên bi nav kirin, bilind dibe.

Bi taybetî jî di nav çep û demokratên Tirkîyê de guhartinên gelek tûj û xwar peyda bûn. Gelek kesên ku bi salan behsa marksîzm-lenînîzmê kiribûn û şoreşa sosyalîzmê dabûn pêşîya xwe, pişta xwe dan dîtînên berê û ketin xizmeta kapitalîzmê. Ên ku berê cûntaya leşkerî bi şev û roj behsa enternasyonalîzmê û biratîya gelan dikirin, dîsa qismek ji wan bûn nasyonalîstên tirkan, ketin nav tora şovenîstîyê.

Di nav wan grupan de grupa herî mezin ya ku îddîa dike ku "zaza ne kurd in", ew kes in yên ku ji grupên çep bi dûr ketine û di valayîyê de mane.

Ji ber ku berê cûntaya 12ê îlonê, di nav tevgera kurd û grupên çep de cudatîyên îdeolojîk gelek tûj bûn; grupên çep neteweperwerîya kurdan bi piranî wek paşverûtîyê li qelem didan, ziman, kultur û nasname muhim nedidîtin. Kurdên ku di nav wan grupan de cî girtibûn, ji têkoşîna milî, ji ziman, kultur û dîroka xwe bi dûr ketibûn. Meriv dikare bêje ku ew hîs di dilê wan de hatibû kuştin.

Gava ku pêrgî rastîya jîyanê hatin û şkestin, bêhêvî man û ji dezgehên xwe yên berê bi dûr ketin, lê nikaribûn di nav tevgera kurdî de jî cî bigirin. Di nav wan da gelek kes hebûn ku biserneketina tevgera xwe ya berê, biberxwedana kurdan ve girêdidan, kurd wek sucdar didîtin. "Zazatî" bi gotineke din gotina "zaza ne kurd in" û "elewî kurd nînin" ji bo wan bû du şemsîyeyên nû.

Ji alîyê din, eşkere ye ku li ser axa Tirkîyeyê kurdbûyin tiştekî hêsan nîne. Kurd, ji ber ku kurd in êşkence, ceza, nefîkirin û qirkirin jî tê de, zulim û neheqîyên mezin dîtine. Bi taybetî jî piştî cuntaya leşkerî ya îlona 1980ê, kurdbûyin û li kurdayetîya xwe xwedî derketin, wek dema destpêka Komarê, yanî dema Mistefa Kemal bûbû sûcekî mezin. Ji ber vê yekê jî, di eynî demê de ji vê nasnameyê revîn û xwe vêşartin jî zêdetir bûbû.

Gotina Dawîyê:

Wek gotina dawîyê, hewce ye ku meriv bi kurtayî behsa çend xalên esasî bike:

1) Li ser gelê me yê ku bi kirmanckî (zazakî) diaxife: Ne li ser nekurdbûna wan, ne jî wek bi kurdî binavkirina lehçeya wan, tiştekî nû tuneye. Ev nirxandin û binavkirina wekî kurd û bi kurdî, bûyereke dîrokî ye, kevin e.

2) Ev binavkirin jî alîye hêzek polîtîk ve nehatiye dayîn, wek ku dokument û berxwedan jî nîşan didin, gelê me bixwe, ev nav li xwe kiriye.

3) Di nav eşîrên kurdan de tevlihevîyeke wisa heye ku meriv nikare axaftevanên her du lehçeyan ji hev du cuda bike. Ji eşîrên me, beşekî gelek mezin, girêdana wan a bi dîn û mezheban cuda ne û dîsa lehçeyên wan jî hevdu nagirin. Eynî eşîr, li herêmekê bi kirmanckî diaxife, li herêma din bi kurmancî; li herêmekê elewî, li herêma din sunî ye.

4) Meriv gava ku li dîrokê dinêre, bi rehetî dibîne ku di komela kurdan de şerê navxoyî cîyekî gelek taybetî digire. Kurdan av, zevî, zozan, tekilîyen eşîrtî, keçrevandin û gelek tiştên din kirine sebeb û şerê hev kirine. Lê di dîroka kurdan de yek nimûne tuneye ku, meriv bêje cudabûna lehçeyan bûye sebebê alozî û şerekî usa.

5) Di dîroka kurdan de nakokîyên ku destê dewletên dagirker tê de ne, beşekî gelek mezin in û ên herî dijwar in.

Îro jî ev polîtîkaya dewletê nehatiye guhartin, berdevam e. Rêjîma Îranê dixwaze ku kakeyîyan (Ehli Heqan), ereb dixwazin kurdên feylî, kakeyî û êzîdîyan ji kurdan bi dûr xin. Ermenistan eynî tiştî ji bo kurdên êzîdî dike. Li Tirkîyeyê jî ev lîstik hem di warê dînî, hem jî yê lehçeyan de di rojevê de ye. Nasyonalîzma tirkan berê bi dehan salan îdîa kir ku kurd tunene, kurdî ne ziman e. Piştra gava dît ku ev sîyaset êdî nameşe, kes bawerîya xwe pê nayîne, wê gavê jî dest bi gotina "zaza û kurd" kir. Di van 25 salên dawîyê de slogan ên wek "Elewîtî Kultura Tirkan e,", "Elewî tirk in" bi gotineke din "kurdên elewî tunene", û "zaza ne kurd in" di propagndaya li dijî kurdan de gotinên sereke ne.

Bê guman kesên ku lehceya wan kirmanckî ye û xwe kurd nahesabînin, meriv nikare bibêje ku ew hemû girêdayî dewletê ne. Nirxandineke wisa rast nîne. Lê divê meriv lîstikên kolonyalîstan jî bibîne. (*)

_____________

(*) Ev nivîs ji malpera rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî hatiye giritin: http://www.lemonde-kurdi.com/nasname-u-herem

(1)            Kemal Badıllı, Türkçe Izahlı Kürtçe Grameri (kurmancca lehçesi), 1965, s.6., Malmisanıj, Kird, Kirmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri, Weşanên Deng , Istanbul, 1996, 8

(2)            Ziya Gökalp, Kürt Aşiretleri Hakkında Sosyolojik Tetkikler, Komal Yayınları, Ankara, 1975, r. 51

(3)            Malmisanıj, Kird, Kirmanc, Dımıli veya Zaza Kürtleri, Deng Yayınları, Istanbul, 1996, r. 34-35

(4)            Malmisanij, b.j. (Berhema li jor), r. 35

(5)            Yaqutî, Mu`cemu`l Buldan, Chapa Mısırê, Cilt 4, r. 415, Kovara Kulturî Vate, 2002, Hûmara 16, r. 49

(6)            Malmisanij, b.j. , r. 36

(7)            Evliya Çelebi Seyahatnamesi M. Zillioglu, Zuhur Danışman Yayınevi, Istanbul, 1973, r. 119, Seyyid Kekil, age. S. 244)

(8)            Malmisanij b.j. , r. 61

(9)            Malmisanij b.j. , r. 61

(10)        Ann. Hum. Genet. 2005 Jul; 69 (Pt 4): 401-12

(11)        Malmisanij, b.j. , r. 37

(12)        Malmisanij, b.j. , r. 44

(13)        V.F. Minorsky, kurdi: Zametki i Vpeçatliniya, 1915, Petrograd, r. 4-5

(14)        B. Nikitine, Kürtler, Örgün Yayınevi, Istanbul, 2008, r. 94-95

(15)        M. Emin Zeki, Kürdistan Tarihi, Beybûn Yayınları, 1992, Ankara, r.157

(16)        Necat Birdogan`dan aktaran Mesut Özcan, Öyküleriyle Dersim Agıtları, Kalan Yayınları, 2002, Istanbul, r. 76)

(17)        Şeref Han, Şerefname, Türkçeye çeviren M. Emin Bozarslan, Deng Yayınları, 1998, Istanbul, r. 145

Kazım Karabekir, Kürt Meselesi, Emre Yayınları, 2004, I

No nuşte 2668 rey wanîyayo
No nuşte hema şîrove nêbîyo.