MELA SELÎM EFENDÎ

MELA SELÎM EFENDÎ
Îsmaîl Heqî Şaweys

Mela Selîm Efendî yek şêxên mezin ên Hîzanê bû, ji ber ku li gor wexta xwe gelek têgihîştî û zana bû lewma jî bibû cihnişînê Şêx Sibxetullahê Hîzanî yê ku di heman demê de şêxê Hîzanê bû jî. Ji ber ku Mela Selîm Efendî doza kurdayetîyê jî dikir û ji bo serxwebûna Kurdistanê hewl dida xwe, lewma jî bi fermanek, ku ji aliyê Siltan Evdilhemîd ve derçûbû, ew û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendîyê Şemzînanî di sala 1894ê Mîladî de surgunê bajarê Medîneya Munewere bûbûn. Dîsa, di heman salê de siltan Evdilhemîd fitnetî û tevlihevîyek xistibû nav ermenan û wan li dijî gelê kurd sor dikir da ku di navbera gelê kurd û ermenan de şer derbikeve û dijberî têkeve nava her du gelan. Bi vî awayî pevçûnê ji alîyê ermenan ve dest pê kir, ku di vê dolabgerandinê de destê emperyalîzma îngilîzan û qeyserê Rûsyayê Çar Nîkolay jî hebû. Ji bilî vana, di heman salê de Hecî Mûsa Begê Hîzanî ji alîyê komeleya TAŞNAQ a ermenan ve hat kuştin. Di netîceya van rûdanên ku me bi kurtahî behsa wan kir de gelek peyayên mezin ên gelê kurd ku xwedî nifûz û şîyan û hêzdar bûn, surgunê Hîcazê bibûn.

Li Hîcazê, li bajarê Medîneya Munewere Mela Selîm Efendî û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendîyê Şemzînanî bi wan giregirên kurdan ên surgubûyî re dicivin. Dîsa, gelek ji wan kurdên ku ji bo hecê çûne Hîcazê jî di wê civînê de amade dibin. Rojeva civîna wan jî bi tevayî li ser meseleya kurdayetîyê û herwiha zordarî û serdestîya hikûmeta Usmanîyan dibe. Û di dawîya civînê de li bajarê Medîneya Munewere ya pîroz, li Merqeda Pêxember (Silavên Xwedê li ser bin) tev ji hev re sond dixwînin ku ji dewleta Usmanîyan cihê bibin û ew bi xwe Kurdistaneka azad ava bikin. Hema li wê derê peymana xwe girê didin, ku vegerin Kurdistanê û her kesek di şûna xwe de têbikoşe da ku gelê kurd ê hejar û bindest ji bin nîrê dagîrkerî û zordarîya dewleta Usmanîyan rizgar bibe.

Di sala 1896an de Siltan Evdilhemîd, Mela Selîm Efendî û Hecî Mûsa Begê Xoytî û Seyîd Evdilqadir Efendîyê Şemzînanî dibexşîne û ligel surgunbûyiyên din ên kurd ji Hîcazê di riya Edremîtê re vedigerine Kurdistanê. Bi vî awayî Mela Selîm Efendî çawa ku vedigere Kurdistanê dest bi propaganda û tevgera rêxistinbûnê dike; li nav kurdên Başqele, Wan, Mûş, Bidlîs û Diyarbekirê digere û di vî warî de bîrûbawerîya xwe belav dike; eşîrên van deveran jî guh didin pend û şîretên Mela Selîm Efendî û bawerîya xwe pê tînin û her wiha ew jî tesdîq dikin ku pêwîst e ew ji bo rizgarbûna xwe bikevin nava xebatê. Ji bilî hin şêxên Qadirî ku çend tiştên sivik ên wek quretî û xweperestîya şêxîtîyê dikirin bahane, ku qaşo Mela Selîm Neqşî ye, yanî ne ji terîqeta (Qadirî) wan e, lewma jî nabe ku ew li dû Xelîfe Mela selîm Efendî bimeşin, lê yên din tev de ji bo serhildana li dijî hikûmeta Usmanîyan xwe amade dikin. Ji van şêxên Qadirî, bi taybetî li Kopê (Bulanık) û Mûşê, Şêx Evdirehîm Taqî alîkarîya Mela Selîm Efendî nake lê berevajî, alîkarîya selteneta Hemîdîye dike.

Li vir tiştekî muhîm jî ev e, ku divêt em behsa wê bikin, dema ku Mela Selîm Efendî mijûlê belavkirina bîrûbawerîya kurdayetîyê û rizgarîya Kurdistanê bibû, Şêx Sibxetulahê Hîzanî ku şêxê Hîzanê û serokê hemî Neqşîbendîyên Kurdistana Tirkiyê bû, îcar dema ku çûbû ser dilovanîya Xwedê, Mela Selîm Efendî xelîfeyê wî bû, lêbelê piştî wefata Şêx Sibxetulah li cihê ku Xelîfe Mela Selîm Efendî bi xwe di şûna wî de rûne, Xwedê jê razî be, li şûna şêx rûnenişt, lêbelê kurekî Şêx Sibxetulah ê bi navê Şabedîn hebû ku hîn dehsalî bû, Xelîfe Mela Selîm Efendî piştî wefata bavê wî rabû ji bo lawik dest bi nîşandana rê û rêzanên serokatîyê kir û ew fêrî zanyarî û sofîtî û îrşada dînî kir û xwest war û baregeha bavê wî bi Şêx Şabedîn şên bike. Di vê navê de Xelîfe Mela Selîm Efendî murîd û sofî jî perwerde dikirin ku divê ew ne bi tenê ji bo xwe bixebitin, belkî zêdetir divê ew xelqê bihêztir bikin û bi hemî şiyana xwe mezinatîya welatperwerîyê bikin û xizmetê ji bo her du dinyayan jî bikin.

Hemî şêxên Kurdistanê vê hengemeya Mela Selîm Efendî qebûl dikirin û pê kêfxweş dibûn û di bîrûbawerîya welatperwerîyê de bi dil û can alikarîya Mela Selîm Efendî dikirin.

Bi vê şêweyê Mela Selîm Efendî di nava piranîya xelqê Kurdistana Tirkiyê de bîrûbawerîya pîroz a kurdayetîyê belav kir û di encama vê xebata wî de bitaybetî di nav kurdên Qaqizman, Qers û Erdexanê de derwêş û murîdên wî zêdetir bûn; gelek mamosta û zana û peyayên têgihîştî yên ji gelê kurd hatin ser bîrûbawerîya Xelîfe Mela Selîm Efendî, dîsa Desteya Ulamayan jî fetwayek derxist, ku li gor şerîetê nabe ku zanayên dîndar ên Kurdistanê xizmet û alîkarîya Împaratorîya Usmanîyan bikin û bitaybetî ev ne tiştekî rast e, ku di bin fermanrewayîya rejîma Usmanîyan de kurd îmamtî û qazîtî û miftîtîyê bikin, çimkî xîlafeta Usmanîyan di elenîya Îslamê û şerîetê de hukmê xwe dimeşîne, ku li hemberî Elewîyan (Mezheba Caferî) helwesteka dişminane wergirtiye û ji bo faydeya îqtîdara xwe dijminatî û dubendîyê êxistiye navbera xelqê misliman.

Di encama vê têkoşîna peyayên zana û têgihîştî yên gelê kurd de û her wiha li ber ronahîya fikrê Mela Selîm Efendî yê bi navê bîrûbawerîya kurdayetîyê, tevger her ku diçû belav dibû. Fikrê wan jî ev bû ku xelqê Kurdistana Tirkiyê yên li her şeş wîlayetan (Erzirom, Xarpêt, Meletî, Diyarbekir, Bidlîs û Wan) rabin serhildanê; xelqê van her şeş herêman bi carekê de dest bibin xwe û bi vî awayî tevgera kurdayetîyê baskên xwe daweşîne û belavtir bibe. Li ser vî esasî Mela Selîm Efendî bi gelek zana, şêx û serokên navçeyan re gotina xwe kiribû yek û bi hev re peyman girê dabûn. Bitaybetî jî di navçeyên Erzirom û Wan û Bidlîsê de ketibûn nav tevgera xebatê. Lêbelê, xwestina wan ev bû ku divê Kurdistn wek Îdareyeka Muxtarî (Otonomî) ji tirkan cihê bibe lê dîsa bi ser Dewleta Usmanî ve be û ji alîyê îdarî ve di bin desthilatîya xîlafeta Usmanî de be.

Hikûmeta Usmanîyan ji ber vê rewşê şepirze bibû û ji bo girtina Mela Selîm Efendî leşker derxist. Axir, di hezîrana sala 1910an de li ser riya Wan-Bidlîsê Mela Selîm Efendî ji alîyê aliyîyeka leşkerên tirkan ve hat girtin. Lêbelê dema ku Şêx Şabedîn bi vê xebera girtina Mela Selîm Efendî hesîya pirr lê giran hat. Bi tevî sed siwarî êrîş bir bi ser serbazên tirk de û bi şerkirinê Mela Selîm Efendî û yên din ji destê tirkan stend. Di encama vê rûdanê de êdî meseleya Kurdistanê eşkera bû û derkete rû; û herwisa di navbera kurd û tirkan de şerî dest pê kir.

Li bajarê Bidlîsê 4 tabûr leşkerên tirk hebûn û di destê wan de ji sîlehên giran 1 batarya topên çiyayî û 12 mîtralyoz hebûn, lêbelê dîsa jî Şêx Şabedîn êrîş bi ser wan de bir û di netîceya vê êrîşê de leşkerên tirk şikiyan; 2 top, 10 mîtralyoz û 300 tifing ketin destê leşkerên kurd û herwiha 320 serbazên tirk jî bi dîlîtî hatin girtin, lê çi heyf ku di wî şerî de 50 şerkerên kurd jî şehîd ketin. Artêşa tirk ya şikestî ber bi Diyarbekirê ve vekişiya û waliyê Bidlîsê jî bi xwe re revandin. Lêbelê di meha tebaxa heman salê (2 meh piştî serketina kurdan) de firqeyek (kolordu) leşker ji bajarê Diyarbekirê ber bi Bidlîsê ji bo êrîşê bi rê ket û di encama vê pevçûnê de artêşa zordar a Usmanîyan bajarê Bidlîsê dîsa dagîr kir, lê çi heye ku di nava vê artêşa Usmanîyan de gelek şerkerên ermen jî hebûn û ji ber ku Usmanîyan hêza ermenan dabûn pêşiya artêşê, lewma jî gelek ji wan hatin kuştin, li beranberî wan jî 20 ji şerkerên kurd hatin şehîdkirin. Lê ev şer bi vî awayî dawî lê nehat, Şêx Şabedîn bi hêza kurd li rojhilatê bajarê Bidlîsê cebhe girêda û leşkerê Usmanîyan vekişand nav şerî, di encamê de careka din artêşa tirk şikand û bajarê Bidlîsê ji destê tirkên dagîrker dubare stend.

Lêbelê, ev cihê xebînetê ye û şayanî nexoşiyê ye ku tirkan gelek carî hîsên dînî di eleyhê gelê kurd de bikar anîbûn û meyla wan vekişandibû bi ser Împeratoriya Usmanîyan ve; ji bo qezenc û menfîeta xwe û her wiha ji bo berdewamîya otorîteya hikûmeta xwe cihêtî û dijberîyên dînî, mezhebî û terîqetî êxistibûn nav xelqê û bi vî awayî gelek ziyan dabû tevgerên kurdayetîyê ku di vî şerî de jî dîsa heman taktîk bikar anî; hikûmeta Usmanîyan çend şêxên ji terîqeta Qadirî bi vî awayî berê wan bada bi alîyê xwe de; hikûmeta Usmanî ji bo feydeya xwe ji şêxên Qadirî yên li qezaya Kefra (qezaya Sêrtê Şêrwan) Şêx Evdilbaqî û Şêx Huseyn Qadirî bikar anîn û wan jî li ser hesabê tirkan îxanetê bi Şêx Şabedîn re kir; ligel leşkerên tirk êrîş birin ser bajarê Bidlîsê. Vêca Şêx Şabedîn ku bajarê Bidlîsê di dest de bû, ji bo ku di nav kurdan de birakujî rûnede; ji bo ku di navbera kurd û kurd de xwîn neyête rêtin, rabû bajarê Bidlîsê di cih de hişt û vekişîya Muksê û di encamê de tirkan bajarê Bidlîsê bi vî awayî cardin dagîr kirin. Lêbelê Mela Selîm Efendî heta bihara sala 1913an jî li mintîqeyê ma, ku herçend hikûmeta Usmanîyan di navenda bajêr de bû lê bes fermanrewayîya wan di nav bajarê Bidlîsê de hebû, hawirdora bajêr bi tevayî di bin hukmê leşkerên kurd de bû.

Dîsa, herçiqas ku di navbera her du hêzên leşkerî (kurd û tirk) de wek ku peymaneka aştîyê hebe jî, lê car bi car di navbera wan de şer derdiket û helbet her du alî jî ji hev gumandar bûn heta 18ê Nîsana sala 1914an ku hikûmeta Usmanîyan ji bajarên Wan, Mûş, Erzirom û Diyarbekirê 3 firqe leşker amade kirin û êrîş bir bi ser Şêx Şabedîn û Mela Selîm Efendiyê Zaza de. Ku di encama şerekî xwînî de birayê Şêx Şabedîn Şêx Mehmeşîrîn Efendî û pismamê wan Seyîd Elî Efendî ji alîyê tirkan ve dîl hatin girtin û li Bidlîsê bi tevî deh kurdên din ve hatin daleqandin û giyanê wan ê pak bo Kurdistanê bû qurban. Ev yek bi Mela Selîm Efendi gelek giran hat û xwest êrîş bibe ser Bidlîsê; ji bo bicihanîna vê armanca xwe bi rastî berendametîya xweşmêranîyê hilda û di navenda bajarê Bidlîsê de Şevbixwînek çêkir ku ev jî wisa çêbû: Mela Selîm Efendî ligel 40 peyayên canfeda bi şev çûn nav bajarê Bidlîsê û şer derxistin. Van 40 qehremanên kurd di pêşengîya Mela Selîm Efendî de li navenda bajarê Bidlîsê li hemberî leşkerên Usmanî 5 saet şer kirin ku di encama şerê wan de 2 qumandanên alayîyê, 5 efser û 140 leşkerên tirk hatin kuştin. Ji ber ku di nav tarîtîya şevê de şer çêdibû piranîya kuştîyên tirk bi guleyên hevûdin hatibûn kuştin. Lêbelê piştî ku roj hilat û ronahî kete rûyê erdê, hîn nuh wan dikarîbû dor li Mela Selîm Efendî û vî 40 qehremanî bigirtana. Axir, di vê dorpêçkirinê de jî pevçûn her berdewam kir û piştî ku 10 qehremanî jîyana xwe feda kir, 20 ji wan çepera dişmin şikandin û derbas bûn çûn, lê Mela Selîm Efendî û 10 lehengî xwe avêtin qonsolosxaneya Rûsyayê ya ku li navenda bajarê Bidlîsê bû û heta bi destpêka cenga cîhanê ya yekem her li wir man. Lêbelê dema ku cenga cîhanê ya yekem dest pê kir, hingê Usmanîyan qonsolosê Rûsyayê dîl kirin û her wiha bi vî awayî Mela Selîm Efendî û ew 10 qehremanên ku pê re bûn jî dîl hatin girtin. Bi tawana kurdayetî û bêdînîtîyê li ber derîyê qonsolosxaneyê hatin dardekirin ku 8 roj cendekên wan di wî halê daleqandî de hatin teşhîrkrin heta ku cesedê Mela Selîm Efendî yê pîroz ji serê wî qetiya û bi vî awayî bû qurbanê rêbaza rizgarîya Kurdistanê.

Mela Selîm Efendî dema ku çû bin sêdarê temenê wî 65 sal bûn. Li ber sêdarê walîyê Bidlîsê jê re dibêje “Te gotibû dê Xwedê me mizafer bike, çima tu bi ser neketî?” Hingê Şêx Selîm Efendî di bersiva xwe de wisa ferman dike: “Belê, Xwedê zafer bexşî me kir. Lê ji ber ku di nava me de xayîn hebûn lewma jî Xwedê ji me stend.” Piştî ku viya dibêje, vêca bi hêrs vedigere bi ser walî de û dibêje “Lê mizgîn li te be!… Ku tu cehenemî yî û cihê te jî dê dojeh be. Çimkî, min mafê xwe bi te da zanîn lê te qebûl nekir…” Dû re wisa dewam dike: “Ma ev mirin ne bi tenê ji bo me ye! Lêbelê hûn dê hem li vê dinê hem jî di qiyametê de rûreş bin! Çimkî hukim û selteneta we durû û hîlebaz û fêlbaz û bêbext e. Hûn dê bi van kirinên xwe heta bi heta neçin serî û helbet dê heq bi ser bikeve.” Mela Selîm Efendî bi vî rengî mezinatîyek ji mezinatîya xweşmêrên gelê kurd dide nîşan û giyanê xwe di riya mafên gelê xwe de di bin sêdarê de dibexşîne.

Mela Selîm Efendî peyayekî gewreyê xweşmêr bû. Peyayekî dîndar û welatperwer bû; zana, şaîr û edîb bû. Bi zimanê Tirkî û Farisî û Erebî dizanî û her wiha şarezayê hemû lehçeyên zimanê xwe bû. Dîwana navdar a Mesnewîya Bixarî bi Kurdîya Kurmancî şerh û tefsîr kiribû. Ji bo îstîqlala Kurdistanê du car çûbû Îstanbolê û çar car jî çûbû Hîcazê. Bi peyayên mezin ên kurd re ku hatibûn surgunkirin û li wan deran zindanî bûn, hevdîtin û guftugo kiribû. Eger meriv rastîyê bibêje, Şêx Şabedîn gelek car li ber Mela Selîm Efendî digere û jê rica dike ku ew li şûna xwe danişe û dev jê berde, jê re dibêje “Em radibin qiyamê lê gundî li dû me nameşin…” Lê Mela Selîm Efendî dev ji dozê bernade û guh nade Şêx Şabedîn. Di nav gelê kurd de her digere û ji xebatê xwe nade alî, ji gefxarin û tehdîdên tirkan jî natirse. Helbet îrşada mîllî û dînî bi hev re dikir û her wext viya digot: “Heta nefesa xwe ya dawîn jî di meseleya dînî û qewmîyetîyê de ez dê ji bo gelê kurd bixebitim û ez dê dev ji doza xwe ber nedim.”

Lêbelê, ev jî pêwîst e ku divê em behsa wê bikin û cihê xebînetê ye, ku hikûmeta Hemîdîye di navçeyên rojhilata Tirkiyê de, ku ew dever Kurdistan e, 24 alayî artêş ji xelqê pêkanîbû da ku tevgera gelê kurd dorpêç bike û perçe-perçe bike û her bi vî awayî ew şîrêza yekîtî û biratî û ahenga rêkûpêkîyê di nav gelê kurd de çênebe; li hemberî selteneta Usmanî hêz û şîyana kurdan saz nebe. Ji bilî vê, Siltan Evdilhemîd van teşkîlatên leşkerî ku ji xelqê kurd pêkanîbû, li hember Qazaqên Rûsyayê jî bikar dianî. Jixwe, di cenga cîhanê ya yekem de sûdeke mezin ji van kurdan wergirt. Lêbelê ev yek ji bo me gelek cihê şermezarîyê ye û gelek fihêt e ku di hemî tevgerên mîllî yên girîng de, ku ji bo serxwebûna xaka pîroz a Kurdistanê û rizgarîya gelê kurd bûn, wan rencxwariya gelê xwe kir; ew 24 alayî leşker qet beşdarî û hevkarîya tevgerên kurdayetîyê nebû, berevajî, ligel tirkan yek bûn yan jî li hemberî rêxistinên rizgarîya netewayetîya kurd bêalî sekinîn.

Şermezarî û rûreşî ji bo wan kesan e ku xiyanetê bi gelê xwe re dikin. Şanazî bo giyanê pak ê Mela Selîm Efendî û hevalên wî ye.

Wergerandina ji Kurdîya Soranî: Roşan Lezgîn

____________

ismail-heqi-saweys-1894-1976.jpg

Îsmaîl Heqî Şaweys (1894-1976)

Îsmaîl Heqî Şaweys li Mûsilê di sala 1894an de hatiye dinyayê, di 12ê gulana 1976an de çûye ser dilovanîya xwe.

Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kiriye û li Bexdadê temam kiriye. Dû re, li Îstanbulê Herbîye xwendiye û wek milazimê duyem tevî artêşa Usmanîyan bûye. Di şerê Balqanan de li Selanîkê dîl ketiye. Pişt re, vegeriyaye Îstanbulê û di cenga cîhanê yê yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Usmanîyan de şer kiriye. Di sibata 1918an de vegeriyaye Silêmanîyê ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û îngîlîzan de şer hebû. Îsmaîl Heqî Şaweys di nav berxwedana kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi îngilîzan re hevdîtinan dike. Piştî şikestina serhildanê di 1919an de di ser Tebrîzê re derbasî Tirkîyê dibe û di 1920an de bi rutbeya yuzbaşî di nav artêşa Tirkiyê de tevlî şerê Arasê yê bi ermenan re dibe. Dû re, bi rutbeya bînbaşîtîyê heta sala 1927an tevlî Şerê Rizgarîya Tirkiyê dibe. Piştî ku dev ji efserîyê berdide, diçe Îraqê. Ji wir jî diçe Parîsê. Dîsa vedigere Îraqê û di nav artêşa Îraqê de dibe efser lê îngilîz wî bi teşebusa suîqastkirina qiralê Îraqê tawanbar dikin û ji artêşê tê avêtin. Cardin diçe Parîsê. Di çapemenîya Parîsê de derbarê doza kurdayetîyê de meqaleyan belav dike. Dîsa vedigere Îraqê. Çendekê qaymeqamtîya çend navçeyan dike û ji ber fealîyetên kurdayetîyê ji kar tê avêtin. Welhasil, heta dawîya temenê xwe tim doza kurdayetîyê dike û gelek car jî cezaya zindanê lê tê birîn û li zindanên cihê radizê. Gelek gotarên wî li kovar û rojnameyan belav dibin. Herwiha du kitêbên wî jî çap bûne.

Ev meqaleya wî ji kitêba “Jiyan û Berhemekanî Îsmaîl Heqî Şaweys, Çapxaney Wezaretî Perwerde, Hewlêr, 2003” hatiye girtin. Di wê berhemê de mêjûya nivîsîna vê meqaleyê nehatiye diyarkirin. Lêbelê di dema Serîhildana Qoçgirîyê de Şaweys, li gor gotina wî, ew di Cepheya Rojhilatê de bi rutbeya bînbaşîtiyê di nav artêşa Tirkiyê de efser bûye (1920-1927) û ji vê nivîsa wî jî dixuye ku wî ji nêz ve serîhildana Qoçgirîyê şopandiye.

Bu haber toplam 97 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.