Kurd Divê Têkilîya Xwe û Du Dewletan Xurt Bikin

Kurd Divê Têkilîya Xwe û Du Dewletan Xurt Bikin
İsmail Beşikci

İsmail Beşikci beşdarî kongreya duwanzdehan ya PENa KURD bûye û li wir axifîye. Kongreya PENa KURD li rojên 5-7 Îlon 2025, li bajarê Oldenburg yê Almanyayê çêbû. Min beşek ji axaftina wî ji Tirkî wergerande ser Kurmancî. (Roşan Lezgîn)

* * *

Piştî salên 1920an dewleta Îngilîstanê (li Îraqê), dewleta Fransayê (li Sûrîyeyê), Îran û Tirkîyeyê li ser Kurdan di dozajên cihê de polîtîkayên asîmîlasyonê tetbîq kirine. Mustefa Kemal Atatürkî ev polîtîka wisa tetbîq kiriye: Sozên ku di dema micadeleya milî ya Tirkan de dane Kurdan hatine jibîrkirin, Kurd û zimanê Kurdî hatine înkarkirin. Ji bo ku Kurdan bikin Tirk polîtîkayeka xurt û biryardar hatiye tetbîqkirin. Ji bo ku zimanê Tirkî di nav Kurdan de bibe zimanê serdest, ji bo ku zimanê Kurdî bête jibîrkirin her awa tedbîr hatiye girtin. Ev polîtîka heta salên 1990î, heta salên 2000î hatiye. Di dewra Turgut Özalî de, hîn paşê di dewra Recep Tayyip Erdoğanî de hinek guhertinên muhîm çêbûn.

Niha em bizaveka sosyalî û siyasî ku di salên 1950yan de li nav Kurdan derketiye bifikirin. Ev bizav dê ji dewletê çi teleb bike? Li gorî qenaeta min, divê berî her tiştî, zimanê xwe yê ku hatiye xesbkirin teleb bike.

Rojên 14-15 tebaxa 1984ê, destpêka micadeleya gerîllatîyê ne. Em wan rojan bînin bîra xwe: Belavok, ders, kitêb, kovar… her tişt bi Tirkî bû. Tu telebekî derbarê zimanê Kurdî de tune bû. Ji Başûr, ji Rojava, ji Rojhilat keç û xort beşdarê micadeleya gerîlatîyê dibûn. PKK dixebitî ku zimanê Tirkî fêrî wan jî bike. Dengê kesên ku digotin “Em Kurdî fêr bibin”, yan “Em Kurdî geş bikin” dihat birîn yan jî ji wan re digotin “Niha dema wê nîne.” Nivîskarên Kurd divê ev helwêsta PKKê ya dijî-Kurd rexne bikin.

Belam asîmîlasyoneka gelek xurt li dar e. Îro li Meclisa Tirkîyê (TBMM) beşeka muhîm yan parlamenterên Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM-Parti) nikarin bi zimanê dayika xwe biaxifin. Zarokên wan dê nikaribin ji zimanê dapîr û bapîrên xwe sê-çar peyv jî bizanin. Riya pêşîlêgirtina vê karesatê, xwedîlêderketina zimanê Kurdî ye; li çarşî û bazarê, li dibistanê, li her derê axaftina bi Kurdî ye.

Fikrê “Dewlet xirab e” yan “Ji Kurdan re dewlet hewce nake” fikrê Kurdan nîne, fikrê dewletê ye. Bi Kurdan dayin gotina van sloganan, ji bo dewletê serketineka gelek mezin e. Ev slogan, sloganên wisa ne ku asîmîlasyonê kûrtir dikin.

Kurd divê îro bilebitin ku li dinyayê têkilîya xwe û du dewletan xurt bikin. Ev Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USA) û Îsraîl in. Dewletên misliman yên mîna Îraq, Îran, Sûrîye û Tirkîye li dijî Îsraîlê ne. Lê ev dewlet li dijî Kurdan e jî. Di van şertan de sazkirin û geşkirina îtîfaqa di navbera Kurdan û Îsraîlê de divê muhîm be. Di tarîxê de têkilîyên Kurdan û Îsraîlê her dem aştîyane bûne. Lê dewletên misliman her dem bi Kurdan eza û cefa dane kişandin.

Kurd di tarîxê de her dem rastê felaketan û qetlîaman hatine. 16 Adar 1988 Helebce, Enfal jenosayd e. Sedemê bingehîn yê vê yekê, li gorî qenaeta min, bêdewletbûn e. Eger dewleteka Kurdan hebûya, li gorî qenaeta min, 16 Adar 1988 Helebce û Enfal dê çênebûya.

Bu haber toplam 27 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.