KEK DEWRIM

KEK DEWRIM
Roşan Lezgîn

Min ev çîrok panzdeh sal berê bi Zazakî nivisîbû û li kitêba min a çîrokan "Tarîyîya Adirî de, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2012, r. 22-24" cih girtibû. Niha min wergerande ser Kurmancî.

* * *

Her kes ji wî re dibêje “Kek Dewrim” lê navê wî yê rastîn M. Sabît Degişmez e. Ji salên 1970yan di nav siyasetê de ye. Ji mîlîtanekî bêhtir xwe teorîsyen dibîne.

Li gorî qenaeta wî, di nav kurdan de çiqas pêşveçûn hene, hemî di sayeya teorîyên wî de çêbûne. Tiştên xirab jî, ji bo ku kurdan guh nedane şîretên wî, lewma bi serê kurdan de hatine. Bingeha teorîyên wî mînanî kevir qewîn e, tu carî naguhere.

Pêşî, her tiştî bi emperyalîzmê ve girêdida. Ev emperyalîzm kî ye, çi kes e, çi cins e, Kek Dewrimî qal nedikir lê li her derî hebû, tesîra wê li her derê dixuya. Mesela, eger yekî di şûna cixareya Samsunê de cixareya Marllboroyê bikişanda, tesbîta kek Dewrimî hazir bû. Bi lêva xwe ya jêrîn lêva xwe ya jorîn berjor tehn dida. Qefşala simbêlên wî piçekî din bi alîyê çenê wî ve dirêj dibû. Mijangên çavê xwe yê rastê dianîn ser hev, çavê çepê tam vedikir, enîya xwe diqirmiçand. Mîna ku tiştekî gelek muhîm, tiştekî îlmî beyan bike, wisa serê xwe piçek jêrûjor dileqand û digot:

— Evet. Yoldaş, emperyalîzmîn etkîsînde qalmîştir!

Eger xort û keçekê hevdu birevanda, di navbera du merivan de lihevxistin derketa, jin û mêrî li malê bi hev nekira, qezayek bibûya, tesadufen yek bilikumîya û biketa erdê, îllahîm jî dema ku hevalek bihata girtin, îşkence bidîta… Îzeheta Kek Dewrimî nediguherî. Digot:

— Bunlar emperyalîzmin oyunlarîdir! Emperyalîzm boş durmuyor! Antî-emperyalîst mücadelede zaafîyet îçindeyiz!…

Teorîya Kek Dewrimî, îzeheta wî, tehlîlên wî tewş nebûn. Vir de dikir, wê de dikir, miheqeq li gorî teorîya xwe îzeheteka mehqul peyda dikir ku kes nedikarî îtîraz bike. Eger yekî teorîya wî yan îzeheta wî neecibanda, yan jî kesên ku kêfa wî ji wan re nedihat, pozê xwe berjor diqirmiçand û digot:

— Emperyalîzm uşaqlarinin guruşlerinî dîqate bîle almam!…

Lê piştî ku Amerîka hat li Îraqê xist û rejîma Sedamî bi text û taca wî re rûxand, kurdên me yên Başûr ji bin hukmê ereban derketin, êdî behsa emperyalîzmê nake. Ebed! Tu gule berdiyê, peyva emperyalîzmê ji devê wî dernakeve.

“Emperyalîzm” ji rojeva Kek Dewrimî derket û derket. Lê dev ji terorîya xwe bernade. Tenê ferqek tê de heye. Gotina “TC Dewletî” ketiye şûna “emperyalîzmê.” Êdî her tişt ji bin serê “TC”yê derdikeve. Mesela, pêrar li welatê me hema bêjin li piranîya Kurdistana Bakur sal hişka bû. Baran nebarî. Genimî hê ku bihustek qam neavêtibû, hemî zer bû, çayir û çîmen şewitîn, bûn kijik. Av ji newal û mesîlan vekişîya, çem zuwa bûn, kanî miçiqîn…

Kek Dewrimî serê xwe jêrûjor dileqand û digot:

— Hîç şaşmam! Bu îşin altinda TC dewletî wardir…

— Eman yeman, Xwedê ji te razî, çawa dibe? Em zilma TCyê fêm dikin, lê çi eleqeya şilîyê pê heye? Qey ev malmîrata TCyê bûye Xweda, bûye çi ku nahêle baran bibare? Tobe estexfîrulah!...

Lêbelê teorîya Kek Dewrimî mînanî kevir zixim bû. Dest pê dikir digot:

— Binêrin! Eger li rûyê ezmên ewr çênebin, ewr neyên ser hev, şilî dibare? Na! We tu car dîtiye ji ezmanê sayî tiştek barîye? Eger li ezmanê me piçek ewr çêbibe, balafirên TCyê li ezmanê me difirin, ewran ji hev belav dikin, nahêlin ewr bigihên hev. Hem erdê bombarduman dikin, hem li ezmên ewran ji hev dikin. Ya! We fêm kir? Ez dibêjim ev îş îşê TCyê ye, hûn ji min bawer nakin. Yaw teorîya mi bîlîmsel e, bîlîmsel!

Kî ji xwe bawer e, bila gavek pêş ve were û bersivê bide Kek Dewrimî. Yaxme ye!...

Kek Dewrim êdî mîna berê nîne. Extîyar bûye, ketiye. Wan rojan dema ku li semta Derîyê Çiyê dimeşe, çima ji nişkê ve wek nisûbetî linga wî naşemite! Ji ser peyarê difire li nav asfaltê li erdê dikeve. Wê hingê, ji mînîbesên xetên navbajêr yek ji wî alîyî bi suret tê û dibêje gurm lê dide. Linga çepê ya Kek Dewrimî qirp û dişikê.

Ji vî alî û wî alî milet kom dibe. Polîsên trafîkê tên. Ambulans tê. Kek Dewrimî radikin dibin nexweşxaneyê. Linga wî ya şikestî emelîyat dikin, digirin alçîyê. Kek Dewrimî dibin li odeyê, li ser ranzayê datînin.

Dema ku hiş tê serî, ji bo ku îfadeya wî bigirin, polîs tên. Dipirsin dibêjin, qeza çawa bû, tu dehwîdar î, yan na?

Kek Dewrim rûyê xwe tehl dike, wisa bi îkrih li rûyê polîsan dinihêre, dibêje:

— Hîç yanilmam, bu îşin arqasinda TC dewletî wardir!

Polîs dibêjin qey hê jî di bin tesîra anestezîyê de ye, bêhiş xeber dide. Polîsek bi henek dipirse, dibêje:

— Apo, te ji ku têderxist ku dewletê kiriye?

Bersiva Kek Dewrimî ji duhî ve amade ye:

— Qardaşim, ma ben solcî degîlem?

— Êêê, tu çepgîr î! Yanî çi?

— Ma gurmîsen? Sol bacaximî qirmîşlar! TC dewletinden başqa kîm yapar? Dehwacîyem!

Diyarbekir, 23.03.2010

Bu haber toplam 22 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.