zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Êlule 2017 Dişeme 08:36

ZIWAN-KOM ALÎKARÊ REFERANDUMÊ YE

Em hêvî dikin referandum serketî derbas be û ji bo dewletbûnê bibe gava herî xurt.

Komela Ziwan Huner û Kulturî (Ziwan-Kom) ku ji bo parastin, pêşvebirin û aktuelkirina kirdî (zazakî) di sala 2010 de li Diyarbekirê ava bûye û heta îro bi awayekî aktîf karê xwe dewam dike, di roja 10.09.2017 de kom bû. Di kombûnê de biryar da ku ji bo referanduma 25 îlonê bi awayekî aktîf alîkar be.

Komela Ziwan-Komê di wê bawerîyê de ye, miletê bêdewlet di nav miletan de bênav e, tune hesab dibe. Em kurd divê ji mêj ve bibûna xwedîyê dewleta xwe, lê çi heyf ku heta îro em bêdewlet mane. Lewre referanduma ku li Kurdistana Başûr dibe, ne ku tenê ji bo parçeyek, esas ji bo hemî kurdan firsendeka mezin e. Referanduma xweserîyê ji layê huqûqa navneteweyî ve jî mafekî meşrû ye. Divê her kes hem ji biryara referandumê re hem ji encama wê re rêzdar be.

Em wekî komela Ziwan-Komê ji bo referanduma ku li Kurdistana Başûr çêdibe ji dil dibin alîkar û em hêvî dikin referandum serketî derbas be, ji bo dewletbûnê bibe gava herî xurt.

Diyarbekir, 11.09.2017

Komela Ziwan Huner û Kulturî

(ZIWAN-KOM)

Na xebere 2963 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.