SÊ KITÊBÊN ZAROKAN
Sê kitêbên me yên zarokan çûn metbeayê. Her sê kitêb jî çîrokên gelek xweşik û pedagojîk in. Ji her alîyî ve bi awayekî gelek baş amade bûne. Înşelah di demeka nêzîk de ji metbeayê derdikevin û hevalên me yên hêja jî dê bibin li xwendegehan bo zarokên ku dersa Zazakî hilbijartine bikin dîyarî.
Amadebûna van kitêban wisa bû. Îsal di meha gulanê de li Erxenîyê fuara kitêban çêbû. Ez jî beşdar bibûm. Li fuarê bi gelek kesan re ji nêzîk ve têkilîya me çêbû. Mesela, rojekê xanimeka delal hat standa me û sê kitêbên zarokan ji min re dîyarî kirin. Her sê kitêb jî bi Kurmancî bûn: DOKTOR JÎJO-1, DOKTOR JÎJO-2 û DOKTOR JÎJO-3
Kitêb ji alîyê Weşanên Na ve li Îzmîrê weşîyane. Rêzeçîrokên di kitêban de li nexweşxaneyê derbas dibin. Nivîskara çîrokan Sîya Sîtav e. Merve Tunç û Esma Ak jî resim çêkirine. Psîkolog Haydar Alper Eserî jî ji alîyê pedagojîkî ve kontrol kirine. Hemî çîrok gelek li xweşa min çûn, lewma min her sê kitêb jî wergerandin ser Zazakîya me û ji Weşanên Na re şandin: DOKTOR DIJE-1, DOKTOR DIJE-2 û DOKTOR DIJE-3
Vê payîzê kek Sidqî got “Eger di destê te çîrokên zarokan hene, îsal em ji bo zarokên ku li xwendegehan dersa Zazakî hilbijartine kitêbên çîrokan dîyarî bikin.” Kek Sidqî, par jî çapa didûyan a Ferhenga Zazakî-Tirkî ku min amade kiriye li mekteban belav kiribû. Me hezar nusxe çap kiribûn, qediyan. Niha ez amadekarîya çapa sisêyan dikim. Bêguman di her çapê de ez ferhengê firehtir dikim. Par 45 hezar lîra mesrefa metbeayê ya ferhengê kek Sidqî di çarçoveya xebata komeleya ZIWAN-KOMê de berhev kiribûn. Amadekirina ferhengê û xebatên din jixwe me ji kerema dilê xwe kirine.
Mesrefa metbeayê ya van her sê kitêban dîsa kek Sidqî amade kir. Ji vî mesrefî qismek, ez dizanim, merivên dildar ku xewdîyê hesasîyeta milî ne da. Tiştê ku min dît, yekî 10 hezar, hinekan 5 hezar, hinekan 2 hezar, hinekan 1 hezar, hetta, min dît xortekî xwendekar 210 lîra şandibûn. Mala hemîyan ava be. Axir, ji bo ku ev her sê kitêb rengîn in, kaxidê wan jî buha ye, lewma mesrefa metbeayê zêde ye. Îlaweten mesrefa kargoyê û ya belavkirinê jî heye. Karên din, yanî nivîsandina çîrokan, çêkirina resiman, wergerandin, mîzanpaj û karên din, hevalan ji kerema dilê xwe kirine.
Her kes dikare texmîn bike, zimanê ku zarok pê qise nekin, pêşeroja wî zimanî nîne. Lewma xebatên zimanî ku xîtabê zarokan dikin gelek û gelek muhîm in; hela mebêjin ku ji bo Zazakîya me heyatî ne. Û ziman, meseleya me ya sereke ya milî ye. Xebatên ji bo zimên xizmeta nasnameya me ya neteweyî dikin. Ez hêvîdar im ku her kes di hindava xwe de beşdarê xebatên bi vî awayî bibe û di piştgîrîyê de texsîr neke. Çimkî dewlet alîkarîya xebatên wisa nake, hereketên me yên siyasî jî di meseleya zimên de gelek sist in. Hingê ev xebatên wisa di sitûyê dînamîkên sivîl de dimînin, barê pişta ferdên xwedî hesasîyet e.
Ez li ser navê miletê me çi kesê ku di vê xebatê de ked daye û alîkarî kiriye re gelek sipas dikim.

Sîya Sîtav, Doktor Dije-1, Kurmancî ra tadayiş: Roşan Lezgîn, Weşanên Na, Îzmîr 2025, 36 rîpelî

Sîya Sîtav, Doktor Dije-2, Kurmancî ra tadayiş: Roşan Lezgîn, Weşanên Na, Îzmîr 2025, 36 rîpelî

Sîya Sîtav, Doktor Dije-3, Kurmancî ra tadayiş: Roşan Lezgîn, Weşanên Na, Îzmîr 2025, 36 rîpelî





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.