zazaki.net
23 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Sibate 2012 Şeme 10:28

“Zimanê Medeniyetê” û Tezahura Fikira Kolonyalîstan

Roşnbîr û sîyasetmedarên kurdan, heke hûn di fiîliyatê de ne bi gotinên cîgirê serokwezîrê tirkan re ne, kurdî hîn bibin, kurdî biaxifin û binivîsin!

Cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê (Bülent Arınç) di axaftineke xwe de asasê fikir û siyaseta Komara Turkiyeyê ya li hemberî miletê kurd, bi awayekî gelekî “medenî” diyar kir û da zanîn ku zimanê kurdî ne ew ziman e ku bibe zimanê perwerdeyê ji ber ku ew ne “zimanekî medeniyetê” ye.

Niyeta cîgirê serokwezîrê Turkîyeyê çi dibe bila bibe, ev nijadperestî ye.

Niyeta cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê çi dibe bile bibe ev tezahura fikira kolonyalîzmê ye.

Niyeta cîgirê serokwezîrê Turkiyeyê çi dibe bila bibe ev diyarkirina fikira efendîtî û koletî ye.

Tiştê ku van gotinan bi rêveberekî Tirkiyeyê dide gotin her ew zihniyet û medeniyeta efendî û dagirkeran e.

Baş e, çima payeberzên rêveberên Tirkiyeyê dikarin bi awayekî gelek hêsanî gotinên weha bibêjin.

Bi qenaeta me sebebê vê helwesta bêperwa du tiştên bingehîn in.

1.Zihniyet, fikir û siyaseta dagirkeran ya li hember miletê kurd e ku me bi kurtî li jor da zanîn.

2.Xemsarî û bêîstiqrariya roşinbîr û sîyasetmedarên kurdan ya ji bo ziman û çanda kurdî ye ku rê li ber bêperwatiya rêveberên Tirkiyeyê xweş dike. Bi gotineke din, gava kurd bi giştî û roşinbîrên wan bi taybetî xwedî li ziman û kultura xwe dernekevin û bi îstîqrar ji bo ziman û çanda xwe pê nedin erdê, rêveberên Tirkiyeyê wek ku heta niha bêdudilî dane zanîn, dê timî bikaribin weha bi zimanê efendîyan biaxifin û miameleya koleyan bi me re bikin.

Eger em nexwazin gotinên weha ji devê kolonyalîstan bibihîzin divê em bi awayekî bi îstiqrar û yekgirtî ji bo ziman û çanda xwe pê bidin erdê û bi rêveberên nijadperest bidin zanîn ku “medeniyeta” wan ji bo me hîç û pûç e!

Kurdino, heke hûn dixwazin nîrê dagirkeran li ser ziman û çanda xwe rabikin:

Li her derê bi hev re bi kurdî biaxifin!

Bi kurdî bifikirin, bixwînin û binivîsin!

Roşnbîr û sîyasetmedarên kurdan, heke hûn di fiîliyatê de ne bi gotinên cîgirê serokwezîrê tirkan re ne, kurdî hîn bibin, kurdî biaxifin û binivîsin!

Di warê zimanî de miletên din xwedî çi heq bin, kurd jî divê xwedî wan heqan bin. Wek miletekî, tayînkerê çarenûsa xwe û zimanê xwe miletê kurd bi xwe ye!

Em bi dengekî bilind dibêjin: Bila her kes vê yekê bizane!

11.02.2012

Abdurrahman Önen

Adem Karakoç

Adnan Özbingöl

Amed Çeko Jiyan

Amed Tîgrîs

Aydin Bingöl

Azad Zal

Azîz Aliş

Bîlal Zîlan

Brusk Solduk

Can Êzîdxelo

Cuma Boynukara

Deniz Gündüz

Dilo Balîn

Dogan Munzuroglu

Ekrem Önen

Emîn Narozî

Firat Kaya

Haluk Ozturk

Haydar Işık

Hesen Çakir

Hülya Yetişen

Îrfan Kaya

İsmail Beşikçi

J. Îhsan Espar

Kerem Sevinç

M. Alî Kut

Malmîsanij

Mazlum Doğan

Mehmed Dehsiwar

Mehmed S. Uzun

Mehmet Tanriverdi

Mehmûd Al

Mehmûd Kalak

Mehmûd Kîper

Merdan Newayî

Metîn Telek

Mistefa Gomayij

Nadîre G. Aldatmaz

Nedîm Özbingöl

Nezîr Akat

Orhan Zuexpayic

Osman Aytar

Özeyir Al

Paşa Brodrêj

Receb Dildar

Roşan Lezgîn

Saîd Muhlîs Erdem

Sait Aydoğmuş

Salih Agir Qoserî

Saqib Brodrêj

Selim Temo

Serdar Bedirxan

Serdar Roşan

Serhad Bapîr

Seyda Goyan

Seyîdxan Kurij

Sidqî Hirorî

Sidqî Zîlan

Silêmanê Norşînî

Şeyda Asmîn

Şukrî Urgun

Tahîr Balsatan

Tahsin Sever

Têmûrê Xelîl

Wehdet Sîwanij

Weysel Hanyildiz

Wusênê Gestemerde

Xelîl Dihokî

Xurşîd Mîrzengî

Yavuz Maç

Zeyneb Yaş

Zinar Soran

+

Omer Dilsoz

Mehmed S. Kaya

Zinarê Xamo

Helîm Yûsiv

Tabîb Kavarij

Osman Tetîk

Abdurraman Adak

Firat Cewerî

Hamdî Özyurt

Kutbettin Nurlubaş

Xeyrulah Acar

Mutlu Can

Mehmed Akyol

Adnan Oktay

Nazmî Çîçek

Kenan Nîhat Elçî

Mehmed Taş

Na xebere 3618 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.