zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Sibate 2019 Panşeme 10:32

Zimanê Kurdî

Hemîd Hewrewî

Zimanê kurdî, zimanê kurdî

Ew hezar sal e maye bêxwedî

Şêrîn û xurt î, pir dewlemend î

Têxin pirtûkan her bijî zindî

 

Zimanê kurdî çendî zengîn e

Wek gul û nêrgizan bi helm û bêhn e

Wekî hingivê bi tehm û şêrîn e

Têxe pirtûkê binivîs, bixwîne

 

Zimanê kurdî gelek ezîz e

Şêrîn û xweş e, çendî lezîz e

Pak û paqij e, dur û temîz e

Bi reqs û govend pê re bilîze

 

Zimanê kurdî zimanê me ye

Ew yadîgara bapîrên me ye

Ew hezar sal e heye û tune ye

Ger em lê xwedî bin ew besî me ye

 

Zimanê kurdî bi esil û kok e

Xurt û dagirtî bi naverok e

Bi helbest û histiran, kelam çîrok e

Çiqas bikolî ewqas xwe nû ke

 

Zimanê kurdî bi lolo lêlê ye

Nazik û nazenîn zimanê dê ye

Ger bi xwedî be wek hespê şê ye

Bi xweş awaz e, hem nêr û mê ye

 

Zimanê kurdî nemirî sax e

Her wekî dara bi gulî û şax e

Bihon birêse li ber çavan raxe

Bi meqam û wezn e, li gor dem û çax e

 

Na xebere 3117 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.