zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Tebaxe 2009 Çarşeme 15:37

Wisif Hêlinijî jiyana xwe ji dest da

Wisif Hêlinij demeka dûrûdirêj bû di kovara kirdkî (dimilkî) Vateyê de û di civînên ji bo zazakî de kar dikir, tevî konferansan dibû.

Ronakbîr û welatperwerê hêja Wisif Hêlinij (Yusuf Kaymak) duh li Parîsê di qezayeka trafîkê de jiyana xwe jidestda. Wisif Hêlinij demeka dûrûdirêj bû di kovara kirdkî (dimilkî) Vateyê de û di civînên ji bo kirdkî(dimilkî zazakî) de kar dikir, tevî konferansan dibû, xebatên li ser ziman û kulturê dikir.

Wisif Hêlinij bi eslê xwe ji gundekî Pîrana ser bi Diyarbekirê ve ye, piştî perwerdeya destpêkê wî li Sûriyeyê li Şamê lîse temam kir û li Misrê li Unîversîteya Ezherê xwend. Pişt re ew li Parîsê bicîbû wî master temam kir. Wî erebî û fransî baş zanibû.

Wisif Hêlinij birayê Wesîle Îzolê, bûrayê nivîskarê Netkurdê Keya Îzol e. Di nav heval û nas û dostên xwe de gelek hazkirî bû.

Sibê saet di 11:00-ê de li Parîsê li Enstîtuya Kurdî ê taziye bi minasebeta wefata Wisif Hêlinijî bê danîn.

Bi minasebeta wefata wî ya xemgîn Redaksiyona Kovara Vateyê sersaxiyek belavkir, Malmisanij jî şiirek nivîsî. NETKURD û HABER DIYARBAKIR sersaxiyê ji malbata wî, haval, dost û gelê kurd re dixwaze û sersaxiya Vateyê li xwarê diweşîne:

WISIFO

Pîla pîlan a ke vanî na bî

Ti yê mergî nêbî

Ti Xizirê roja tenge

Ganfîdayê roja sîyaye bî

 

Rast a, ma bêbextîyê felekî zaf dîyî

La na

Na qet nêbî birako!

Qey leza mergî bî?                

MALMÎSANIJ

 * * *

WISIF HÊLINIJ (YUSUF KAYMAK) ÇÛ REHMETÊ

Hevalê me Wisif Hêlinij (Yusuf Kaymak) ji ber qezayeka trafîkê, di 16.10.2008an de, li Parîsê çû rehmetê.

Wisif, yek ji welatperwerên herî fîdakar yên doza Kurdistanê bû. Bi karakter û exlaqê xwe merivekî nimûne bû.

Em bi xebera vê qezayê gelek xemgîn in.

Bila serê malbat û miletê wî sax be.

REDAKSÎYONA KOVARA VATEYÎ

 * * *

WISIF HÊLINIJÎ (YUSUF KAYMAK) DINYA XO BEDILNAYE

Embazê ma Wisif Hêlinijî (Yusuf Kaymak) yew qezayê trafîkî dima, 16.10.2008 de, Parîs de dinya xo bedilnaye.

Wisif, welatperweranê tewr fedakaran ê doza (dewaya) Kurdistanî ra yew bi. Bi karakter û exlaqê xo merdimêko nimûne bi.

Ma bi xebera nê qezayî gelek xemgîn î.

Wa sereyê keye û miletê ey weş bo.

REDAKSÎYONÊ KOVARA VATEYÎ

 * * *

Ma zî semedê Wisif Hêlinijî Allahî ra rehmet wazenî. (HABER DIYARBAKIR)

Na xebere 3210 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.