zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
25 Teşrîne 2009 Çarşeme 20:55

Vexwendinek bo wênegirên evînperest!

Bedirxan Mukriyanî

Ressam û wênegir Seywan Seyîdyan, ku ev serê çend sal e, di Roja Evîndaran de li başûrê Kurdistanê, çalakiya “Sêva Mêxekrêj” saz dike, îsal bi piştgiriya sermayedar û wênegirên kurd bi naverokeke berfirehtir û dewlemendtir dê vê çalakiyê li tevahiya bajar û bajarkên başûrê Kurdistanê saz bike ku wargehên Mexmûr, Barîke û Kawa jî bi xwe ve digire.

Li gorî agahiyên ku me ji Seyîdyan wergirtine, çalakiya îsal sê beşan bi xwe ve digire, ku ji numandina kurtefîlmê “Ew Sêwey Ke Dilî Min Bû”, pêşangeheke wêneyî û mêxekrêjkirina sêvan ji aliyê kur û keçên evîndar ve pêk tê. Cihê gotinê ye, ev kurtefîlmê hanê ji aliyê Seyîdyan bi xwe ve hatiye çêkirin.

Li aliyê din pêşangeha wêneyî wê ji berhemên wênegirên her çar parçeyên Kurdistanê pêk bê, lewra Seywan Seyîdyan ragihand, hunermendên ku dil dikin tevî vê pêşangehê bibin, divê heta roja 01.15.2010 wêneyên xwe bigihînin ber destê wan ku divê li ser evindariyê bin lê şêwaza wan serbest e. Her wiha her wênegirek dikare 3 berhemên xwe bişîne ku ji wan 20 dane dê ji aliyê desteyeke ve ji bo pêşangehê bêne hilbijartin û xelatkirin.

Hêjayî gotinê ye, “Sêva Mêxekrêj-Qurnefîlkirî” yek ji rewişt û tîtalên devera Mukriyan e li rojhilatê Kurdistanê ku evîndar mêxekê wate qurnefîlê di sêvan re dikin û pêşkeşî hev dikin ku bi dehan salan wekî xwe dimîne. Ev yek bêhtir ji aliyê keçan ve tê kirin; yek, gava dibe bengiyê kurekî û nikare evîna xwe jê ra bêje û ya duyem, gava evîndar ji hev dixeyidin, vê sêvê çêdikin û ji hev ra dişînin da ku li hev bên. Seywan Seyîdxan jî ku ev serê çend sal e li başûrê Kurdistanê dijî, têdixebite vê dab û nerîtê bi şêwaza xwe modernîze bike û bi vî awayî vejîne. Her wekî dî ew hewl dide vê çalakiya hanê di pêş de li bakurê Kurdistanê jî li dar bixe.

Seywan Seyîdyan ku di sala 1972 de li Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê, dibistan pêşîn û navîn û lîse li Mehabadê xwendiye û di 1994an de dest bi karên hunerî kiriye. Seyîdyan, derçûye beşa şêwekarî ya fakulteya huner a Zanîngeha Silêmaniyê ye; wî heta niha li bajarê Mehabad, Sine, Tehran, Çiyayê Qendîl û Xinêre, Duhok, Silêmanî, Hewlêr, pêşangeh vekirine. Cihê gotinê ye, berî niha bi demeke kurt Televîzyona BBC di beşên îngîlîzî û farisî de kurteraportek li ser huner û berhemên Seywan Seyîdyan belav kir.

Bedirxan Mukriyanî / Silêmanî

Ji bo şandina wêneyan:

seywan_s@yahoo.com

masoud.press@yahoo.com

info@taw-media.com

Seywan Seyîdyan

Na xebere 3581 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.