zazaki.net
23 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
25 Teşrîne 2010 Panşeme 12:14

Tirkîfîkasyona Xwemalî Di Zimanê Medyaya Kurdî De Li Bakurê Kurdistanê

Nivîs: Mazlûm Doxan

Armanca vê nivîsarê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hiş û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dariştin.

Beriya ku ez bi nimûneyan vê yekê binyatdar bikim, ez dixwazim serpêhatiyeke xwe ji we re bibêjim. Serê sala 2005ê ez çûme başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê bi cî û war bûm. Rojekê ez çûme ba hevaleke xwe ku bilêtên firokeyan difirotin.  Camêrek hat û got:  “Bilêtekem dûserî ye.” Ez serê pêşî mame şaş, paşê hinekî min da bîra xwe, min zanî ku ji ber bilêtê “geliş-gidiş” ve dixebitîne. Min di dilê xwe de got: “Ma bilêtê ‘geliş-gidiş’ çawa dibe duserî.” Her wê havînê ez çûm Meraşê û digel kekê xwe ku ji derve hatibû, min serdana bapîrê xwe kir. Pirsê pirs anî, me qala bilêtan kir. Hîngê bapîrê min gote kekê min: “Bilêtê te ê her du seriyan e?” Kekê min her tênegihîşt, lê ku ez neçûma Silêmaniyê ez jî tênedigihiştim.

Ji bo xwendina tevayî nivîsê, bitikîne>>> 

Na xebere 4277 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.