zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
15 Teşrîne 2015 Yewşeme 16:34

Sêyemîn Pêşangeha Peykerên Hesinî ya Seywan Seîdîyanî Roja 18ê Kanûnê li Diyarbekirê Vedibe

Pêşangeh di navbera rojên 18-30.11.2015 de, her roj di navbera saetên 10:00-19:00 de vekirî ye.

Sêyemîn Pêşangeha Peykerên Hesinî ya hunermendê kurd yê Mahabadî Seywan Seîdîyanî roja 18ê kanûna 2015ê li Diyarbekirê dê ji bo hunerhezan bê pêşkêşkirin. Pêşangeya ku ji gelek peykeran pêk tê, heta roja 30 kanûn 2015, her roj ji saet 10:00 heta 19:00 dê ji bo temaşekaran vekirî be.

Pêşangeha Peykerên Hesinî ya pêşî ya Seywan Seîdîyanî dîsa li Diyarbekirê di rojên 01-06.06.2015 de li Navenda Çandê ya Cîgerxwînî, ya duduyan jî li Mêrdînê di navbera rojên 08.09-15.11.2015 de li Muzeya Arkeolojî ya Mêrdînê pêşkêş bibû.

Hunermendê pirhêl Seywan Seîdîyan di sala 1972 de li Mahabê hat dinyayê. Li Pîranşarê dest bi perwerdeya pêşîyê kir û li Mahabadê temam kir. Paşê li başûrê Kurdistanê li Unîversîteya Silêmanîyê beşa resimê ya Akademîya Hunera Ciwankarîyê mezun bû. Perwerdeya hunerî jî, hîn di zaroktîya xwe de pêşî li ber destê birayê xwe dest pêkir, paşê li Sine, Tehran û Bokan li ber destê hostayên edetî dewam kir. Di sala 2003 de mecbûr ma ku ji rojhelatê Kurdistanê derkeve û 11 sal li başûrê Kurdistanê bimîne. Ev salekê ye ku li Diyarbekirê dimîne. Heta îro di warê edebîyat, resim, fotograf, heykel û hîn di gelek waran de berhem afirandin. Seywan Seîdîyanî bitaybetî di warê heykelan de gelek pêşangehên muhîm vekirin.

Na xebere 4238 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.