zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
30 Kanûne 2012 Yewşeme 09:49

Sêwregîyan Wezîr Umer Dînçer Protesto Kir

Ger wezîr û partîya wî dixwazin ji me re xizmetekê bikin, bila kurdî (yanî kurmancî û dimilî) ji xwendegeha destpêkê heta unîversîteyê bikin zimanê perwerdeyê, bila zarokên me bi zimanê xo perwerde bibin.

Navenda Kultura Kurdî ya Sweregê, derbarê gotinên wezîrê perwerdeya neteweyî yê Tirkîya Umer Dinçerî ku li Çewlîgê gotibû “Em ê zazakî wekî ziwamenî din pêşkêş bikin” îro li navenda Sêwregê bi tirkî û kurdî (kurmancî û dimilî) belavok belav kirin.

Belavoka Navenda Kultura Kurdî ya Sweregê wisa ye:

BILA WEZÎR GOTINÊN XO PAŞ DE BIGIRE

Wezîrê perwerdeya mîlî Umer Dînçer, di roja 12.12.2012an de li Çewlîgê (Bîngolê) got “Dimilî zimanekî cihê ye” û sala ku tê em dê kitêba dersa dimilî ji kurdî cihê bikin, wekî zimanekî cihê bidin xwendin.

Ev fikrên xelet berê ji alîyê hinek “ulkucu”yên kevn ku niha qaşo akademîsyenên Unîversîteya Çewlîgê ne, hatin gotin. Wezîr jî wekî wan got. Li ser vê yekê 15 dezgehên ciwata sivîl yên Çewlîgê (Bîngolê) bi awayekî heqdar reaksîyona xwe nîşan da. Wekî van dezgehên sivîl yên ku gelê Çewlîgê temsîl dikin, em dimilîyên Sêwregê jî gotinên wezîr protesto dikin. Her kes bila bizane ku em tu car destûr nadin ku miletê kurd were parçekirin.

Kurdên dimilî, di têkoşîna neteweyî ya kurdan de rolên gelek mezin bi cih anîne. Ewên ku dibêjin dimilî kurdî nine û dimilî kurd ninin, me dimilîyan ji kurdan cihê dikin, ew me nas nakin. Wextekê rêvebirên kemalîst ev metod ceribandibûn lê bi ser neketibûn. Îro jî wezîrê perwerdeyê û partîya wî AKP dixwaze vî tiştî bike. Lê em dibêjin, em parçeyekî miletê kurd in, zimanê me jî yek ji lehçeyên zimanê kurdî ye. Ger yek rabe li ser navê me ji me re tarîfên nû peyda bike, ev tê vê maneyê ku heqareta herî mezin li me dike.

Ger wezîr û partîya wî dixwazin ji me re xizmetekê bikin, bila kurdî (yanî kurmancî û dimilî) ji xwendegeha destpêkê heta unîversîteyê bikin zimanê perwerdeyê, bila zarokên me bi zimanê xo perwerde bibin. Çawa ku perwerdeya bi zimanê tirkî heqê tirkan e, perwerdeya bi zimanê kurdî, yanî bi kurmancî û dimilî jî heqê zarokên me ye. Lê di şûna ku heqê me bidin, radibin kurdan ji hev cihê dikin û berdidin hev. Em kurd êdî bi van lîstikan nayên xapandin!

Wezîr Umer Dînçer, bila ev gotinên ku miletê me rencîde dikin paş de bigire. Careke din jî bila tu kes gotinan wisa nebêje û heqaret li gelê me neke.

Navenda Kultura Kurdî ya Sweregê

Na xebere 3507 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.