zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Êlule 2009 Dişeme 12:18

Şîîra Salih Begê Hêniyî

[Şîîre]
Salih Begê Hêniyî
Şîîra Salih Begê Hêniyî
 
 
Eger çêkî ji bo cehşê kerî ra
Ji zêr afir di nav eywanê Kesra
 
Tu wî av dî ji yenbua heyatê
Di şûna ceh bidî wî gowz û xurma
 
Murebbîtî bike bo wî Filatun
Bi zêr cumhur bibe derbendî jê ra
 
Bibe Ne’man û Mensûr seyîsê wî
Biçêrîne di nav baxê Îrem da
 
Bike teqrîr Arîsto dersê hîkmet
Mualimê wî bibe hem Îbnî Sîna
 
Hemî tesdîq bikin dîplomeya wî
Di her fennî ji sinifê alî e’la
 
Meke hêvî ku ew sahib huner be
Ew ê dîsa wekî bavê xwe ker be
 
Ji eywanê dema tu wî derînî
Ji wî nayê huner xeyrê zirrînî

___________

Çime: Destnuşteyê Salih Begê Hêniyî

 

Na xebere 3287 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.