zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
01 Sibate 2019 Îne 20:26

SEYDAYÊN KURD ÊN BERÊ

Weysî Negince

Wextekî li qezaya Silîvan, li ber firinekê xelk dikeve dorê ku nan bistîne. Di nav wan da yekî ermenî jî hebûye. Ew jî weka her kesî li benda dora xwe ye. Lê gava ku dora wî tê, xwedîyê firinê weka ku wî nebîne nan nade wî, dide kesên din. Ew jî bêdeng ji xwu ra bi vî awayî disekine. Dê çi bivêje, ewê çi bive? Yan jî ka dikare bivêje? Ew file ewên din hemî misilman in.

Ev mesele çend car tekrar dike. Nan diqede, zilamê ermenî bi kûrekûr digirî û berê xwe dide mala Mele Huseyn. Mela Hiseyn melayekî ne bi tenê li Silîva, ji aliyê hemî xelkê herêmê va tê naskirin. Bi îlmê xwe gelek pêş va çûye.

Li hemberî kûrekûra girîyê vî zilamî Mele Hiseyn dipirse dibêje “Birawo ti çima digirî?” Camêr divêje “Ez ketime bextê te, mele tu ji van merivên nezan ra tiştek bivêjî.” Mela divêje “Ka ji min ra bêje çi bû, çi qewimî?”

Zilam hal û mesele ji Mele Hiseyn ra divêje. Mele qet dengê xwe nake, bi zilam ra berê xwe dide ber firinê. Firinkar dibêje “Ti bi xêr hatî seydayê min.” Mele Hiseyn bi mehd û mirûzekî nexweş divêje “Xwedê ji te razî ve. Xwedîyê vê firina hanê ti yî?” Mêrik divêje“Seyda, ez xulam, ka were li vir rûnê.” Mele divêje “Ez natime ku rûnêm, ez ji boy tişkî din hatime!” Mêrik divêje “Kerem bike seyda.” Mele Hiseyn divêje “Divêjin ti nizanî fatîhayê bixweynî. Ez hatim te hînî fatîhê bikim.”

Zilam di cîyê xwe da zuwa dibe. Bi dengekî sist divêje “Çawa ez nizanim seyda!” Mele divêje “Ku ti zanî, ka ji min ra bixweyne.” Mêrik divêje “Bismîlahîrehmanîrahîm. Elhemdûlîlahî Rebîl-alemîn. Errehmanîrehîm…”

Hê ewê dewam bike, seyda divêje “Na, newsa ye, te xelet xwend!” Zilam divêje “Bismîlahîrehmanîrahîm. Elhemdûlîlahî Rebîl-alemîn. Erehmanîrehîm…” Lê seyda dîsa xwe davêje nav gotinê û divêje “Te xelet xwend!”

Zilam bi çavekî li civata dora xwe bi çavekî jî li mele dinêre û divêje “Seyda, eger ez xelet bim, ka îca ti bibêje!”

Mele Hiseyn bi dengekî bilind divêje “Bismîlahîrehmanîrahîm. Elhemdûlîlahî Rebîl-alemîn. Errehmanîrehîm…”  Û mele divêje “Te dî! Xwedê negotiye ‘Elhemdûlîllahî Rebîl-mislîmîn.’ Gotiye ‘Elhemdûlîlahî Rebîl-alemîn. Errehmanîrehîm…’ Yanî gotiye ez Rebê hemî alema me, ez li hemberî hemîyan rehman û rehîm im. Îca ti kî yî ku cihêtîyê dikî navbera merivên misilman û nemisilman? Xwedê ne Rebil-muslîmîn bi tenê ye. Ew Rebil-muslîmîn e, Rebil-cihûd e, Rebil-file ye… Ew rebê hemî aleman e. Ti çawa nan nadî file?”

Zilamê xwedîyê firinê diçe destê seyda û divêje “Mi efû bike seyda ez nezan im. Min nizanibû usa ye. Mele Hiseyn divêje“Êdî ti zanî. Ka here rûyê birayê xwe yê ermenî jî.” Zilam diçe rûyê camarê ermenî û divêje “Min û nezanîya min efû bike.”

Na xebere 1502 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Kurdonot
Usîv Malşewto
Nivisekî bi reng e , dema min dixwend kefa min pe ra hat. Supas u serkefrin.
15 Gulane 2019 Çarşeme 00:44