zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Tebaxe 2009 Çarşeme 16:11

Rûsya Zazakî jî Weşanê Dike

Radyoya Dengê Rûsya-Beşê Kurdî roja pêncşemê dest bi weşana bi zaravê kurdî kirmanckî (zazakî) kir.

Radyoya Dengê Rûsya-Beşê Kurdî roja pêncşemê, 26.02.2009, dest bi weşana bi zaravê kurdî kirmanckî (zazakî) kir.

Di destpêkê de, weşana kirmanckî dê heftê carekê be. Pişt re dê bibe heftê du caran. Bernameyên radyoyê dê li ser rewşa civakî, aborî, siyasî ya Rûsyayê û herwiha li ser mêjû, edebîyat, ziman û kultura kurdên kirmanc (zaza) bin. Hûn dikarin guhdarîya radyoya Dengê Rûsya-Beşê Kurdî bikin.

Bernameyên zaravê kirmanckî (zazakî): Rojen pêncşemê, bi saeta Moskovayê, di saet 20.10î de. Bi saeta Dîyarbekir û Stenbolê, di saet 19.10an de.

Pêla (dalga) kurt, li ser 41 metre 7720 kîlohertz û 49 metre 6005 kîlohertzê.

Pêla navîn, li ser 228 metre 1314 kîlohertzê.

Li herêmên Hewlêr, Duhok û Kerkûkê, li ser pêla FM 94.

Li herêma Silêmaniyê, li ser pêla FM 94,5.

Herwiha hûn dikarin di Înternetê de jî guhdariya vê radyoyê bikin: www.ruvr.ru

Na xebere 2622 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.