zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
15 Adare 2011 Sêşeme 00:19

Rojnameya NEWEPELî Derket

Kesên ku dixwazin alîkarîyê bikin yan jî rasterast beşdarê xebata belavkirina rojnameyê bibin yan bi rojnameyê re têkilîyê daynîn, dikarin ji adresa newepel@hotmail.com re binivîsin.

Rojnameya NEWEPELî ku xwerû bi zaravayê kurdî kirmanckî (zazakî) diweşe, derket.

Rojnameya ku xwerû bi zaravayê kurdî kirmanckî (zazakî) ye û wek weşana komela Ziwan-Komê derdikeve, bi manşeta “Ziwan-Kom Ronîya” (Ziwan-Kom Hat Danîn) derket.

Rojnameya ku di destpêkê de dê ji 15 rojan carekê derkeve ji 8 rûpelan pêk tê, bi ebada tabldot derdikve. Rûpela yekemîn û ya dawîn rengîn, yên din jî reş û sipî ne. Di rûpela duyemîn de dersên ziman tên dayîn û alfabeya kurdî tê naskirin. Du rûpela sêyemîn de nûçeyên berdewama manşetê hatine dayîn. Rûpela çaremîn û pêncemîn wek rûpela hevpeyvînê hatiye diyarkirin û di vê hejmarê de hevpeyvîna ku Hulya Yetîşen bi hevsera Nuredîn Zaza Gilberte Favre Zaza re çêkiriye hatiye belavkirin. Di rûpela şeşemîn de ferhengok heye ku tê de pevyên ku di vê hejmarê de hatine bikaranîn cih digrin. Li kêleka ferhengokê jî pêkenokek û helbestek hatine dayîn. Di rûpela heftemîn de dîsa nûçeyên cur be cur hatine dayîn û di rûpela dawî de jî kulîlka hîro (hêro) hatiye dayîn û navê vê kulîlkê bi kirmanckî, kurmancî, goranî, soranî, tirkî û latînî hatiye dayîn. Di vê rûpelê de her hefte dê wêneyên çend sewalan bên dayîn û di bin de jî navê wan bi kirmanckî bê nivîsandin. Herwisa, di vê hejmarê de tevli nivîsa edîtor, sê nivîsên nivîskarên nuh ku berê li derekê nenivîsîne cih digrin.

Edîtorîya rojnameyê nivîskar Roşan Lezgîn û Bîlal Zîlan dikin, redaktorîya wê jî Roşan Lezgîn bi xwe dike. Desteya weşanê ji Seîd Aydogmuş, Ehmed Kasimoglu û Neymetullah Gunduz pêk tê.

Berpirsîyarên komela Ziwan-Komê dixwazin rojnameyê bi şêweya temsîlkar, belavkar û abonetîyê belav bikin. Kesên ku di vî warî de dixwazin alîkarîyê bikin yan jî rasterast beşdarê xebata belavkirina rojnameyê bibin yan bi rojnameyê re têkilîyê daynîn, dikarin ji adresa newepel@hotmail.com re binivîsin. Herwisa, agahîyên rojane yên derbarê rojnameyê de jî dişên ji lînka http://www.zazaki.net/html_page.php?page=newepel bişopînin.

Na xebere 4758 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Tu bi xêr hatî, Newe Pel!
Brûsk Agirî
Newe Pel li gelê me pîroz be!
Hezar sipas ji hemû kesan ra ku keda wan di vî karê hêja û pîroz da heye!
Serketin û serfirazî tim para we be! Hûn her bijîn!

Tu bi xêr hatî, Newe Pel! Temenê dirêj, zimanê shîrîn, xizmeta te giranbiha be!

Silavên dostanî,

Brûsk Agirî
15 Adare 2011 Sêşeme 22:55