zazaki.net
18 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
04 Teşrîne 2009 Çarşeme 17:36

Pêşbazîya Fiqrayên Kirmanckî (Zazakî)

[Pêşbazî]
Zazakî.NET

Malpera kirmanckî (kirdkî, zazakî, dimilkî) Zazakî.NET (www.zazaki.net) pêşbazîyeka fiqrayan a bi xelat organîze dike.

Jibo fiqraya yekê 250 TL, jibo ya duduyan 150 TL, jibo ya sisêyan 100 TL, jibo fiqrayên çar û pêncan jî, ji her yekê re 50 TL xelata madî û jibo fiqrayên ji şeş heta dehan jî xelatên mansîyonê tên dayîn.

 

Amanca Pêşbazîyê

Ji sedemê ku kurdî (kirmanckî, kurmancî) qedexe bûye û pê perwerde nebûye, herwisa, ji sedemê ku gelê me bûye amanca polîtîkayên asîmîlasyonê, lewre ji xwendin û nivîsandina zimanê xwe bêpahr maye. Zimanê ku pê neyê nivîsîn û xwendin, neşê bimîne. Roj bi rojê ji nav jîyana xelqê tê hilanîn, winda dibe diçe. Bi vî fikrî, em dixwazin bi hinek çalakîyan di nav gelê xwe de kultura xwendin û nivîsandina kirmanckî (zazakî) pêş de bibin. Bi organîzekirina vê pêşbazîyê, piçek be jî, em dixwazin xizmeta vê amancê bikin.

Ji ber ku fiqra kurt in, hêsan tên nivîsîn û hema bibêjin ku her meriv herî hindik fiqrayek-du fiqrayan dizane, dişê bi hêsanî çend fiqrayan binivîse, lewre em di serî de bi pêşbazîya fiqrayan dest pê dikin. Piştî pêşbazîya fiqrayan, îcar, em ê di mijareka edebî de; meqale, çîrok, helbest yan mijareka din de prosesa pêşbazîyan dewam bikin.

 

Şertên Pêşbazîyê

Zimanê fiqrayan tenê kirmanckî (kirdkî, zazakî, dimilkî) ye. Jin-mêr, ji heft heta heftêyan, her meriv dişê beşdar bibe. Hejmara fiqrayan jî sînorkirî nîne. Merivêk dişê bi fiqrayekê jî beşdar bibe dişê bi 10 yan 20 fiqrayan jî beşdar bibe. Lê tenê fiqrayeka beşdarek dikeve dereceyê. Hemî fiqra, piştî pêşbazîyê dê kom bibin û di kitêbekê de bêne weşandin. Ji vê çendê, gelê me, her kes çendî beşdar bibe, çendî zêde fiqra bêne şandin, jibo edebîyat û kultura me dibin dewlemendî.

 

Xelat tenê jibo 10 fiqrayên pêşîn têne dayîn

-Jibo ya yekemîn 250 TL

-Jibo ya duyemîn 150 TL                        

-Jibo ya sêyemîn 100 TL

-Jibo fiqrayên çar û pêncemîn, ji her yekê re 50 TL

-Jibo fiqrayên ji şeş heta dehan jî xelatên mansîyonê tên dayîn.

 

Şertên Beşdarbûyînê

-Fiqra divê bi alfabeya latînî ya kurdî bêne nivîsîn.

-Divê li gorî rastnivîsîna kirmanckî (zazakî) bêne nivîsîn.

-Fiqra, divê di komputerê de, wekî dosyaya wordê bêne nivîsîn û bi postaya elektronîkî ji navnîşana zazakinet@hotmail.com re bêne şandin.

-Ger beşdar bi navekî mustear binivîse jî, dîsa, divê navê xwe yê resmî û jibo têkilîyê numreya telefona xwe bide zanîn. Bê destûra beşdar, navê rastîn nayê eşkerakirin.

 

Derecedayîna fiqrayan

-Alfabeya kurdî rast hatîye bikaranîn?

-Qaydeyên rastnivîsînê tetbîq bûne? Yanî, li gorî qaydeyên kirmanckî hatîye nivîsîn?

-Fiqra çiqas aîdê jîyan û kultura kurdan e? Yanî, çiqas reng û bêhna kultura civata me di fiqrayê de heye?

-Ji alîyê estetîk û zerafeta pêşkêşkirina meseleyê, ji alîyê uslûba qalkirinê, kalîteya fiqrayê di kîjan dereceyê de ye?

-Taybetîyên fiqrabûyînê, yanî, mîzah çiqas têde heye?

(Fiqrayên ku ji zimanên din hatibin wergerandin, yên ku berê li derekî di hatibin weşandin û yên ku li derveyî exlaqê giştî bin, li ber çav nayên girtin.)

 

Encam û Dayîna Xelatan

Roja herî dawîn ya beşdarbûyîna pêşbazîyê 01 adar 2010 e. Roja 15 adar 2010 encam tê îlankirin. Piştî ku encama derecekirina fiqrayan temam bû û li Zazakî.NET (www.zazaki.net) weşîya, herî dereng di nav hefteyêke de, yan ji dest yan jî bi rêya posta û bankayê, xelat bîzat ji alîyê sposoran teslîmê xelatkirîyan dibin. Sponsorê vê pêşbazîyê, du welatîyên me yên kurdperwer in.

Bi rêzdarî tê îlankirin.

Zazakî.NET
Na xebere 2899 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.