zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
20 Adare 2015 Îne 09:57

Newroz e; Cejna Salê

Konê Reş

Bîst û yekê adarê

Destpêkirina buharê

 

Şaxên daran bişkivîn

Ji kulîlkên sor û şîn

 

Newroz e; cejna salê

Şev û roj hat qirarê

 

Rojên kevin hilatin

Rojin nû taze hatin

 

Rengê zemîn guherî

Şa bûn, şivan û kerî

 

Newroz e; cejna salê

Şev û roj hat qirarê

 

Xwîna mirov dijene

Pêre dil jî dikene

 

Keç û kurên me kurdan

Bi şahî dikin dîlan

 

Newroz e; cejna salê

Şev û roj hat qirarê

 

Dibe dema evînê

Dil li ser dil datînê

 

Çûk û çivîk dixwînin

Hêlînên xwe datînin

 

Newroz e; cejna salê

Şev û roj hat qirarê.

 

Konê Reş, Qamişlo, 20.03.2015

Na xebere 4393 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.