zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
27 Kanûne 2009 Yewşeme 18:52

Nameya Xwendevanekî

[Mesaj]
Mirad Gundikî

Mirad Gundikî

Sent:

Sunday, December 27, 2009 9:54:23

To:

info@zazaki.net

Di nava toka(toya) wan hestên ko min ji heyina xwe heta niho ji mirovên hêja re di dilê xwe de meyandiye, merheba zazaki.net-a hêja!

   Ezbenî !
 
   Min gellekê dixwest ko ez bi zazakiyê ji hewe re binivîsînim. Lê digel ko ez hez jê dikim jî, bo zazakiyê qels im, heta ko nizanim.
 
   Ez yeko yeko hez ji hemî nivîskarên zazaki.netê dikim. Ji xwe Serdar Roşan ezîzekê dilê min e û em hev ho baş nas dikin. Gellekê caran çiqasê haya nivîskarî ji xwendevanê xwe nebe jî xwendevan nivîskarî ( bi pirtûk û nivîsên wî ) ji xwe re dike heval, dost heta bira jîî.. vêca ez jî dibêjim qey bi taybetî Malmîsanij dostekê min yê " pişka serdilî" ye.
 
    Lê mebesta min ne ew e ko ez li ser kesayetî û nivîskariya we binivîsim. Dixwazim pêşiya her tiştî we pîroz bikim ko we mîsyona " Hawarekê " li xwe kiriye. Ez ne zaza me û ji ber kurdîniya xwe ez bi we serbilind û kêfxweş im. Ez herûher ji hevalên xwe yên zaza re dibêjim bi bextê min heke ez zaza bûma min hingî nanek bixwariya min dê nanek bo sedeqa serê nivîskarên zazaki.netê bidaya.
 
     Bi hêviya dom kirina xebatên we yên gelek û gelek giring..... Min viya ez li we bidim zanîn ko ti xebatên we li ber avê naçe û ka lê binêrin kesekê nezaza jî bi xebatên we serbilind e û hewil dide ko ji we tiştinan bigire.
 
   Bi silamên min yên ji dil û ji kakilê dilî.
 
   Mirad Gundikî
___________________________________________________
Ji Zazakî.NET bo birêz Mirad Gundikî desteguleka sipasdarîyê:
 
Na xebere 3215 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.