zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
09 Tebaxe 2022 Sêşeme 09:07

Mihemedê Cemîlê Seyda

Konê Reş

Mihemedê Cemîlê Seyda di sala 1918 de li Licê hatiye dinyayê û li roja 09.08.2005, li Qamişloyê çû rehmetê. Di goristana taxa Qudûr Beg de, li rex melle Ehmed Namî û şêx Maşûq û Kemal û Şêxmûs hatiye veşartin. Bavê wî Cemîlê Seyda, kurê Mihemed Hadî ye ku bi navê Seydayê Licî navdar e. Mihemed Hadî jî kurê Sebexetullah e, ew jî kurê Resûl Paşayê Sorî yê Rewandizê ye, ku ew jî birayê Kor Mihemed Paşayê mîrê Soran e.

Bavê Mihemedê Cemîlê Seyda, ango Cemîlê Seyda di sala 1925an de beşdarî di şoreşa Şêx Saîd kiribû. Piştî beravêtina şoreşê, ew jî wek tevayî hevalên xwe binxetîyê xeta fransî dibe, ango tê Sûriyê. Ji wê hingê ve Mihemedê Cemîlê Seyda jî bi bavê xwe re binxet dibe.

Li Sûriyê fransîzan Cemîlê Seyda jî dûrî sînorê Tirkiyê kiribûn û mîna şoreşgerên Serhildana Şêx Saîd, wan ew jî li Şamê kirbûn bin rûniştina zorê de. Di sala 1937an de dema ku serhildana Dêrsimê dest pê kir, Cemîlê Seyda digel Evdilrehîmê birayê Şêx Seîd û çarde peyayên din derbasî Tirkiyê bûn, pêleke baş di xaka Kurdistana bakur re meşiyan ku xwe bi Seyîd Riza ve bigihînin lê mixabin bi rê de yek ji hevalên wan bi navê Huseynê Sawirlî ku ajanê tirkan bû, li wan mikur hat. Wiha di nav wan û leşkerên tirk de bû şer û ceng. Di encam de Cemîlê Seyda û hevalên wî tev hatin kuştin. Cemîlê Seyda berî mirina xwe heyfa xwe ji Huseynê Sawirlî standiye, ew kuştiye.

Mihemedê Cemîlê Seyda li Şamê dixwîne û li ber destê Mîr Celadet Bedirxan fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî dibe. Di çend salên dawîn de wî çend pirtûk bi zimanê kurdî berhev kiribûn. Wek:

-Ferhenga Jîn, Kurdî-Erebî, Qamişlo,1987

-Elfabêya Nûjena Kurdî, 1995

-Jînenîgariya bavê min Cemîlê Seyda, 2000

Na xebere 880 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.