zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
13 Nîsane 2011 Çarşeme 10:43

Li Diyarbekir Kursên Kirdkî (Zazakî) Dest Pêdikin

Xeber: Zazakî.Net

Komela Ziwan Huner û Kulturî ZIWAN-KOM ku li Dîyarbekir fealîyet dike, çend kursên kirdkî (zazakî, kirmanckî, dimilkî) dide destpêkirin.

Hemû kurs bi metoda xebata atolye têne dayîn.

Grûba Yekem: Ji bo merivên ku kirdkî (zazakî) dizanin lê xwendin, nivîsandin, fêmkirn û qisekirinê de zehmetî dikşînin.

Grûba Duyem: Tenê jibo kurmancên (kirdasên) ku dixwazin xwendin, nivîsandin, fêmkirin û qisekirina kirdkî (zazakî) hîn bibin.

Kursên grûban hefteyê de rojek, her ders 2 saet,  8 hefte dewam dikin.

Kesên ku muracat dikin, hefteyê de kîjan roj û kîjan saet ji wan re munasib e, divê bellî bikin. Roj û saeta kursan piştî roja dawîn ya muracatê bellî dibe.

Hemî kurs li xanîyê nuh yê komela ZIWAN-KOMî tên dayîn.

Roja dawîn ya muracatê: 30.04.2011

Kesên ku muracat dikin, jibo têkilîyê divê numreya telefona xwe bidin.

 

Ji bo Têkilî û Muracatê:

E-mail: newepel@hotmail.com; rlezgin@hotmail.com

Tel: 0 412 228 14 55, 0 412 223 03 69

Adres: Lise Cd. 3. Sk. Elif Apt. Kat: 3, No: 11 Yenişehir / Diyarbekir

Na xebere 3492 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.