zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
12 Nîsane 2010 Dişeme 11:58

Li Dezgeya Serdemê Beşa Kurmancî

[Nûçe]
Can Êzîdxelo

Bo Dezgeh û Roşinbîrên Kurd

Bo çapemeniya Kurdî

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê bi gaveke nirxdar û bi wate, beşa kar û barê Kurmancî li dezgehê destpê dike. Wek destpêk, em ê beşekê di malperê de damezrînin, da em we li ser  hemû çap û weşanên dezgehê agahdar bikin. Beşa Kurmancî ji malpera me niha wek dest pê kiriye. Di demên pêş de, em ê hewl bidin ku malpera xwe bi rêk û pêk bikin. Navnîşana beşa Kurmancî ev e: http://www.serdam.org/kurdi/index.php

Dezgeha Serdem bo çap û weşanê, mezintirîn û bi hêztirîn dezgeh e li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê ye, serokê dezgehê jî Şêrko Bêkes e.

Dezgeh bi dehan pirtûk çap dike û van govaran diweşîne:

  • Govara SERDEM: werzî ye, taybet e bi nivîsên biyanî yên wergerandî.
  • Govara ZANISTÎ SERDEM: werzî ye, taybet e bi biwarên cuda-cuda yên zanistê, piştîvaniya xwe ji nûtirîn amrazên belavkirinê û Internet distîne.
  • Govara Ayînde: taybet e bi biwarê rewşenbîrî û wêjeya Kurdî û cîhanî.
  • Govara Mindallî SERDEM: mehane ye, taybet e bi giringîdana rewşenbîriya zarokan.
  • Rovar: dû-mehane, yerojname-govareke taybet e bi wan nivîser û navdarên warê wêje û rewşenbîriya kurdî ku serdemaanekî beriya niha dîrokek ji wêjeya xwe re dirust kirine.
  • Kitêbî Gîrfan /pirtûka berîkan/: pirtûkeke biçûk e, girîngiyê dide biwarên cuda-cuda ji felsefe, raman, wêje û zanistê.
  • Serdema Erebî /سردم العربي/: govareke taybet e bi nêzîkkirin û hevnasîna herdû gelên Kurd û Ereb.

Rêhevalên birêz...

Hun jî dikarin nêrîn û rexneyên xwe bişînin vê e-mailê: serdemkur@gmail.com  

Me ji nêrîn, pêşniyaz û rexneyên xwe bêpar nehêlin.

Can Êzîdxelo

(Bepirsê kar û barên keşa kurmancî yê dezgeha Serdemê)

Na xebere 3500 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.