zazaki.net
24 Nîsane 2024 Çarşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Nîsane 2010 Şeme 08:50

Le Monde diplomatique kurdî ya nîsanê derket

[Xeber]
Zazakî.NET

Hejmara meha Nîsanê ya rojnameya navneteweyî Le Monde diplomatique kurdî bi naveroka xwe ya dewlemend hat weşandin. Hat ragihandin ku rojname meha pêşiya me li Tirkiye’yê jî dê bê belavkirin.

Di hejmara nû de gotarên sebaret bi gotûbêjên Burqa yên li Ewrûpayê, ji dîrokê ve têkiliyên navbera rûs û kurdan, têkiliyên Îsraîl û Fransa sebaret bi kêşeya Filistîn, pêşbirka aborî ya navbera Dewletên Yekgirtî yên Amerîka û Çînê û herwiha rewşa Amerîkaya Latîn cih digirin.

Hevdem, gotara edîtorê rojnameyê Faysal Dağlı jî bernameya navokî ya Komara Îslamî ya Îranê û helwestên welatên rojavayî dinirxîne. Gotareke balkêş a Dr. John Hogan ve Prof. John Trumpour jî li ser nebûna stratejiya ragehandinê ya Hukmata Herêma Kurdistanê hûr dibe.

Di hejmara nû ya Le Monde diplomatîque kurdî de nivîsên Prof. İlhan Kızılhan, Hejarê Şamîl, Selig S. Harrison, Alain Gresh, Jean-Paul Chagnollaud, Françoise Barthélémy, Dany-Robert Dufour, Serge Halimi, Pierre Conesa û André Schiffrin jî hene.

Rûpelên vê hejmara Le Monde diplomatique kurdî ji aliyê ressamê kurd yê navnetewî Ahmet Güneştekin ve hatiye xemilandin.

Le Monde diplomatique kurdî Kurdish İndependent Media Group (İKMG) (Koma Ragihandinê ya Kurdî ya Serbixwe) ve tê weşandin. Le Monde diplomatique kurdî di meha sermawezê ya sala borî de dest bi weşanê kiribû. Rojname bi du zaravayên kurdî; kurmancî û soranî, tê çapkirin.

Hevdem, çav li rê ye ku rojnama Le Monde diplomatique meha pêşiya me li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê yê jî were belavkirin. Li gor rayedarên İKMG’yê wê di demeke nêzîk de ji koma Le Monde Diplomatique kurdî Govara Atlas jî bi zimanê kurdî biweşînin.

Mirov dikare ji navnîşana jêrîn xwe bigihîne malpera înternetî ya rojnameyê.

www.lemondediplo-kurdi.com

Ji bo têkilî û abonetiyê: info@lemondediplo.kurdi.com

Na xebere 3255 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.