zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Kanûne 2009 Îne 10:48

Le Monde Diplomatique Kurdî Ya Nû Derket

Zazakî.NET

 

Köln – Hejmara nû ya rojnama navnetewî Le Monde diplomatique kurdî derket. Le Monde diplomatique meha borî dest bi weşana kurdî kiribû û li Kurdistan û Ewrûpa bi zaravayên kurmancî û soranî dest bi weşanê kiribû.

Di hejmara nû ya rojnameyê de Prof. Andreas Buro bi sernavê ‘Gelo rê li ber çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka di navbera tirk û kurdan de vedibe?’ nivîsarekî nivîsandiye. Herwiha di hejmara nû de nivîseke dirêj yê rojnamevanê ereb Mihemed Cemal Barût ku li ser kurdên Rojava yên ku mafê welatîbûnê ji alî rejima Suriyeyê ve ji wan hatiye stendin cih digre. Akademîkera Norwecî Syove Bendixsen jî li ser çanda ciwanên bajêrên mezin yên Almanya û bandora îslamê li ser wan lêkolînekî nivîsandiye.

Di hejmara dûyem ya LMD kurdî de ji welatên cuda yên wekî Bîrmanya, Zapatîstayên Meksikayê, danîsana pirtûkekî li ser felsefevanê fransî Faochult û nivîsara edîtorê Le Monde diplomatique kurdî Faysal Dağlı cih digre. Li gel van nîvîsan, derbarê xetimandina rêyên dîplomatîkî yên di navbera Îran û Amerîkayê de rewşa belangaz ya çepgîrên Îsraîlê, nirxandiya 10 saliya euroyê, li ser desthilatiya seroka jin ya Şiliyê Bachaletê, doza dijî Pinoche, lûtkeya hawîrdorê li Kopenhagê jî çend ji mijarên hejmara nû ya Le Monde diplomatique kurdî ne. 

Nivîsên Le Monde diplomatique ji alîyê Îbrahim Seydo Aydoğan, Aynur Bozkurt, Cemîl Denli, Alîxan Serhedî, Loqman Turgut, Ergin Opengin, Muhsîn Ahmed, Amir Ahmad, Hardy Mohammed, Kawa Dastoorrah, Mesûd Diryaz, Ahmedê Mela ve tên kirin.

 

Li aliyê din Konsolxana Fransa ya Kurdistanê hefteya borî li Hewlerê ji bo destpêka weşana LMD kurdî resepsiyonekê dabû. Rayedarên fransî weşana vê rojnameyê wekî pireke navbera Kurdistan û Ewrûpa nirxandibûn. Herwiha TRT-Türk jî di heman rojan de li ser weşana LMD kurdî dosyayeka taybet weşandibû û derxistina LMD kurdî wekî pêngaveka mezin ya medyaya kurdî bi nav kiribû.

Le Monde diplomatique kurdî li ser înternetê jî bi lehçeya kurmancî û soranî weşanê dike. Navnîşana malpera LMD kurdî ev e: www.lemondediplo-kurdi.com

Ji bo têkilî û abonetiyê: info@lemondediplo.kurdi.com
Na xebere 18638 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
kurd
amed mardinli
bi xér be. inşelle mafen kürdan wé bétir béjé..
14 Kanûne 2009 Dişeme 16:37