zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
21 Tebaxe 2011 Yewşeme 13:07

Kovareka Nuh: Zanîngeh

Xeber: Zazakî.Net

Kovara zanist û lêkolinê Zanîngeh bi hejmara xwe ya yekê, bi awayê e-kovar li ser malpera www.zaningeh.net derket pêşberî xwendevanên kurd. Kovar, ji alîyê weşanên Zanîngehê ve bi alîkarîya koma xebatê ya Zanîngehê û bi alîkarîya malpera www.zaningeh.net derdikve.

Kovar li ser hîme zanistî û lêkolînî diraweste. Di pêşgotina kovarê de li ser navê kovarê berpirsyarê giştî nivîskar û lêkolîner Dilazad armanca kovara Zanîngehê mîna manîfestoyeke bi vî awayî hatiye gotin: “Civakên ku zimanê xwe yê zanistî ava nekiribin, di dîroka mirovahîyê de wek şaxekî qels dimînin an hildiweşin. Zanist, kûrahîya mejî û ramanên civakan e… Her civak li gorî kûrahîya zanîna xwe bi bandor e…

Em wek xebatkarên Koma Weşanên Zanîngehê bi van armancan ketin ser rêyekê nû. Heta niha bi tevahî rojname, TV, radyo û kovarên kurdî tenê li ser wêje û çandê rawestîyane. Me xwest em zimanê xwe di nav zimanê cîhanê de bidin naskirin. Bi vê armancê me xwest em zimanekî zanistî ava bikin. Ez hêvîdar im ku ev xebata me dê roj bi rojê geştir bibe.

Di kovara me de her cureyê zanistîyê tê weşandin. Çi zanistê civakî û çi zanistê teknîkî. Li gorî me, teknîk bi tena serê xwe kerr û kor û lal e. Zanistên civakî jê re dibin guh û çav û ziman. Dîsa, li gorî me zanistên civakî bi tena serê xwe paşdemayî û teasub û bêhişî ye. Zanistên teknîkî jê re dibin pêşdebirin û lêkolîn û hiş. Her zanist bi şaxekî xwe bi zanistê dî re giredayî ye. Bi tena serê xwe şaxeke zanistî têra mirovahîye nake. Li ba me hemû zanist alîkarê hev in. Em wan jev cuda nabînin. Bi vê armancê derîye me ji her cureyê zanistê re vekirî ye.”

Berpirsyarê giştî nivîskar û lêkolîner Dilazad li ser pirsa çima e-kovar jî, bi vi awayî bersiv da. “Ji ber ku dem dema teknolojîyê ye. Ji ber ku dem dema ragihandinê ye. Ji ber ku her kes her dem nikarê kovarên li ser kaxezê hatîye weşandin bibînê, bikirê û bixwîne. Ji ber ku belavkirina kovarên li ser kaxezê hatîye weşandin zor zahmet e. Ji ber ku çapkirin bimesref e. Ji ber ku xwendevanên kurdî kêm in. Ji ber ku nîyeta me ji bo mirovahîye xizmet e. Ji ber ku armanca me ne karê pera ye. Ji ber ku em xizmeta berîkan nakin, tenê xizmeta ayeteke Xwedê -ku ew jî zimanê kurdî ye- dikin. Ji ber ku em xwe pêş de bibin. Ji ber ku em xwe nas bikin. Ji ber ku em alaya zimanê xwe li serê çiyayên gerdûnê bilind bikin. Ji ber ku zanistî nekeve destê heramzadeyan. Ji ber ku rûmeta zanistîyê nekevê bin pîyan. Ji ber ku zanistî xwe naskirina mirov e. Ji ber ku em dixwazin civakeke raman-azad ava bibê. Ji ber ku jiyaneke bi rûmet bijîn. Ji ber ku yê bixwaze li kîderê, di kîjan demê û di çi mercî de be, bigihêje zanista bi kurdî.”

Di hejmara 1. de, Bahadîn Cibilgiravî bi mijara Hormonan, Seyîd Bênav bi mijara Naverokên Adan û Wezîfeyên Wan, Ridwan Xelîl bi lêkolîna Ragihandinê, Bawer Aslan bi lêkolîna Şane û Taybetîyên Şanêyan, Sidik Ergul bi mijara Şewb û Enfeksîyonên Şewbê, Hasan Erez di matematîkê de bi Jimare û Hejmar cih digrin.

Kovara Zanîngehê li ser malpera www.zaningeh.net tê weşandin. Yê ku bixwaze dikare kovarê li komputura xwe bar bike.

Ji bo pewendîya bi kovara Zanîngehê re

E-mail : zaningeh.net@gmail.com

Tel : 0 505 235 53 24 – 0 505 638 61 33

Malper : www.zaningeh.net

Hesabê Postayê : 6165091

Na xebere 3826 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.