zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
24 Çele 2014 Îne 18:45

Ji Weqfa Beşîkçî Xwarina Piştgirîyê

Komîteya tertîbkirina xwarina piştgirîyê ya bo Weqfa Beşîkçî hêvîdar e ku çi kesê dilxwazê Îsmaîl Beşîkçî ye, beşdarî xwarinê be.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ji bo vekirina şaxa xwe ya Dîyarbekirê xwarineka piştgirîyê tertîb dike.

Xwarina ku dê li roja 26 Çele (Ocak) 2014, Yekşem, saet 19:00, li Lîluz Otel bihê xwarin, Îsmaîl Beşîkçî û îdareya Weqfê jî dê li wir amade bin. Herwisa dengbêj û muzîsyen jî dê bi beşdarbûna xwe şênahîyê geş bikin.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî par li Dîyarbekirê li pişt Hemama Mêrgahmedê ku Qesra Cemîl Paşa û Mala Dengbêjan jî li wir in, xanîyekî Dîyarbekirê kirrîbû. Bi hatina ku ji xwarina piştgirîyê were, dê dest bi restorekirina xanî bibe. Piştî ku restorasyon temam bibe, hem dê xanîyekî restorekirî li Dîyarbekirê zêde bibe hem jî dê ji bo xurtkirina nasnameya kurdî, herwisa pêşdebirina kultur, huner û edebîyata kurdan mazûvanîyê bike.

Beşdarîya bo xwarina piştgirîyê bi “karta vexwendinê” dibe.

Her karteka vexwendinê 250 TL ye.

Ji bo temînkirina karta vexwendinê telefon: 0532 256 48 09 (Ahmed Kanî)

Komîteya tertîbkirina xwarina piştgirîyê ya bo Weqfa Beşîkçî hêvîdar e ku çi kesên heskirîyên Îsmaîl Beşîkçî ye, beşdarî xwarinê be.

Na xebere 4048 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.