zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
31 Tebaxe 2011 Çarşeme 08:59

Ji Hunermend Nîzamedîn Ariç Daxuyanî

Xeber: Zazakî.Net

Hunermendê navdar yê muzîka kurdî Nîzamedîn Ariç derbarê rewşa Kurdîstana Başûrê Rojava de daxuyanîyekê belav kir.

Daxuyanîya hunermend Nîzamedîn Ariç bi awayê li jêr e:
 
Ji bo hunermendên gelê min,

Hunermendên qedirbilind, xwîşk û birayên min. Têkoşîna gelê me ya ji bo rizgariyê îro di merheleyeke gelek dijwar re derbas dibe.

Şoreşa li welatên ereban êdî gihîştiye Sûriyê û Kurdistana Rojava jî. Herçiqas hêviyên min gelek xurt bin jî, dîsa ez bêendîşe nîn im. Gelê me yê li Kurdistana Sûriyê ji bo têkoşîna me her dem alîkariya gelek mezin kiriye. Dema ez jî ji welatê xwe hatim bi dûrxistin min xwe sipart Kurdistana Sûriyê. Min bi xwe jî dît ku kurdên Sûriyê alîkariya hemû kurdên ji parҫeyên Kurdistanê dikirin, nedixwarin bi me didan xwarinê û bi dil û can beşdarî doza me ya netewî dibûn. Lê belê em nikarin bibêjin ku kurdên ji perҫeyên din jî îro, di vê roja wan a teng û dijwar de bi heman hesasiyetê alikariya Kurdistana Sûriyê dikin.

Îro li Sûriyê trajediyeka gelek mezin di rojevê de ye. Desthilata Baasê her roj bi zêdetir xwînrijandina gelê Sûriyê ve hovîtiya xwe careka din dîyar dike. Di demeka nêzîk de ev rewş dê bê guhartin, Beşar Esad û desthilata Baasê wê ji Sûriyê bên dûrxistin. Gelo em kurd di vê rewşguhartinê de dê bikaribin kîjan maf û berjewendiyan bidest bixin? Ev pirs ji bo hemû Kurdan pirseke gelek girîng e.

Helwêsta siyaseta kurdên Kurdistana Tirkiyê û Iraqê li hemberî rewşa birayên me yên li Sûriyê gelek tevlihev û xembar e û ji bo doza me ya netewî jî bifikar e.

Gelek pêwist e ku em hunermendên kurd bêyî ku li benda helwêsta siyasetmedaran bimînin, bilez çalakiyan amade bikin. Divê Kurdistana Sûriyê bi ser keve; ji bo vê jî pêwist e ku em bi hev ra kar û xebatê bikin. Têkçûnek ya li Kurdistana Sûriyê dê bibe têkçûna me hemûyan!

Divê em komponîst, bestekar, stranbêj, sazbend, helbestvan, nivîskar, derhêner, wênekêş û lîstikvan di derbarê doza me ya neteweyî de bibin xwedan hesasiyeteke kûr, bi ramaneke neteweyî berheman amade bikin, projeyan pêş de bibin û bi berpirsiyarî di nav gelê xwe de cihê xwe ê layîq bigirin.

Warin, em bi hev ra piştgiriya tevgera giranbuha ya Kurdistana Sûriyê ku bi rêberiya ciwanên kurd de dimeşe bikin.

Warin, em ji bo ciwanên xwe û azadiya xwe stranan amade bikin.

Warin, em ji bo pêşdaҫûyîn û berfirehkirina çand û hunereke neteweyî gavan biavêjin

Ez bang li hemû xwîşk û birayên xwe yên hunermed dikim, ku em bi tevayî bi projeyên hunerî yên Kurdistanî û azad dengê xwe bilind bikin.

Bi hêviya bersîv û pêşniyariyên we, ligel silavên rêzdarî û biratiyê.

Nîzamedîn Ariç Almanya, 19.08.2011 nizamettin-aric@gmx.de

Na xebere 3608 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.