zazaki.net
29 Adare 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
28 Tebaxe 2009 Îne 17:33

Ji Bîrûraya Giştî re

[Belavok]
Zazakî.NET

JI BÎRÛRAYA GIŞTÎ RE

 

Bêyî ku qet proje yan pêşniyareke çareserîyê bête pêşkêşkirin, xaleke bi navê “Vebûna Kurd” xistin rojevê û ba û bahoz li dora wê hat rakirin. Sîstema serwerîya Tirk û sîyaseta Tirk a gelemperî ketiye nav krîzeke kûr; ji ber ku êdî nikane wek berê birêve bibe. Vê krîza sîstemê bi jihevketina pergala dinyê dest pê kir, bi têkoşîna li Kurdistana Bakur û statuya Kurdistana Başûr kûr bû. Hemû tarîfên Komara Tirkîyê (KT) pûç bûne, lewra li tarîfên nuh digere ku hebûna xwe bi wan bidomîne. Hîmê vê “vebûn”ê, bi rotûşên qismî domandina kolonyalîzma li Bakurê Kurdistanê ye. Armanca “vebûn”ê ne çareserkirna pirsgirêkê ye; armanc jihevxistina tevgera rizgarîya Kurdistanê -ku bi xwe hêza çareser a vê pirsgirêkê ye- û bi tevayî muxalefeta welatparêz e.

Sîyaseta înkarê ya ku bi salan domandin, nuha dixwazin bi vî awayî bidomînin: Erê yek bi yek Kurd hene, lê netewa Kurd, Kurdistan tuneye. Heke meriv bibêje, erê Kurd hene, lêbelê netewa Kurd, Kurdistan tuneye, ev dibe sextekarî. Referansa hebûna yek bi yek Kurdan Kurdistan e. Gelê Kurd, gelê otokton ê welatê xwe ye. Di van şertan de welatparêzî ew e ku meriv rastîya netew-welat bide pêş û li dijî çareserîyên sexte raweste.

Hinek rêxistin û xwendayên Kurd ku xwe wek rewşenbîr didin xuyakirin jî pişta vê sîyasetê digirin; ji bo rasyonalkirina sîyasetên ku bêstatubûn û teslîmîyetê ferz dikin di nav hewldanan de ne; şikandina nîrê kolonyalîzmê û serxwebûnê wek bi zirar û ne mumkin didin xuyakirin; ev yek jî bi îbret tê şopandin.

Em bibîr tînin ku, em van têgîhaştinên ku mafên ji bo hemû gelên dinyê pêwîst û kêrhatî ji bo netewa Kurd wek maf nabînin, qebûl nakin, wan şermezar dikin û bang li welatparêzên Kurdistanê dikin ku li ser vê mijarê hişyar û hesas bin.

Yên ku îmza kirine:

Bedran Acar

Fırat Acar

İbrahim Acar

Selim Acar

Terzan Adıbelli

Gurbet Adıbelli

Mahmut Ağamolla

Ahmet Akın

Fadime Aktert

Vehbi Aktert

Aziz Alış

Mahmut Alpşen

Fethi Arslan

M. Emin Aslan

A. Selman Aşkın

Tuncay Atmaca

Hüseyin Avcu

Diyar Aydın

Hanefi Aydın

Sait Aydoğmuş

Rojhat Badiki

Sulheddin Baki

Berwarto

A. Vahit Bilge

Baran Boksan

Berzan Boti

Sıddık Bozarslan

Rıdvan Bulgak

Davud Çalıştıran

Vakkas Çelik

Sinan Çiftyürek

Şükrü Derin

Felat Dılgeş

Ahmedê Dirihî

Hüseyin Dündar

Tahir Ege

Mehmet Emşen

Şerif Erten

İhsan Espar

Celal Evin

Ahmet Geçer

Derviş Genç

Cemil Gündoğan

Deniz Gündüz

Can Gülşenoğlu

Vedat Güzel

Zeynel Abidin Han

Ferec Irmak

Şemseddin Işıklı

Ali Kemal İncesu

Mustafa Kalhan

Amed Kani

Remzî Kerîm

Abdullah Keskin

Rûken Bağdu Keskin

Edman Kino

İhsan Kınık

Abdülmenaf Kıran

Muzaffer Kızıl

Ekrem Korkusuz

Nursin Kotan

Ahmet Kurt

Cabbar Kurt

M. Ali Kut

Mahmûd Lewendî

Alan Lezan

Roşan Lezgîn

M. Malmîsanij

Caziye Mantu

Mehdiye Mantu

Alişan Mercan

Seydxan Mercan

Fevzi Namlı

Ahmet Nede

Mahmut Nêşite

Suphi Orak

Mîr Osman

A. Kadir Öksüz

Ahmed Önal

Metin Öncel

Abdurrahman Önen

Ekrem Önen

Fuat Önen

Nezire Önler

Özgür Önler

Fadıl Özçelik

Hatip Özer

Ramazan Pertev

Cemal Piran

İsa Polat

Lokman Polat

Laleş Qaso

Serhed Qers

Baran Rızgar

Serdar Roşan

Mehmet Salih

Metin Sandalcı

Beşir Sansür

Rıfat Sefalı

Zınar Soran

İhsan Şener

Ferac Temel

Cemal Tunç

Şaban Turgut

Sedat Uğur

Halit Uso

Xidir Uso

Memet S. Uzun

Paşa Uzun

Şehmus Üle

Seid Veroj

Şeref Yalçın

Hatice Yaşar

Cafer Yıldırım

H. Hüseyin Yıldırım

Mehmet Yılmaz

Aziz Yücedağ

Aso Zagrosi

Sıtkı Zilan

Na xebere 5016 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.