zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
23 Çele 2010 Şeme 19:49

Hevpeyîvîn bi Serhad Bapîr re - I

[Hevpeyîvîn]
Roşan Lezgîn

Beş  - I

Roşan Lezgîn: Kek Serhad, tu zêdetir bi resamîya xwe navdar î. Tu resm û grafîkên gelek ciwan û xweşik çêdikî. Herwisa, tu dinivîsî jî. Wekî entellektuelekî hêja yê ji neteweya kurd tu bala xwe didî ser meseleyên gelê xwe.

Pêşî ez ji devê hevalekî xwe, ji devê birayê me Dara Cibran pêhesîyam ku jina te yunan e. Tu bi malbata xwe re li Yunanîstanê dimînî. Te jina xwe û zarokên xwe li Yunanîstanê fêrî zimanê bav û kalên xwe kurdîya kurmancî kirine. Vê yekê heyecaneka mezin da min. Lewre jî min xwest ez te ji nêzîk ve nas bikim. Min hertim jiyana sade ya kesên hunermend û roşinbîr meraq kirîye. Û jixwe piştî ku min bi rêya telefonê bi endamên malbata te re yek bi yek axaft, hingê ev fikr hat bîra min. Ger destûra te hebe, ez dixwazim suhbetekê bi te re bikim û bi xwendevanên Zazakî.NET re parve bikim.

Dibe ku xebera te jî jê hebe, lê ez bi xwe li welêt di nav gelê kurd de me, ez ji nêzîk ve kurdan taqîb dikim. Ez dibînim ku bi hezaran malbatên kurdan li nava dilê Kurdistanê, em bibêjin, li navenda Dîyarbekir, li bajarok û gundên Diyarbekirê, terka zimanê bav û kalên xwe dikin, bi zarokên xwe re bi zimanê dagîrkerên xwe, bi zimanê zulmkarên xwe, ango bi zimanê tirkî diaxifin. Dema ku meriv ji wan re dibêje, çima hûn terka zimanê bav û kalên xwe dikin, dibêjin em asîmîle bûne, em asîmîle dibin, em nikanin li hemberî asîmîlasyonê tiştekî bikin. Yan jî dibêjin, zarokên me bi tirkî perwerde dibin, em dema ku bi tirkî bi wan re neaxifin, dê li dersa xwe germ nebin, di xwendegeyê de bi ser nekevin. Axir di şibhê van tiştan de ji hezar newalî avê dikêşin da ku ji tirkîaxaftina xwe re fitwayan peyda bikin. 

Di meseleya zimanî de tu û malbata xwe mînakeka gelek grîng in. Ger destûra cenabê te hebe, ez dixwazim tenê em di çerçewaya ziman û zarokan de suhbeta xwe bikin.

Ji serî de em dest pê bikin, gelo tu dikanî ji kerema xwe piçekî  berfireh qala xwe bikî?

Serhad Bapîr

Serhad Bapîr: Li anagorê qeyda nifûsê, ez di sala 1964a da li bajarê Tetwanê hatime dinê û dê û bavê min navê min Evdila danîne. Berîya 25 salan, dema ku ez wek multecîyekî polîtîk hatim Yunanîstanê, min navê xwe Serhad Bapîr danî. Bavê min Mele Seîd Çeliker bi eslê xwe ji Cizîra Botanê ye, bav û bapîrên bavê min jî bi gelek neslan her mele bûne. Gorra bapîrê bavê min Mele Emer li gundê Şerefîka ya Silîvanê (Farqîn) ye û ev gor li vê deverê zîyaret e.

Bavê min di nava salên 1950yan da, ji bo [ku] meletîyê bike, tê ba eşîreta Alikan ya koçer. Li wir çend salan meletîyê dike û paşê dilê wî dikebe keça Hecî Elîyê bapîrê min. Her çiqas koçer qet naxwazin keçên xwe bidin dêmanîyan, dîsa jî bapîrê min Hecî Elîyê bawermend ji bo ku bi duayên meleyekî axîreta xwe jî têxe nav garantîyê, keça xwe Fetîhayê dide bavê min Mele Seîd. Herçî bapîrê min Hecî Elî ye, ew xweyê malbatekî mezin yê xweşhal û xwedîyê gelek birrên pez bûye. Eşîreta Alikan di berîya wan salan da, di nava biharê da dihatine zozanên çîyayê Nemrûd [Nemrûda Tetwanê] û bi despêka payîzê ra vedigerîyan deştên Batmanê û Silîva, lê ji salên 1950yî û pê va her diçûn zozanên çîyayê Sîpanê Xelatê. Gelek zozanên çîyayê Sîpanê Xelatê hene, ew diçûn zozanên ku li serdestê gundê Wêranqazê ya Elcewazê.

Herçiqas navê çîyayê SîpanSîpanê Xelatê” be jî, ew ji bajarê Xelatê qederek dûr e û ew nêzîkê bajarê Elcewazê ye û herwusa, herçiqas ku bajarê Elcewazê jî kevn e, xwiya dike ku berê bajarê Xelatê navendekî mihûm bûye û dibe ku hê jî kevntir bûye, lewra navê vî çîyayê “Sîpanê Xelatê” danîne.

Heta sala 1992yan xalanên min diçûn zozanên çîyayê Sîpanê Xelatê û paşê dewleta tirkan derketina gelek zozanan û herwusa jî yên Sîpanê Xelatê yasax kir. Jîyana serbest ya koçertîyê, karê xweyîkirina pez û bereketa vî karî ji bo koçeran êdî bû hesret, derd û kul. Her di sala 1993ya da kurekî min çêbû û me navê wî “Sîpan” danî.

Koçer mecbûr man êdî di kêlaka bajar û qesebeyan da, di nav feqîrtî û bêçaretîyê da bijîn. Berê ji alîyê Cizîra Botan şivanên zana û kêrhatî dihatin û bi miaşekî mezin -ji miaşê memûrên dewleta tirkan zêdetir- li ba koçeran şivantîyê dikirin, lê niha êdî koçer bi xwe, bi nanûziko ji gundîyan ra şivantîyê dikin.

Ji qelema Serhad Bapîrî Fetîha Çeliker & Mela Seîd Çeliker

Piştî ku dê û bavê min dizewicin ew di nav koçeran da namînin, di wan salan da, bapîrê  min Hecî Elî li Tetwana Kevn xanîkî xweş yê duqat, baxçe û zevîyekî gelek mezin kirrîbû. Di nav vê zevîyê da aşekî avê jî hebû. Dê û bavê min tên di vî xanîyê hanê da dimînin û bavê min li vî mal û milkê hanê xweyîtîyê dike. Em çar kur û keçek li vî xanîyê hanê da têne dinê. Lê di nava salên 1960an da bavê min qerara xwe dide û dixwaze wek karker here Almanyaya Federal. Hingê, ji Tirkîyê û ji bakûrê Kurdistanê gelek kes wek karker diçûn Almanyayê. Bavê min malbata xwe hildide û tê gundê Zerbîyayê ya Silîva. Li Zerbîya pîra min Nafîye, xatî û xalên bavên min dijîyan. Bavê min tevî hev 2-3 salan li Almanyayê dixebite. Piştî ku vedigere li bajarê Silîvanê ji xwe ra xanîkî dikirin. Li Silîvanê birayekî û du xwişkên min têne dinê. Min û birayê min Feysel ê ku sal û nîv ji min piçûktir e, me di eynî salê da dest bi mektebê kir. Sala ku mekteba bi navê “Fevzî Çakmak” vebû, me jî tê da dest bi xwendinê kir. Her di wan salan da em leqayê zimanê tirkî hatin. Di wan salan da dema ku meriv dersek da dima, meriv salekî xwe yê xwendinê wenda dikir. Birayê min Feysel ji ber ku di dersa zimanê tirkî “türkçe”yê da dima, di mekteba despêkê da wî du salên xwe yên xwendinê wenda kirin.

Kar û xebatên ku bavê min pê mijûldibû û pê îdara mala xwe dikir baş nedimeşîyan, di bihara sala 1973ya da me mala xwe bir bajarê Batmanê. Em li Batmanê sê mehan man û piştî ku mekteb tatîl bûn me mala xwe barkir û em dîsa vegerîyan bajarê Tetwanê. Li Tetwanê di navbera salên 1973 û 1984an da sê xwişk û birayekî min jî hatin dinê, bereket di nav da be, em bûn donzde xwişk û bira, şeş kur û şeş jî keç.

Roşan Lezgîn: Xwedê we biparêze. Belê kerem bike…

Serhad Bapîr: Gelek sipas. Bavê min, ku du sal berîya niha, di sala 2007a da wefatkir.

Roşan Lezgîn: Xwedê rehma xwe lê bike.

Serhad Bapîr: Rehma Xwedê li mirîyên te be jî. Bavê min ji dema xortanîya xwe û pê va bala xwe daye xwendinê û ew meraqdarê zanînê bû. Herçiqas ku ew meleyekî têrgihîştî û şareza bû jî, wî meletîyê di mizgeftan da nekir. Ew di xortanîya xwe da diçe Binxetê û Cegerxwîn dibîne, 2-3 sal piştî bi awayekî trajedîk mirina Celadet Bedirxan, dema ku kekê min ê mezin tê dinê, hingê navê kurê xwe “Celadet” datîne. Herwusa wî di sala 1979a da, navê hin zarokên xwe “Amed”, “Laleş”, “Gulageş”, “Newroz” û “Rewşan” danî. Wî hizkirina ziman û welat, xwendinê û perwerdebûyînê da hemû zarokên xwe. Ji donzdeh zarokên wî neh zarok zanîngehê xwendin, dido lîseyê qedandin û yek jî dibistana despêkê.

 Mela Seîd Çeliker & Serhad Bapîr

Di despêka salên 1970yan da, kekê min Celadet li Dîyarbekirê, di lîseya Zîya Gökalp da bi awayê “nivistî” (yatılı) dixwend, dema ku me mala xwe barkir û bir Tetwanê, êdî fikrên welatparêzî û çepîtîyê jî bi rêya kekê min Celadet kete nav birayên piçûktir jî. Di wan salan da li Tetwanê “Komeleya Çanda Şoreşger (Devrimci Kültür Derneği) hebû. Di despêkê da hemû şoreşgerên kurd di nav vê komelê da bûn, lê paşê, ji ber ku yên herî bi hêz ji grûba “Rizgarî”yê bûn, komele ket destê wan. Ez ji sala 1977a û pê va diçûm vê komela hanê, vê komeleyê paşê navê xwe guhert û kir “ASDK-Der” - Komeleya Çanda Demokratîk ya li Himberê Kolonyalîzmê (Anti-Sömürgeci Demokratik Kültür Derneği).

Di nav vê komeleyê da bi zimanê tirkî perwerdeya “klasîkên” marksîzmê dihate dayîn. Semînerên li ser pirsa netewî û kolonyalîzmê, li ser pirtûkên Lenîn û Stalîn û yên mayîn pêk dihatin. Wek xort me baş bi zimanê kurdî dizanibû, di nav malê da û bi nas û dostan ra me her dem bi kurdî xeberdida, lê li komeleyê sîyaset dihate axaftin û zimanê vê sîyasetê jî zimanê tirkî bû. Hizra mîllî ya bi israr axaftina bi zimanê kurdî li ba me tunebû. Di rastîyê da, me weşanên serokên xwe yên asîmîlebûyî dixwend û her bi wê termîlojîya wan ya bi zimanê tirkî me sîyasetê dikir.

Roşan Lezgîn: Ma qey tu îstîsna tune bûn?

Serhad Bapîr: Belê hebûn. Li Tetwanê meleyên welatparêz hebûn. Lê li derdora grûba Rizgarîyê da, di warê zimanê kurdî da kesê herî bi qerar, mamê Feqî Huseynê rehmetî bû. Me hemûyan dizanibû ku Feqî Huseyn bi xortan ra tu carî bi zimanê tirkî nedipeyvîya, herwusa jî, di dema zîyareta wî da, li mala wî da tu hevalî nediwêrî bi zimanê tirkî xeberbida. Ev xusûsîyeta Feqî Huseyn bala min jî dikişand.

Di despêka payîza 1978a da, ji bo ku ez dest bi lîseyê bikim ji bo cara pêşî derketim derveyê welat, çûm Stenbola Tirkîyê. Hingê kekê min ê mezin li Stenbolê di Fakulta Çapayê da “tib”ê dixwend. Min di lîseya “nivistî”  (yatılı) ya bi peran ya “Vefa Lisesi” da salekî xwend. Di vê lîseya hanê da derdorê 10-15 xortên kurd yên ji Vartoyê û hin deverên din yê Kurdistanê hebûn. Dema ku meriv ji welatê xwe dûr be hingê dibe ku hizkirin, bêrîkirin û meraqa meriv ya li ser zimanê meriv jî zêde bibe. Li ba min wusa bû. Ez carna ji bo sehkirina dengê zimanê kurdî diçûm taxa Sultan Ahmedê, li wir di nav kuçeyan da digerîyam, di nav xanîyên kevn û xirbe da qederek kurdên ji Meletyayê dijîyan.

Hingê ez 15-16 salî bûm û min digot qey ferhenga zimanên kurdî û tirkî tuneye û min bi dizîka va dest bi berhevkirin û nivîsandina gotinên kurdî kir. Bi anagorê zanîna xwe min derdorê 500 gotinên kurmancî berevkir, lê rojekî min li mala hevalekî da “Ferhenga Khurdî-Tirkî” ya Mûsa Anterê rehmetî dît, bi wî zaroktîya xwe, min çavnebarî kir û ez berketim ku va ye hinan berîya min ferhengekî nivîsandine û weşandine! Ez dixwazim li vir derheqa vê ferhengê de tiştekî bibêjim. Dema ku min vê ferhengê meraq kir û di înternetê da ez lê gerîyam, li cihekî da dihate gotin ku ev ferheng ya Musa Anter e û di sala 1967a da li Stenbolê ji alîyê “Yeni Matbaa” va hatîye çapkirinê. Lê tiştê ecêb ew e ku di hin çavkanîyên di derheqa Musa Anterê rehmetî da qet behsa vê ferhengê nayête kirin.

Paşê ez pêhisîyam ku va ye ferhengekî din jî heye. Bi vî awayê ez ji nivîsandina ferhenga kurdî û tirkî sar bûm. Her di despêka sala 1979a da sîstema îdareya urfî (sıkıyönetim) li Stenbolê hatibû îlankirin û ji ber ku lîseya Vefayê di destê fraksîyonên çepê tirkan da bû, behsa serdegirtin û oxulmeya jendermeyan dikahate kirin, di van şertan da min wan kaxidên wan gotinên ferhenga xwe şewitandin. Min li Stenbolê tenê salekî lîseyê xwend û ez dîsa vegerîyam welatê xwe.

Roşan Lezgîn: Belê, piştî ku meriv wisa li xerîbîyê bibe xwedîyê tecrube û vegere welat, êdî bi çavekî din li derûdora xwe dinihêre. Kerem ke.

Serhad Bapîr: Bavê min dema ku di sala 1969a da ji Almanyayê vegerîya, bi xwe ra radyoyekî mezin ya bi marqeya Grundig anîbû. Çewa ku bavê min digot, bihayê vê radyoyê ji bihayê televîzyonekî zêdetir bû, lê ji ber ku hingê hê weşanên televîzyonê li Tirkîyê û li perçeya Kurdistana bindestê Tirkîyê da dest pê nekiribû, wî vê radyoya hanê kirîbû. Gelek pêlên kurt yên vê radyoyê hebûn û herwusa beşekî vê radyoyê hebû ku li serê “satelit” dinivîsand, lê hingê me maneya vê gotina hanê nizanibû. Werhasil ev radyoyekî piralî û entîke bû. Ji sala 1975-1976a û pê va, di mala me da me radyoya Êrîvanê guhdar dikir. Dibe ku berê da jî, ji alîyê mezinan va dihate guhdarkirinê. Her roj berêvarkî di navbera siet 5 û 6a da û êvarê jî ji 8:30 heta 9a. Gelek caran ku ez li sûkê bûm û hêdî-hêdî wextê radyoya Êrivanê dihat, min dev ji civata hevalan berdida û diçûm malê. Piştî 2-3 salên din êdî haya me ji radyoya Bexdayê jî çêbûbû, lê ev radyo li ber dilê me wekî ya Êrîvanê ne şêrîn û rind bû. Her roja yekşemê muheqeq radyoya Êrîvanê wê sitranekî Şivan Perwer danîya serê, sitranên Şivan û yên Aramê Tigran û yên gelek hunermendên din gelek xweşî min diçû, gelek caran li ber van sitranan û li ber pîyesên radyoyê ez kelegirî dibûm, lê belê carna, dema ku wextê qedandina radyoyê dihat û sitranên kurdî di nîvî da nişka va dihate birin, ev yek gelekî zora min diçû û her carê min ê dijûna ji Yekîtîya Sovyetê ra bidaya. Ji ber ku ez terefdarê teşkîlatekî kurdan yê ku Yekîtîya Sovyetê di pirsgirêka kurda da rexne dikir bûm, min bê tirs dijûnê “Mekke”ya komunîstan dikir.

(Hevpeyîvîn dewam dike>>>)

Ji bo dîtina resm û grafîkên Serhad Bapîrî bitikîne>>>

Ji bo beşa duduyan bitikîne>>>

Ji bo beşa sisêyan bitikîne>>>

Ji bo beşa çaran bitikîne>>>

 

Na xebere 6888 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.