zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Temmuze 2022 Dişeme 09:30

Hesen Hişyar Serdî: Jîyan, Têkoşîn, Berhem

Dilawerê Zengî*

 

Millet’im rabe binêre îro çaxê xweserî

Kes ji te pê ve nemaye dîl û jar û bêserî

Ma ne şerm e, em tenê mane di bin destê neyar

Ta bi kengî wer bimînin, ew şivan û em kerî

Hesen Hişyar Serdî

 

Hesen Hişyar kurê Mistefayê hecî Umer e, ji Kurdistana Bakur, ji wîlayeta Diyarbekir, qezaya Hêneyê, gundê Serdê ye. Ji malbat û barîxa wan re Sadiqan tê gotin, ku ji eşîra Zirkî ne.

Di sala 1907an[1] de hatiye dinyayê. Piştî ku temenê wî bûye heft salî, li ber destê meleyê gund Hadî Emîn dest bi xwendinê kiriye. Piştî mirina bavê wî, diya wî ku ji kurdên Zaza ye, wî dişîne gundê xalê wî Dêrqamê, li wir li ber destê xalê xwe şêx Ehmed çend kitêbên din ên dînî dixwîne. Piştî ku bîrwer dibe, li ber destê mamostayekî penaber bi navê Haşim sê sal dixwîne.

Di dema Cenga Cîhanê ya pêşîn (1914-1918) de, piranîya bûyerên wê cengê tên bîra wî, nemaze pergala birçîbûnê, nexweşîyê û penaberîyê. Giraniya şer ketibû Kurdistanê ku hingê li enîya tixûbê Qersê bû. Piştî salekê leşkerên Usmanî berûpaş ve dikişên, roj bi roj ji enîya şer bi şûn de vedigerin, heya ku enî tê Erzerom, Wan, Bidlîs, Artvîn û Mûşê. Kurdên van hawîran tev de welat berdidin û penaber dibin.

Pergala enîya şer li deşta Parsînê, Erzerom û Hesenqelayê pir xirab e. Ev qad, li tixûbê Kurdistana Bakur û ûris dikeve. Gundê Hesen Hişyar û malbata wî, li dora not mal in. Ji gundê wan çil û heşt peya diçin wî şerê mirovxwer, yek ji wan jî venagere. Di wî şerî de, leşker di nav berfê de, bê çek û xwarin tev de, ji ber sipî û nexweşîyan qir dibin. Rewşa kurdan û welatê wan Kurdistanê pir dijwar bûye.

Di 16.05.1916an de û di riya her sê dewletên mezin Rûsiya, Brîtanya û Feransayê re û bi navînkirina peymana Saykis-Pîko, Bakurî Kurdistanê ji Tirkiyê re, başûrî Kurdistanê ji Îraqa nuh re, rojavayê Kurdistanê jî ji Sûrîyayê re tê hişrtin. Jixwe Rojhilat tev di bin destê Îranê de maye.

Piştî rûxandina dewleta Usmanî, kurd derfet û firsendeka nuh di derbirîn û çareserkirina pirsa xwe de dibînin. Nemaze di danezana rêbaza Wilson ya çarde xalan de, ji bo mafên miletan bi azadî û serxwebûnê bête çespandin. Lê mixabin biryarên Sêvrê, li kongireya Lozanê, di roja 23.07.1923 de hatin binpêkirin û hevkaran soz û peymanên xwe bi kurdan û Kurdistanê re xwarin.

Piştî têkçûna peymana Sêvrê û îmzakirina peymana Lozanê, di 29.10.1923 de, Komara Tirkiyê hat îlankirin. Hebûna kurdan hat windakirin. Li ser vê yekê, hinek serbaz, axa, beg, şêx û rewşenbîrên kurdan li Erzeromê di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî de, bi navê Komîteya Îstîqlala Kurdîstanê, yan jî tevgera Azadî rêxistineka siyasî dadimezirînin. Di çiriya paşîn ya 1924 de, ji nişka ve Xalid Beg û mebûsê Bidlîsê Yûsif Ziya têne girtin û li Bidlîsê bê pirs û bersiv têne dardekirin. Ev rêxistin, bingeha pêxistina agirê şoreşa Şêx Seîdî ya li sala 1925 bû.

Hesen Hişyar Serdî jî tevlî wê serhildanê dibe. Di gelek enîyên cengê de, berevanîyeka lehengî û mezin dike. Di nava agirê şer û cengê de, nexweşî, dijwarî, xinizî, mêranî, qehremanî, cangorî û pakrewanî tev bi çavên serê xwe dibîne. Lê newqa xwe ji dijmin re vala nake û bi lehengî û berxwedanî şer dike. Piştî ku şoreş têkdiçe, dewlet dest bi girtinan dike. Li her devrê welat dest pê kirin, li gorî awirên wan sûc bêsûc her kesî digirin. Ewçend ku ji zindanan pê ve mizgeft û dêr jî tene dagirtin.

Hesen Hişyar jî, ji wan girtinan bêpar namîne, ew jî tê girtin. Li ber dadgeha leşkerî bi darvekirinê dê mehkemekirin. Lê ji ber ku temenê wî biçûk e, bi panzde salan ceza didin. Di zindanên Diyarbekir, Xarpêt, Qeyserî û Nîgdeyê de sê sal û nîv girtî dimîne, paşê ew jî dikeve ber biryara efûya sala 1928an, derdikeve û vedigere tê welêt. Piştî bûriya giştî, diçe bajarê Diyarbekirê. Li qezaya Qulpê li dayreya tapûyê wek memûr dest bi kar dike.

Di sala 1930î de, bi geşkirina agirê şoreşa Sasûn û Araratê re rêjîma tirk kesên bi guman digirin, nemaze yên berê hatine cezakirin. Hesen Hişyar diçe nav refên şervanên azadîyê. Piştî mayîna sê salan li serê çiyayan ku ji Licê heta Xarpêt û Çewlîgê digel gelek şervanî. Bi şev û roj ji bo piştgiriya Araratê bi dijmin re şer dikin. Şoreşa Araratê têk diçe, ew û çar peya dadikevin Binxetê.

Di sala 1934 de, ew û du pismam û birakê xwe bi du gulan birîndar diçin Cizîrê, li bajarê Amûdê bi cihûwar dibin. Ji ber rewşa bêkarî, zîvarî û belengazîyê, di riya Qedûr Beg re li gundê Rihîkê li nav êla Milan, ku dikeve navbera Amûdê û Dirbêsiyê demekê dimînin. Ji neçarî, ji wir jî diçe gundê Eynqirdê. Sê sal li wir cotkarî dike. Dîsa ji wir jî bar dike diçe Senceqê ku dikeve qibleyê Amûdê. Di sala 1938an de, li gundê Senceqê dibistanek ji bo hînkirina zimanê Kurdî vedike. Piştî salekê ji vekirina wê dibistanê, bi destê firensizan tê girtin. Piştî şeş sal ji jiyana cotkarî û gundîtî di sala 1940 de bi malbatî vedigere li bajarê Amûdê bi cî dibe. Li bajarê Amûdê dikaneke manîfatora vedike. Di wê demê de, bajarê Amûdê navenda çand û wêjeya Kurdî ye. Bi saya serê gelek welatparêz û gelperwerên mîna Reşîdê Kurd, Mele Evdilhadî, Cegerxwîn, Qedrîcan, Wûsê Hersan, Mihemed Elî Şewêş, Şêx Selîm, Nûredîn Zaza, Şêx Beşîr, Ehmed Nafîz, Tîrêj û Hesen Hişyar. Wê deme bajarê Amûdê qiblegeha welatparêz û şervanên azadîyê ye. Hingê kovar û rojnameyên Kurdî yên mîna Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr, belavokên civata Xoybûnê û hin kovar û rojnameyên ku bi zimanê Erebî yên mîna Wijdan û Huriyê dihatin weşandin. Li herêma Amûdê û derdora wê abone û kiryarîya wan kovar û rojnameyan tev di riya Hesen Hişyarî re dibûn. Ji milê din ve, nivîskarên van kovaran, di riya wî re nivîsên xwe rê dikirin û berhemên wan dihatin weşandin. Dikana wî dibe wargeha xortan, dibe hêlîna fêrkirin û danûstendina li ser zimanê Kurdî, dibe navenda her mirovekî welathez û gelparêz. Wî bi xwe di wan kovar û rojnameyan de dinivisand û bi her du zimanan Kurdî û Erebî berhemên xwe belav dikir.

Hêjayî gotinê ye, di wê demê de, bajarê Amûdê navenda zana û zanyarên olî yên gewre û mezin yên mîna Şêx Mihemdê Moza, Mele Ebdulletîf, Mele Fethulla, Mele Ebdulhelîm, Şêx Beşîr Elhamidî, Şêx Ubeydê Şêx Zahir, Şêx Ehmedê Kesk, Şêx Ebdulmecîdê Huseynî, Şêx Efîf û Şêx Selîmê Huseynî bû.

Di navbera salên 1953-1957 de, têkilî û danûstendinên Hesen Hişyar bi rojnameya Wijdan û Huriyê re hebûn.

Di sala 1956 de li bajarê Helebê Hesen Hişyar û çend hevalên xwe civatek bi navê Komeleya Zanistî û Alîkarîyê ya Kurd dadimezirînin.

Damezrênerên komelê Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Heyder. Armanca komelê pêşxistina ziman, tore û dîroka gelê Kurd bû. Mexabin pir dirêj nekir. Li dora du salan (1956-1958) tenê berdewam kir. Lê pir çalakîyên hêja kirin. Damezrênerê komelê Hesen Hişyar di destnivîsên xwe de dibêje:

– Bi doza Kurd ve me 18 rûpel nivîsarek li Misrê bi destê Mihemed Hilmî Beg da kongirisa Bandok.

– Ji bona şoreşa Ciwanro ya kurdên Îranê me protestoyekî bi navê Jenosît bi zimanê Erebî, Tirkî, Farisî û Firansî li dijî şah da belavkirin.

- Me bi partiya EOKA ya Qibrisê re hevalbendî girêda, her bûyerên wan me di rojnama xwe de didane belavkirin, ji ber ku ew jî dijî dewleta tirk û înglîz bûn. Çawa ku meseleyên kurdan jî li Atîna serekê diyaneta îslamî Hafiz Elî Reşad werdigerandin zimanê Yûnanî û di rojnameyên wan de didane belavkirin.

- Li Beyrûtê di rojnameyên Erebî de li ser Kurd û Kurdistanê di rojnameya Wicdan û Hurrîyet de didan belavkirin.

Evê komelê gelek pertûk dane çapkirin û belavkirin. Ji wan pirtûkan:

– El-Red `Ele Kosmopolîtiye, Hesenên Şiniwî. Bi zimanê Erebî.

– Kîfah el-Ekrad, Samid el-Kurdistanî. Bi zimanê Erebî.

– Dêrsim di Tarîxa Kurdsitanê de, Dr. Nûrî Dêrsimî. Bi zimanê Tirkî.

Diyar e, kar û çalakîyên vê komelê ji temenê wê pirtir in. Bi temenekî kin, ku du sal bi tenê dewam kir, xebatên berfireh ji gelê xwe re kirine. Evê komeleyê mîna komeleyên diin piştî damezirandina Partiya Demoqrat ya Kurdistanê, ew ê jî xwe hel kir.

Di sala 1962 de, ji bajarê Amûdê bere xwe dide bajarê Qamişlo, li wir, bi cî dibe, ta ku ji nav me bar dike.

Di sala 1966 de, kovara AGAHÎ[2], bi destê ronakbîrê gewre Hesen Hişyar derket. Di rûpelê pêşîn de wisa hatiye nivîsandin: “Kovarek zanistî, toreyî, tarîxî û siyasî ye.” Kovar, li parêzgeha Hisiça, bajarê Qamişlo derdiket. Ji alîyê tîp û gewdê kovarê 20 x 40 cm ye. Rûpelên wê ji 15-33 rûpelan hevedûdanî ye. Ji ber rewşa ramyarî xwediyê kovarê kovara xwe li tilnivîsê dida û bi hejmareke hindik û bi awayekî veşartî belav dikir. Ne tenê barê xercî û belavkirina kovarê li ser milê xwedîyê kovarê bû, belê nivîsandin û amadekirina wê jî jê dihat xwestin. Kovar di şertên pir dijwar de derdiket. Lewre tu demek diyar ji derketina wê re nebû. Hejmarên vê kovarê gihane nozde hejmaran. Naveroka kovarê pirtir ramyarî û dîrokî ye. Xwediyê kovarê nêrîn, dîtin û bîrûbawerîyên xwe di riya vê kovarê re dida belavkirin. Hin caran bûyerên kurd û Kurdistanê belav dikir.

Di kovarê de du helbest û nameyek bi tenê ne yên xwedîyê kovarê ne. Helbestek ya nemir Ehmedê Palo û ya din ya nemir Hemzayê Muksî ye. Name jî ya Prof. Qenatê Kurdo ye, ya ku di sala 1956 de ji komela Zanistî û Alîkarîyê ya Kurd re rêkiribû. Qenatê Kurdo di wê nameya xwe de wisa dibêje: “Gelî biran, ji wê xebata we re sipas dikim, eger çiqasî dijwarî bikevin pêşiya we jî divê hûn zêdetir navê Kurd û Kurdistanê di roznaman, kovaran û her nivîsarên piçûk û mezin de bidin belavkirin. Em di esra bîstî de ne esra ronahî û atomî de ne. Îro miletên bêdeng zû asîmîle dibin, heya zarok negirî, dê bi wê dilovanîya xwe şîr nade wî an wê….”

Xwediyê kovarê daxwaz û sedemên derketina kovara xwe dide diyarkirin û dibêje: “Daxwaz ji vê kovara veşartî û destnivîs: Herwekî ji zanan re qenc agah e ku li gor rêzan û heqnenasîya Rojhelata Navîn dewletên Kurdistan vegirtî, xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî gunehkarîyek ji kiryarîya muxederatan gelek mezintir û dijwartir e… Nemaze Kurdên Sûrî ji 1958an de, di giriftarîyên dijwar de hatine girêdan… Di her awayên teqalîdên xwe ên qewmî û civatî de pêçandî mane! Çewa ku her niştimanperwerên ji hev dûr nikarin bi serbestî û hêsanî bigîne hev û serpêhatiyên tê de, ji hev re bidin zanîn û li ser çaredîtinan heş û agahiyan bi hev biguhêrin!... Ji ber wan bûyerên zeman û mekan di armanca xebatê de ji bo agahdariya hin niştimanperwer li gor pêkanînê min xwe berpirsiyar dît. Da ko nûçe û bûyerên der û hundir ên ku doseya Kurdistan, di xwe de digre ji wan re bişînim. Lewre rojên teng û tarî nêçîrê tarîxê ne.”

Xwedî û berpirsiyarê kovarê li ser vê bingehê kovara xwe derdixist û raman û bawerîya xwe dida belavkirin. Bi giyanekî gewre û ramanekî bîrewer pêwîstiya yekîtiya tevgera Kurdî dida diyarkirin. Bi xurtî şerê perçebûn û jihevketina tevgera Kurdî dikir, digot “Çep û rast her du milên laşekî ne, laş ku nebe kîjan milê çep û rast?!”

Xwediyê kovarê mîna bijîşkekî pispor destê xwe datîne ser birîna nesaxiya tevgera Kurdî, ya ku sedema ji hevketin û bindestîya gelê Kurd e, bi zanîn diyar dike û çare û derman jê re dibîne. Ew çare û derman yekîtiya tevgera Kurdî ye.

Hesen Hişyarê Serdî gencîneyek devgirtî bû. Dîrokvan, helbestvan, rojnamevan û tekoşerekî gernas û navdar e. Di kûrahiya heşt hezar sal berî zayînê de, li ser dîroka kevnareya şaristanîya gelê xwe nivîsandiye û bi belge çespandiye. Nijadê Kurd bi kok û rehên wê yên dîrokî li ser xaka bav û bapîran vejandiye û bi awayekî zanistî xelekên dîrokê, bi hev girêdaye û li ber çavan raxistiye. Gelek caran bi awayekî zanyarî nêrîn û dîtinên xwe bi şehekî taybet hûnandiye.

Ew bi xwe dibêje: “Çima ji tarîxê re muqedes tê gotin? Ji ber ku salix ji wan insanên zemanên bûriyên dûr ve dide, her tevgerên jîyîn û serpêhatîyên wan bi wî zeman û mekanî ve girêdayî bi xwe digre, wê rewş û her awayê wan ên civatî, abûrî, dezgedarî, zanistî û siyasî ku ji wan bi şûn de wek sî an rêça wana mayî di zemanê îro de ji me re dide derpêşkirin, ku ji muerix re muhendisê zeman û mekan tê gotin û ji paraztina mentiqa tarîxê re pîroz tê gotin.”

Dîsa gotin ya ronakbîrê gewre Hesen Hişyar e: “Bi wê agahîyê divê em bizanin dema ku bixwazin bizanin ku tarîx ne pêgirtiyê nîzam û qanûnên dewleta ne, wiha reng e, ne pêgirtiyê pirogramên partîyên çep û rast û ne jî bi felsefeyên rûhî û madî ve jî girêdayî ye, ji ber ku ew tev de li ber eynika tarîxê ne, ne tarîx ji ronahiya wan pêk tê na, felsefe di tecrubeyan de xwe bi tarîxê digre. Em siya tarîxê û tarîx siya zeman e, ew zemanê ku ji xwe ye, bi xwe ye û li xwe ye, her peyda ji zeman in, lê zeman her ji xwe ye jê re pêşî û dawî nîne, her tişt ji vê ne û pê ve ne, bê zeman îlmê felekîyat, riyazîyat û fîza jî nikare qiyas û nisbet bigre.”

Hesen Hişyar bi dûrbîneke pir hûr, kûr û zelal sedemên her serpêhatî û bûyerekê dîtî û jiyayî bi nav û nîşan rave dike. Ji peymanên navdewletî û sozên hevkaran û xapandina kurdan û parçekirina Kurdistanê û sînorên çêkirî bigre, ta bi xinizî, xapandin, nakokî û bêbextiya axa, beg, şêx û nezanên kurdan re derkeve, bi zelalî ta bi derzî ve dike.

Em dikarin bibêjin seydayê gewre Hesen Hişyar dîdarê li ser hemû bûyerên dema xwe ye.

Seydayê gewre pir helbestên hêja û ciwan ji bo hişyarî û geşkirina hestê neteweyî nivisandiye. Helbestên xwe bi awayekî klasîk, bi pêlewaz û terazû hûnandiye. Naveroka wan li ser welatparêzî û berxwedanê ye. Xwediyê pirtûkekê li ser urûda Kurdî ye. Gelek gotar û nivîsandinên wî di warê siyasî û ramanîyê de hebûn. Mirovekî siyasetvan bû. Xwediyê ezmûn û serpêhatîyan bû.

Hesen Hişyar bi Erebî, Farisî û Tirkî zî dizanîbû. Nivîskarê her sê kovarên navdar Hawar, Ronahî û Roja Nû bû. Seydayê Tîrêj demekê li ber destê mamoste Hesen Hişyar fêrî zimanê Farisî bûye. Hesen Hişyar nav li seydayê Tîrêj kiriye û ji wê rojê de, seyda bi vî navî di nava gel de tê naskirin.

Hêjayî gotinê ye Hesen Hişyarê Serdî pênc law û heşt keçên wî hebûn navê lawan ev in: Selahedîn, Mustefa, Gurgîn, Kesra, Kamîran; navê keçan jî Perwîn, Gulistan, Gewher, Jale, Hêvîn, Şêrîn, Şevîn, Şehban.

Berhemên Hesen Hişyar Serdî

-Pênc cild Dîroka Kurd ji 8000 sal berî zayînê heyanî qirnê 19an

-Pênc cild Dîtin û Bîrhatinên min ji 1914-1984 bi xwe digrin.

Sed heyf û mexabin ku hemû berhemên wî destnivîsin, nehatine çapkirin, ji bilî cildê yekemîn ji Dîtin û bîrhatinên min” ew jî bi destê min, li Lubnanê, li Beyrûtê, li çapxaneya Emîral, di sala 1993an de hate çapkirin.

-Dîwanek ji helbestan.

-Zerdeşt û Newroz Bûza û Konfiçyos

-Felsefeya Xebata Welat

-Gazî û Hawara Navbera Zagros û Zarakirasekî ye

-Urûda Kurdî ji bo helbestan

-Nozde Jimarên Kovara Agahî

-Deh Muzakeratên ku min dane şoreşa Îraqê

-Muzakeratên Qedrî Begî min wergerandine ser Kurdî

-Şoreşa Şêx Seîd û Araratê

-Kirasê Sipî û Destê reş

Ronakbîr, siyasetvan, dîrokzan, helbestvan û têkoşerê gewre, di 14 îlon 1985 de ji nav me koç kir û li Dugirê hat veşartin. Hezar dilovanî li giyanê wî bibare û cihê wî buhişt be.

Jêder û Çavkanî

– Hesen Hişyar, Dîtin û Bîrhatinên Min, cildê yekemîn, li Libnan-Beyrût, çapxana Emîral, di sala 1993 de, bi destê min hatiye çapkirin.

-Kovara AGAHÎ, Hejmar: 3, Sal: 1969, r. 2

-Kovara AGAHÎ, Hejmar: 15, Sal: 1980, r. 10

-Kovara AGAHÎ, Hejmar: 16, Sal:1981, r. 11


[1] Hesen Hişyar di wesîya xwe ku di 25 Hezîran 1984 de ji zarokên xwe re nivisandiye, dîroka bûyîna xwe 1907 dide diyarkirin. Ez bawer im wê ev ya rast be. Di hin destnivîsên wî de, bûyîna xwe sala 1905 nivisandiye, ez bawer im wê ev şaş be, ji ber ku li ser gotina wî, dema şoreşa şêx Seîd 1925 de tê girtin û ji ber biçûkbûna temenê wî biryara bidarvekirinê lênakeve, ew tenê 15 salan ferwerî dikin.

[2] Ji bo agahîyên li ser kovara AGAHÎ yên ku heta niha hatine belavkirin, digel wêneyê berga kovarê ku ji alîyê gelek nivîskar û rewşenbîrên me bikar anîne, tu kesî çavkanî û jêderê wê negotine û nedane xuyakirin. Ji ber ku tu kesî berî min li ser vê kovarê nenivisandiye. Ev jî cihê mixabiniyê ye.

*Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrîya

Çavkanîya ku nivîs jê hatiye girtin: https://buyerpress.com/kurdi/?p=4914

Na xebere 1173 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.