zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Tebaxe 2009 Çarşeme 17:16

Heqê TRT-6ê tune ye ku alfabeya me biguhere

Grûba Xebatê ya Vateyî dawîya kombûnê de derheqê TRT-6ê de belavokekê bo çapemenîyê belav kir.

Grûba Xebatê ya Vateyî dawîya kombûnê de derheqê TRT-6ê de belavokekê bo çapemenîyê belav kir.

Grûba Xebatê ya Vateyî ku demeka dirêj e li ser lehçeya kirmanckî (zazakî) xebata standardîzekirinê dimeşîne, kombûna xwe ya 17. li Diyarbekirê çêkir û di dawîya kombûnê de derheqê TRT-6ê de belavokekê bo çapemenîyê belav kir.

Belavok wisa ye:

HEQÊ TRT-6ê TUNE YE KU ALFABEYA ME BIGUHERÎNE

Komara Tirkîye ji destpêka damezirîna xwe polîtîkaya înkar û zordarîyê ku li ser zimanê kurdî dimeşand, di çarçeweya hin guhertinan de dest bi weşana kanala TRT-6ê kir. Em weşana vê kanalê bi meraq û baldarîyê dişopînin. Herçiqas weşana vê kanalê bi giştî bi lehçeya kurmancî be lê bi lehçeya kirmanckî (zazakî) jî pirr hindik weşanê dike.

Li vê weşana ku di dereceyeka komîk de dewam dike, li şûna ku di jêrnivîsan de alfabeya kurdî bi kar bînin, em bi heyret dibînin ku hin herfan diguherînin.

Divê ev rewş gavek berê were rastkirin. Tu sedemekî maqul nîn e ku lehçeyên kurdî bi alfabeyên cihê bine nivîsîn. Ev kirina TRT-6ê zirarê dide zimanê me. Ne selahîyeta TRT-6 ne jî ya dezgeyeka din heye ku alfabeya me biguherîne.

Piştî polîtîkaya qedexeker û zordar a ku demeka dirêj dewam kir, îcar jî, bi vî awayî mudaxelekirina zimanê me bi awayekî cidî me endîşenak dike. Jibo ku ev rewş gavek berê bihê rastkirin, em karbidestên TRT-6ê îqaz dikin û em dixwazin rayagiştî jî di vê mijarê de hîşyar bibe.

vate alfabe trt 6 malmisanij2.jpg

vate alfabe trt 6 malmisanij3.jpg

Na xebere 2730 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.