zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
18 Kanûne 2011 Yewşeme 10:07

Hejmara kanûnê ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

XEbere: Zazaki.Net

Hejmara 25an ya Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket û li firoşgehên çapemeniyê cîhê xwe girt.

Le Monde diplomatique kurdî, bi vê hejmara xwe re salnameyeke rengîn a 2012an diyarî abone û xwendevanên xwe dike.

Di vê hejmarê de redaksîyona kurdî cîh daye du gotarên nivîskar-lêkolîner Mehmet Bayrak û nivîskar-rojnamevan Birgit Cerha. Bayrak di gotara xwe ya bi sernavê ''Hîmên îdeolojîk ên nîjadkujîya Dêrsîmê" de rola Mustafa Kemal û rola hemû giregirên dewlata tirk ên wê demê derdixe holê. Bêbexbetîya Kemal Kılıçdaroğlu û lêborînxwestina Tayyip Erdoğan dinirxîne û giringîya vekirina arşîvan destnîşan dike. Birgit Cerha jî di gotara xwe de balê dikşîne ser xwevekişîna Amerîka ya ji Îraqê û dipirse, ka gelo dê ev yek alozî û tevlîhevîyeke çawa li paş xwe bihêle. Herweha nakokîyên di navbera sunî û şîîyan de û yên di navbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta federal a Kurdîstanê de dinirxîne.

"Arşîva Bîra Kurdan" ya vê mehê, bi nivîsa rojnamevan Michel Verrier a bi sernavê "Şer derbasî Kurdîstanê dibe" didome. Michel Verier, di nivîsa xwe de mudaxeleyên artêşa tirk ên li ser Kurdistana Başûr, piştgiriya rojavayiyan ji bo mudaxeleyê ku bi navê ‘tekoşîna li hember terorîzmê’ didin dewleta tirk dinirxîne û tesîra mudaxeleyê ya ji bo hemû herêmê destnîşan dike.

Di rûpela "Çand û Hûner" de rojnamevan Ali Güler filmeke kurdî yê bi navê "Doz" û Perwer Yaş jî, fîlmê ji romana navdar a Karl May hatî adaptekirin ê bi navê "Di nav Kurdistana hov re" ku di salên 60an de hatiye kişandin ji bo xwendevanên LMD-kurdî dinirxînin…

Di rûpela dawî de, li gel wêneyên pitûkên fêrbûn û gramera zimanê kurdî Jan Bada bi nivîsa xwe ya "Pirtûkên fêrbûna zimanê kurdî û xebatên rêzimanî" de bi kurtasî xebatên ku li ser rêzimanî û fêrbûna kurdî hatine çêkirin dinirxîne. Di vê hejmarê de rûpelên LMD-kurdî bi wêneyên Yehya El Selo hatine xemilandin.

LMD-kurdî di vê hejmarê de jî bi nivîsên balkêş û naveroktijî xwendevanên xwe li gelek deverên dinyayê digerîne. Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte ev in:

 

- Serge Halimi, Cuntayên Sivîl.

- Hoşeng Sebrî, Îsmet Şerîf Wanlî.

- Alain Gresh, Erdheja Jeopolîtîk Li Rojhilatê Navîn.

- Patrick Haimyadeh, Li Lîbyayê Di Şer De Kî Bi Ser Ket?

- Pierre Musso, Berlusconîzm, Dewam Yan Dawî .

- Andrei Kourkov, Serpêhatiyên Ukraynî.

- Eduardo Galeano, Dengên Demê.

- Mona Chollet, Xemxwarên Jinparêziyê….

 

Le Monde diplomatique kurdî bixwînin û bidin xwendin!...

 

info@lemonde-kurdi.com

www.lemonde-kurdi.com

Na xebere 4235 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.