zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
19 Oktobre 2011 Çarşeme 08:14

Hejmara çirîya pêşîn ya Le Monde diplomatique kurdî derket!

Xeber: Zazakî.Net

Hejmara Le Monde diplomatique kurdî ya çirîya pêşîn bi naverokeke dewlemend derket û di firoşgehên çapameniyê de cihê xwe girt. Hejmara 23yê ya Le Monde diplomatique kurdî bi mijarên li ser siyaset û çanda Kurdistan û cîhanê ve dagirtî derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di vê hejmarê de redaksîyona kurdî cih daye gotarên Prof. Dr. Ilhan Kizilhan û Prof. Dr. Ferhad Ibrahim. Prof. Dr. Kizilhan di gotara xwe ya bi sernavê "Li Kurdistanê rêya sêyem" de çarçoveya çareserkirina pirsgirêka kurd de analîzeke balkêş li ser konsepta rêya sêyem pêşkêşî xwendevanên rojnameyê dike. Kêmasîyên hemû alîyan destnîşan dike û hin rêyên cuda ji bo çareseriya pirsa kurd pêşniyaz dike.

Prof. Dr. Ferhad Ibrahim jî di nivîsara xwe ya bi sernavê "Sîyaseta Tirkîyeyê ya Rojhilatê navîn û faktora kurd" bal dikşîne ser pirsgirêkên herêmê, aktorên tê de û rola wan. Bi giranî li ser pirsgirêka kurd û aktorên kurd disekine û siyaseta AKP û rola Erdogan dinirxîne; di bin siya bihara ereb de berê herêmê divê bi kuderê ve be û kurd û tirk çawa pirsa xwe çareser bikin mijarên vê gotarê ne.

"Arşîva Bîra Kurdan" ya vê mehê, bi nivîsa Christiane More ya bi sernavê "Kurd careke din hatin jibîrkirin" didome. Christiane More di vê gotara xwe de pêvajoya parçekirina Kurdistanê dinirxîne û li bersiva pirsa ji bo 20 milyon kurdan paşerojeke çawa digere. Di encama gotarê de jî bale dikşîne ser tahlûkeya ku kurd li rojhilatê navîn careke din bibin aliyê neserketî.

Di rûpela "Çand û Hûner" de Yilmaz Ozdil ji bo xwendevanên LMD-Kurdi di bin navê "Di navbera hebûn û nebûnê de rewşa sînemaya kurdî" dinirxîne. Vê mehê rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesazê kurd Dara Aram hatine xemilandin. Di rûpela dawî de ligel çend wêneyên romanên kurdî, Jan Bada bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Roman gencîneya ziman e" bi kurtasî destpêka romana kurdî dinirxîne.

LMD-kurdî di vê hejmarê de jî bilî nivîsên balkêş û naveroktijî yên navborî xwendevanên xwe li gelek deverên dinyayê digerîne. Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte ev in:

·         Serge Halimi, Tûnis, serxweşîya gengazan..

·         Alain Gresh, Diplomasiya lihevkirinê û sazûmanên navneteweyî.

·         Giovanni Allegretti, Armanc û perspektîvên demokrasîya herêmî

·         Laurent Cordonnier, Êlegê jiyanê bo yewnenistanê, gopal bo Ewroyê

·         Jean –Marie Harribez, Rizgarbûna ji krîzê: Em ê ji ku dest pê bikin?

·         Vicken Cheterian, Rewşa kambax ya endustrîya leşkerî ya Rûsyayê.

·         Janet Biehl , Femînîzm û ekolojî, têkilîyeke "xwezayî" ye?

·         Eric Altermann, Doza Barack Obama

·          

Le monde diplomatique kurdî bixwînin, bidin xwendin û bibin abone!

www.lemonde-kurdi.com

Twitter:
http://twitter.com/lemonde_kurdi

Facebook:
http://www.facebook.com/pages/Le-Monde-diplomatique-kurd%C3%AE/119195381...

Na xebere 3692 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.