zazaki.net
23 Nîsane 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
13 Çele 2012 Îne 08:18

Hejmara çileyê ya Le Monde diplomatique kurdî derket

Xeber: Zazakî.Net

Hejmara 26an a Le Monde diplomatique kurdî bi naverokeke dewlemend derket û li firoşgehên çapameniyê cihê xwe girt.

Di hejmarê vê mehê de redaksîyona kurdî cih daye du gotarên perwerdekar Vahap Coşkun û Hamît Bozarslan. Vahap Coşkun di gotara xwe ya bi sernavê “Di siyaseta kurd de BDP” de têkiliyên di navbera PKKê û BDPê – BDPê û AKPê û têkiliyên di navbera BDP û grûbên marjînal ên çepê Tirkiyê  de hene dinirxîne. Ji bo ku di warê siyaseta legal de BDP bikaribe bibe hêzeke diyarker, pirsa “divê BDP çi bike?” dibersivîne. Hamit Bozarslan jî di gotara xwe ya bi sernavê “Ji şoreşê ber bi restorekirinê ve” de paşxan û encamên raperînên ku ji Fasê heta ber bi Kendavê pêl bi pêl hemû cîhana ereban girtîye bin bandora xwe dinirxîne û di pêvajoya raperînên cîhana ereban de rola çînên navîn û rola artêşê ber bi çav dike.

“Arşîva Bîra Kurdan” ya vê mehê, bi nivîsa Michel Verrier a bi sernavê ”Li Kurdîstanê ji bo artêşa tirk rêya vekirî” didome. Michel Verrier, di gotara xwe de pêvajoya ji destpêka şerê çekdarî ya PKKê heta agirbesta yekemîn, siyaseta hikûmeta tirkan a li dijî gele kurd, êrîşên wê yê li ser Kurdîstana Başûr û  helwesta tevgerên kurd dinîrxîne.

 

Di rûpela “Çand û Hûner” de Jan Dost romana “Keştiya Penaberan” a Arşevê Oskan, Salihê Kevirbirî, “M”ya Şêrzad Hesen û Amed Kanî jî pirtûka Haşîm Ahmedzade ya “Romana kurdî û nasname” ji bo xwendevanên LMD-kurdî dinirxînîn. Vê mehê herweha rûpelên rojnameyê bi wêneyên wênesazê kurd Mehmet Latif Saglam hatine xemilandin. Di rûpela dawî de Jan Bada bi nivîsa xwe ya “Weşanxaneyên kurd” bi kurtasî behsa rola weşanxeneyan dike û rewşa weşanxaneyên kurdan dest nîşan dike.

LMD-kurdî di vê hejmarê de jî bi nivîsên balkêş û naveroktijî xwendevanên xwe li gelek deverên dinyayê digerîne. Di hejmara vê mehê de hin nivîsên bijarte ev in:

- Serge Halimi, Werdekên bêserî..

- Antoine Schwartz, Dema ku euroyê kela canê redaksiyonên çapemeniyê radikir.

- Anne-Cécile Robert, Kunên reş ên mafên mirovî yên navnetewî.

- Michel Savaric, Li bakurê Irlandayê şîdet, siyaset û sosyalîzm.

-Thomas Frank, Siyaseta rastgir a amerîkî çawa berê hêrsa gel guherand .

-Pierre Bondieu, Fabrîkeya guftogoyên giştî.

- Antoine Champagne, Kontrola ‘hûr û kûr’ li ser Înternetê

- John Marsh, Gelo perwerde wê têrê bike?

-Wolfgang Streeck, Krîza sala 2008ê beriya çil salan dest pê kiribû…

 

Le Monde diplomatique kurdî bixwînin û bidin xwendin !

Ji bo ku hûn bikaribin Le Monde diplomatique kurdî bi awayekî rêk û pêk bi dest bixin, bibin abone !

 

Info@lemonde-kurdi.com

www.lemonde-kurdi.com

Na xebere 3217 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.