zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
17 Êlule 2018 Dişeme 20:24

Gulperî

Hemîd Hewrewî

Ber dilê min ey perî, wek nobedar tu l’ ber î

Pir ciwan û pir ter î, ji hogiran tu fer î

 

Veke ser min wî derî, da hiş neçe ji serî

Tu jî li min negerî û ez nebim serserî

 

Naz meke veke derî, bê te jîn tehlê jehrî

Min negirin cin û perî, xwe nekim kerî-kerî

 

Navê te ye Gulperî, tu çima venagerî

Tu bûyî tengezerî, qey evîn bû nezerî?

 

Êdî bes e ezbenî, ez birîndar tu şen î

Hemîd çima bikenî, di derdan de bû xenî

Resim: Doktor Zuhêr Hesîb

Na xebere 1770 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.