zazaki.net
28 Adare 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
16 Kanûne 2009 Çarşeme 08:37

Gotin Diçe Nivîs Dimîne

[Danasîn]
Nasnameya kitêbê wisa ye:

Roşan Lezgîn,

Gotin Diçe Nivîs Dimîne,

Weşanxaneya Pêrî,

Ebat: 21x13,5, 264 rûpel,

Kaxez: Enzo, Berg kuşe

ISBN: 978-975-9010-82-9

Buha/fîyet: 15.00 TL

Gotin Diçe Nivîs Dimîne, navê kitêba Roşan Lezgînî ye ku ji alîyê Weşanxaneya Pêrî ve li meha çirîya pêşîn ya sala 2009, li Stenbolê çap bûye.

Wêneyê berga kitêbê ji alîyê resamê kurd yê navdar Serhad Bapîrî ve çêbûye. Kitêb bi gotineka roşinbîrê hêja Îsmaîl Beşîkçî ya navdar dest pêdike: “Bi zimanê neteweya serdest rizgarî nabe.

Kitêb, bi giştî ji gotarên ku Roşan Lezgînî ji adara sala 1997an vir de bi kurdîya kurmancî nivîsîne û hevpeyvînên ku bi wî re çêbûne, ku li rojname, kovar û malperên cihê bi cihê yên înternetî weşîyane, pêk tê. Bêyî vana, di beşa destpêkê de bi sernavê “Dergeh” û “Berî Nivîsînê” du nivîs hene. Ji vana, di nivîsa dirêj a bi sernavê “Berî Nivîsînê” de nivîskar hinek dîmenên balkêş ji jîyana xwe ya taybet a berîya nivîskarîyê pêşkêş dike. Herwisa, di nav kitêbê de nivîsek bi sernavê “Kedî Bûyîn” jî cara pêşî di vê kitêbê de tê weşandin.

Rast e ku gotin diçe nivîs dimîne. Lê nivîsên ku vir de-wê de li gelek rojname, kovar û malperên înternetî weşîyabin jî, winda dibin diçin. Wekî Weşanxaneya Pêrî em bi berhevkirin û bi awayekî komkirî di kitêbekê de weşandina nivîs, gotar û hevpeyvînên nivîskarî gelek kêfxweş in. Bila kitêb li jîyana edebî û ramyarî ya kurdî pîroz be!  

Weşanxaneya Pêrî / Stenbol

 

 

Navnîşana Xwestinê: Weşanên Pêrî, Söğütlüçeşme Cad. Pavlonya Sok. Nuhoğlu Ap. No: 8/4 Kadıköy – İstanbul, Tel: 0 216 347 26 44, e-mail: periyayinlari@yahoo.com.tr

Na xebere 3262 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.