zazaki.net
27 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
11 Nîsane 2019 Panşeme 21:08

Ev Edebîyata Zarokan Nîne!

Berfin Ayşe Öğüt

Ji ber ku min çîrokeke zarokan a sosret xwend, ez mecbûr mam ku vê gotarê binivîsim. Lewra zarokên me heyf in, zarokên me guneh in. Gava kesên ku haya wan ji edebîyatê, bi taybetî jî ji edebîyata zarokan tune be, dest biavêjin qelemê û hewl bidin ku çîrokên zarokan binivîsin, tiştên wisa sosret derdikevin meydanê. Helbet sûcdar ne bi tenê kesê ku bi navê nivîskarîyê derdikevin meydanê û bi quretî kitêbên xwe îmza dikin, weşanxane jî qasî wan sûcdar in.

Ez behsa kitebek bi navê “Cîhana Ajalan” dikim. Kitêb ji alîyê Weşanxaneya Aramê ve hatiye çapkirin û belavkirin. Li ser kitêbê wek nivîskar navê Naîl Demîr heye. Di kitêbê de çîrokek bi navê “Rovî û Zarokên Hirçê” heye, meqseda min ev çîrok e.

Xebroşkek ku di şevbêrkên kurdan de, piştî zarok radizên, tê gotin û zilamên kal û navsere pê dikenin, ji alîyê nivîskarî ve wek “çîroka zarokan” hatiye nivîsîn. Xebroşk wisa dest pê dike: “Mino mino, mirov dibêje qey ev kudik ji terikê mino.” Lê mala Xwedê ava ku nivîskar ji heq derneketiye ku xebroşkê bi temamî hîn bibe û binivîse.

Îcar em tev de dizanin ku divê edebîyata zarokan li gorî cîhana zarokan be û di vegotina wê de jî bandor û estetîk hebe. Divê çîrokên zarokan ji hewcedarîyên ruhê zarokan re bibin bersiv. Berî her tiştî divê di wê çîrokê de edeb hebe. Divê çîrok bi zimanekî xweşik rêberîya zarokan bike.

Îcar gava em li çîroka “Rovî û Zarokên Hirçê” dinêrin, tê de her tişt berevacî ye. Lewra di çîrokê de rovî, li ber çavê kudikên hirçê tecawuzî dêya wan dike û nivîskar jî dixwaze zarok vê çîrokê bixwînin û hîn bibin ku dêyek çawa tê tecawuzkirin.

Gava zarok xwe têxin şûna kudikên hirçê li tecawuzkirina dêyekê temaşe bikin, wê çi bê serê derûnîya wan? Ew ê rastî travmayeke çawa bên? Zarok dêya xwe têxe şûna hirçê wê çi bibe?

Edebîyata zarokan tiştên wisa şaş qebûl nake. Ez bawer im, ev çîrok di kontrola weşanxaneyê re derbas nebûye. Lewra dizanim ku gava haya weşanxaneyê jê hebûya, ew ê çîrokeke wisa çap nekira. Lê niha çîrok li ser navê weşanxaneyê tê belavkirin û zarokên kurd rastî vê sosretê tên. Nivîskar Naîl Demîr jî divê rûne û bixwîne: edebîyat çi ye, edebîyata zarokan çi ye? Kî dikare ji bo zarokan çîrokan binivîse? Divê di çîrokên zarokan de çi hebin, çi tune bin? Wisa kî rabe xewna xwe binivîse, xebroşkan binivîse, ev nabin çîrokên zarokan. Divê çîrok ji zarok re rêberîyê bike.

Ji zarokan re rêberî wisa nayê kirin. Hewcedarîya ruhê zarokan bi tecawuzkirina dêya wan tune ye. Hewcedarîya wan, bi afirînerîyê, bi hevaltîyê, bi duristîyê û bi şanazîyê heye.

Wek gotina dawîn, edebîyat ne tiştekî hêsan e, her kesê qelemê bigre destê xwe nikare ji zarokan re çîrokan binivîse. Û divê weşanxane, gelek zêde bala xwe bidin ser vê mijarê.

Bi hêvîya ku nivîskar ji zarokên kurdan lêborîn bixwaze û em careke din rastî çîrokên wisa sosret neyên.

______

Çavî: www.bitlisname.com

Na xebere 4932 rey wanîyaya
ŞÎROVEYÎ
Xwedê hifza zarokên me ji vana bike!
Ya sitar!
Qey tenê xeletî ev e? Ziman jî xelet.
Hirç zarokan naynin, kudikan tînin. Yek bi tirkî bibêje "Tilki ve Ayının Çocukları" dê pê bikenin. Li di nav me kurdan de her tişt serbest e!...
11 Nîsane 2019 Panşeme 21:22