zazaki.net
27 Nîsane 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
04 Oktobre 2016 Sêşeme 14:30

Di ragehandinê de perwerdekirina zarokan

Evîn Şikakî

Malbat zarokên xwe çawa perwerde dikin?

Gelo piştî malbatê rola kê di perwerdekirina zarokan de heye?

Eger di jiyana zarokan de ragehandin, bitaybetî televîzyon yek ji alavên herî bi bandor be, programên têne weşandin li gor temenê wan in yan na?

Zarok di televîzyonê de li çi tamaşe dikin?

Çima dayik û bav rê didin zarokan bi tena serê xwe li televîzyonê tamaşe bikin?

Perwerdekirina zarokan xem û xeyala her malbatekê ye, di heman demê de xewna her civakeke pêşketî ye, ji ber ku zarok xwedî pêdiviyên civakî, derûnî û laşî ne, herwiha pêwîstiya wan bi zaniyarî û agahiyên rast li ser gerdûn û sirûştê heye û ji ber ku di vê serdema me ya niha de, êdî perwerdkirina zarokan ji aliyê malbatê ve her ku diçe kêm dibe û guhdana zarokan bi alavên ragehandinê yên mîna televîzyon, vîdiyo, lîstikên kompiyûterê, rojname, rêklam û întrnetê heye. Pêwîst e programên taybet li ser bingeha zanistî, derûnî û perwerdeyî ji zarokan re werin pêkanîn.

Dîtina zarokan ji televîzyonê re du metirsiyên herî mezin bi xwe re tîne; yek ji wan ev e ku, piraniya zarokan dema dayika wan ne amade be li gel wan li pirogramên ku ji mezinan re hatine pêkanîn tamaşe dikin û dema zarok bi tena serê xwe televîzyonê temaşe dikin bandora wê bêhtir e ku kesên din li gel bin, ji ber ku her berhemek bandora xwe li ser zarokan heye.

Ji aliyekê din ve mana zarokan heta derengiya şevê û rûniştina wan demeke dirêj li pêşiya televîzyonê bêyî ku hest bi demê û giringiya wê bikin, metirsiya herî mezin e ew yek e ku bandorê li ser erkê wan ê xwendinê û dibistanê dike, êdî nema dikarin waneyên xwe binvîsînin û bixwînin, ji bilî têkçûna tendirûstiya wan ji rûniştina demên dirêj, têkçûna asta nerîna çavên wan, pişta wan û damarên wan yên mejî.

Ya herî metirsîdar jî giraniya laşê wan ji pirbûna xwarinên cor bi cor yên ku di dema li televîzyonê tamaşe dikin û dixwin, herwiha ji aliyekê din ve zarok dûrî tevgera xwe dibin, dûrî werziş û lîstikê dibin.

Mana zarokan bi demjmêrên dirêj bandora xwe ya xirab li ser derûnî û psîkolojiya wan nemaze tirsa ku li cem çêdike dema ku ew li fîlmên tirs tê de heye temaşe dikin, nemaze ku zarok temenê wan piçûk in û her tiştî dibînin di baweriya wan de ku rasteqîn in.

Ji ber vê yekê pêwîst e dê û bav bêhtir nêzîkî zarokên xwe bin, çavdêriya wan berhemên ku zarokên wan guhdanê pê dikin û bişopînin, ji ber ku zarok li gor temenê xwe nikarin berhemên baş û nebaş ji hev derxin. Zarok berhemên jiyana mirovan in, lewma pêwîst e guhdaneke giştî bi  wan were kirin daku civakeke saxlem û pêşketî ava bibe.

12555.jpg

Na xebere 3984 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.