zazaki.net
27 Temmuze 2024 Şeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
22 Sibate 2013 Îne 00:26

Di DÎSA de PANEL

Di Nîqaşên Zimanê Dayîkê û Pirzimanîyê de Dîyalektên Kurdî: Zazakî û Kurmancî
Qisekirox: Roşan Lezgîn

21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanê ye û li hemî dinyayê bitaybetî ji alîyê gelên ku zimanê wan hatîye qedexekirin, tada dîtine û tehqîr bûne ve pîroz dibe. Sedemê ku îro wekî Roja Zimanê Dayîkê hatîye qebulkirin jî ev e ku, roja 21ê sibata 1952 de aktîvîstên zimanî yên ji gelê Bangladeşê ku pirranîya wan xwendekarên unîversîteyê bûn, gava ku ji bo zimanê xwe numayîş kirin, ji alîyê polîsan ve hatin kuştin ve dest pêdike. Ev bûyer, piştî ku dewleta Pakistanê zimanê urduyan wekî tekane zimanê resmî îlan kir, bitaybetî bi beşdarbûna xwendekaran ji alîyê aktîvîstên zimanî yên bangladeşî ve numayîş çêdibe de tê meydanê. Ji bo yadkirina van aktîvîstan û ji bo ku pêşî li windabûna bilez ya zimanan bihête girtin, ji alîyê Lijneya Zanist û Perwerdeyê ya Yekîtîya Neteweyan (UNESCO) ve roja 21ê sibatê wekî Roja Zimanê Dayîkê îlan bûye.

Armanc jî ev e ku hem aktîvîstên bangladeşî bihêne bibîranîn hem jî derheqê zimanên cihê-cihê de ku ji alîyê polîtîkayên dewletan ve têne windakirin, di warê xwecihî û gerdûnî de ferqkirinekê bînin meydanê, ziman di dezgeyên resmî de (wekî perwerdeyê) bihêne bikaranîn û muhafezekirin, bi vî şeklî pêşî li windabûna zimanan bihê girtin.

Em wekî dezgeyê DÎSA ku dixwaze kurdî di perwerdeyê û her warê rayagiştî de bi awayekî azad û wekhev bihê bikaranîn û ji bo viya têdikoşin, bi munasebeta 21ê sibatê Roja Zimanê Dayîkê, em pêwîstî pê dibînin ku dîsa îfade bikin, em ji perwerdeya li ser bingeha ziwanê dayîkê, jîyaneka pir-ziman û pir-kulturî ya demokratîk bawer dikin û piştgirîya wê dikin. Di çarçoveya programa me “Pêşî Zimanê Dayîkê” de me xebata xo ya derheqê vê rojê de ji bo zazakî dikin dîyarî ku “Atlasa Zimanên ku di Tehlukeyê de ne” yê UNESCOyê de cih digre. Pêşî em dixwazin du broşurên ku me bi zazakî amade kirine pêşkêş bikin (www.disa.org.tr).

Li roja 27 sibat 2013, saet 17:00, di Enstîtuya Lêkolînên Sîyasî û Sosyalî yê Dîyarbekirê (DÎSA) de em ê bi sernavê “Di Nîqaşên Zimanê Dayîkê û Pirzimanîyê de Dîyalektên Kurdî: Zazakî û Kurmancî” çalakîyekê çêbikin. Nivîskar Roşan Lezgîn ku hem di amadekirina van broşuran de hem jî di pêşdebirina zazakî de xwedîyê cihekî muhîm e, dê qise bike. Ger hûn jî di vê suhbetê de cihê xwe bigrin em ê gelek şa bibin.

Wext: 27 sibat 2013

Cih û Saet: DÎSA, Saete 17:00

Adres: Mimar Sinan Cad. Aslan Apt. B Blok No: 12

Yenişehir/ Dîyarbekir

Tel: 0 412 228 14 42

Na xebere 2958 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.