zazaki.net
25 Nîsane 2024 Panşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
20 Tebaxe 2009 Panşeme 20:47

Di Çapemenîya Kurdî de Malpereka Nuh: Zazakî.NET

[Nûçe]
Haber Diyarbakir

Di Çapemenîya Kurdî de Malpereka Nuh: Zazakî.NET

Malpera kirmanckî (kirdkî/dimilkî/zazakî) www.zazaki.net dest bi weşanê kir.

Li gorî ku di nivîsa destpêkê de qal dibe, ev malper dê xîtabî kurdên zaza bike û di warên mîna ziman, kultur, edebîyat, huner, muzîk û sîyasetê de xizmet bike.

Edîtorê malperê Roşan Lezgîn di nivîsa destpêkê de wisa dibêje: “Di vê malperê de çi tiştên ku bi kirmancan (zazayan) ve eleqedar in, em ê berhev bikin, kom bikin û arşîv bikin. Wekî mînak, folklora me, muzîka me, bîyografîya nivîskar û hunermendên me, berhemên wan, navê gund, bajar, çiya û çemên me, fotograf, û fîlmên deverên welatê me, xebroşkên me, şîîr û çîrokên me yên modern, gotar, axir tiştên ku dikanin di Înternetê de cih bigrin, em dê hemîyan berhev bikin, kom bikin û arşîv bikin. Dê malpera www.zazaki.net di warê Înternetê de heta dereceyekê bibe bîra me, bibe hafizaya me. Helbet ne tenê arşîvkirin, hevpeyivîn, xeberên nuh, aktîvîteyên ku dibin jî, bi qasî hêza xwe, em ê wan pêşkêş bikin. Zazakî.Net dê ji bo agahîyên derheqê kirmancan û kirmanckî de bibe çavîya referansan, bibe warê serlêdanê.”

Menuya malpera Zazakî.Net bi kurdîya kirmanckî (kirdkî/zazakî/dimilkî) ye lê beşên kurdîya kurmancî, tirkî û îngilîzî jî hene.

Başlıksız 1.jpg

Çavkanî: Haber Diyarbakir 

Na xebere 8526 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.