zazaki.net
19 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
23 Sibate 2012 Panşeme 12:20

Danasîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî

Heke hûn jî beşdar bibin em ê gelek kêfxweş bin. Digel heskirin û rêzdarîyê.

Roja 26.02.2012, yekşem saet 13.00, li salona konferansê ya Şaredarîya Bajarê Mezin ya Dîyarbekirê ji bo danasîna Weqfa Îsmaîl Beşîkçî kombûneka giştî çêdibe.

 

Bi vê munasebetê desteya rêvebirîya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dawetîyeyek belav kir. Di dawetîyeyê de wisa tê gotin:

 

“Me damezrandina Waqfa Îsmaîl Beşîkçî di roja 07.01.2012 de ku roja jidayikbûna İsmaîl Beşîkçî ye, bi daxuyaniyeke çapemenîyê bo rayagiştî ragihandibû. Me civîna danasînê ya pêşî roja 14.01.2012 li Stokholmê, ya duduyan jî roja 18.02.2012 li Îstanbulê çêkir. Li Dîyarbekirê jî em ê roja 26 sibat 2012, li salona konferansê ya Şaredarîya Bajarê Mezin civîneka danasînê çêbikin. Heke hûn jî beşdar bibin em ê gelek kêfxweş bin.

Digel heskirin û rêzdarîyê.

DESTEYA RÊVEBIRIYÊ YA

WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ

 

Na xebere 2860 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.