zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
23 Sibate 2010 Sêşeme 11:06

Çîrokeka Roşan Lezgînî Bû Fîlm

[Nûçe]
AKnews

Çîroka jineka kurd ku mêrê wê di encama cînayetên kiryarê xwe ne dîyar de hatîye kuştin, bû fîlm. Fîlm, li qezaya Çewlîgê Bongilanê li gundê Qeran hatîye kişandin û navê wî “Baba” ye. Zaroka ku bavê wê hatîye kuştin ji diya xwe dipirse dibêje “Bavê mi kengî tê?”. Fîlmê ku 12 deqîqe ye, bi vê pirsê dest pêdike û drama zaroka ku sêwî maye û jina ku bî maye vedibêje.

Derhênerê fîlmî Mehemed Alî Konar 27 salî ye, ji beşa Rojnamegerî, Sînema û Televîzyonê ya Unîversîteya Marmarayê (Marmara Üniversitesi Gazetecilik Sinema Televizyon Bölümü) mezun bûye û demekê li bajarê RomaÎtalyayê perwerdeya sînemayê dîtîye.

Li welatê kurdan bi dehhezaran cînayetên kiryarê xwe nedîyar hene. Ev fîlm piştî kuştina bavî, ji drama jinê û psîkolojîya zarokê wêneyek nîşan dide. Çîroka fîlmê ji kitêba şaîr û nivîskarê kurd Roşan Lezgînî ya bi navê “Li Bin Dara Bîyê”, ji çîroka bi navê “Baba” hatîye wergirtin û bi eynî navî bûye fîlm. Di fîlmî de psîkolojîya zarokek ku bavê wê di cînayeteka kiryarê xwe nedîyar de hatîye kuştin û ji bo ku psîkolojîya zarokê xira nebe, dayîk kuştina bavî çawa jê diveşêre, nîşan dide.

Derhênerê xort Mehemed Alî Konar derheqê fîlmê xwe de wisa agahîyan dide:

“Di fîlmî de eşkera ye ku ‘bav’ ji alîyê kesên nedîyar ve hatîye kuştin. Gava ku keçika piçûk pirsa hewalê bavê xwe dike, dayîk dixwaze bi lûrîgan bersivê bide. Esas dayîk hem dixwaze keçikê pênehesîne hem jî dixwaze bi lûrîgan xwe û zaroka xwe teselî bike, dil bide ber xwe. Dayîk di lûrîgên xwe de bi awayekî sergirtî behsa cînayeteka polîtîk dike. Her kes bi van gunekarîyan dizane.”

Derhêner Mehemed Alî Konar ji bo fîlmê xwe dibêje, “Ev tenê destpêkek e.” Û lê zêde dike dibêje, çawa ku firsend têkeve destê min, ez ê hîn gelek fîlman bi kirdkî (zazakî) bikişînim.

Di fîlm de Roza Erdem, Hêlîn Bulut, Kekê Yildirim û Tajdîn Gultekîn dilîzin. Muzîka fîlmî ji alîyê Metîn Kemal Kahramanî ve çêbûye. Di fîlm de dîyalog bi kurdîya zazakî ne, lê jêrnivîs cihê bi cihê bi tirkî û îngilîzî amade bûne. Fîlm ji bo festîvalan bo Îtalya, Îngilîstan û Fransa hatîye şandin.

Ji bo temaşekerina fragmanek ji fîlmî bitikne>>>

_____________

Çavkanî: http://www.aknews.com/tr/aknews/1/117594/

Na xebere 4140 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.