Paradoksa Bêdewletbûna Kurdan

Paradoksa Bêdewletbûna Kurdan
Îsmaîl Beşîkcî

Kamal Soleimani û Behrooz Shojai ku du akademîsyenên ji Kurdistana Rojhilatê ne, kitêbek bi navê “Kürdlerin Devletsizlik Paradoksu (Paradoksa Bêdewletbûna Kurdan)” weşandin. Ev xebata hanê fikrên lîderê PKKê Abdullah Öcalanî rexne dike.

Kunyeya kitêbê ya tam wisa ye: Kürtlerin Devletsizlik Paradoksu, Öcalan’ın Konfederalizm ve Türkiyelileşme Stratejileri, Doz Yayınları, Temmuz 2025, İstanbul, 264 rûpel.

Kamal Soleimani (1968, Piranşar/ Kurdistana Rojhelatê, li Unîversîteya El Coleigo de Mexicoyê mamosta ye)

Behrooz Shojai (1968, Kutur/ Kurdistana Rojhelatê, li Sêwêdê di warê heqên zimên de dişixule)

***

Piştî şerê cîhanî yê yekem di çehreya siyasî ya cîhanê de guherînên gelek mezin çêbûn. Dewletên nuh hatin avakirin. Lê civaka navneteweyî li djî kurd û Kurdistanê mueyîdeyên gelek giran û gelek neheq danîn. Li salên 1920an di dewra Cemîyeta Neteweyan de kurd û Kurdistan hatin jihevdexistin, perçekirin û parvekirin. Em di vê proseyê de hevkarîya mişterek ya du dewletên emperyal yên wê demê Îngilîstan û Fransayê, her wisa, li Rojhelata Navîn jî du dewletên qedîm; yanî Împaratorîya Usmanîyan/Komara Tirkîyeyê û Împaratorîya Îranê/Şahîtîya Îranê dibînin. Vê proseyê li ser kurdan tesîreka wisa kir ku herwekî îskeleta însanekî bête perçekirin, mejîyê wî bête tevizandin. Piştî vê demê kurd di her perçeyê de; li Başûr, li Bakur, li Rojhelat û li Rojava bûn armanca polîtîkayên gelek giran yên asîmîlasyonê. Dest li ser hemî nirxên kurdan hate danîn. Ji bo ku kurdan bi ziman û kultur û tarîxa wan ve ji ser rûyê erdê tune bikin hewldanên gelek mezin çêbûn. Ev polîtîkayên neheq li her çar perçeyên Kurdistanê hê jî dewam dikin. Divê neyê jibîrkirin ku perçeyek ji erdê Kurdistanê jî li Qafqasyayê ye.

kurtlerin-devletsizlik-paradoksu.jpg

Ji alîyê mijara ku em ê behs bikin ehemîyeta tiştên ku me behs kir ev e ku li hemberî vê rewşa sabît ya kurd û Kurdistanê, li hemberî vê felaketa ku bi serê kurdan de hatiye, eger tevgereka gerîllatîyê li kîjan perçeyê Kurdistanê rû bide, divê armanca vê tevgerê ji nuh ve bi dest ve anîna van heq û hiqûqên kurdan be. Tevgerek dikare tenê ji bo perçeyekê jî têbikoşe lê berîya gerîllatîyê divê tehlîleka wisa bête kirin. Tehlîlkirineka wisa jî bi awayekî tebiî merivî û rêxistinê dike neteweperwer.

Di vê navberê de em parantezekê vekin û vê yekê îfade bikin ku neteweperestîya ereban, farisan û tirkan nîjadperestane ye. Amanca her yek ji van ev e ku kurdan asîmîle bikin, kurdan bi ziman û tarîxa wan ve ji ser rûyê erdê tune bikin. Ev her sê neteweperestî jî ji bo ku bigihên vê armancê bi awayekî gelek xurt terora dewletê tetbîq dikin. Bêguman tu armanceka wisa ya neteweperwerîya kurdan nîne. Lebata neteweperwerîya kurdan ev e ku heqên wan yên ku hatine xesbkirin ji nuh ve bi dest ve bînin. Ev jî dike ku meriv vê lebata hanê wekî li hemberî tehda û zilmê bi dest ve anîna nirxên gerdûnî bibîne.

Lê Abdullah Öcalan tekîd dike ku ew li dijî her awayê neteweperwerîyê ye. Ew, neteweperwerîyê wekî helwêsteka kevin û kovî nîşan dide (binêrin li kitêbê rûpela 170yan). Îdeolojîya resmî ya tirkan ji salên 1960î vir de kesên ku xebatên kurd û Kurdistanî dikin bi tometa neteweperestîya kevin û kovî tawanbar dike. Di vê babetê de tu ferqek di navbera îdeolojîya resmî ya tirkan û Abdulah Öcalanî de nîne. Abdullah Öcalan dibêje dewlet xirab e, tu îhtîyacê kurdan bi dewletekê nîne, em ji bo kurdan dewletê naxwazin. Lê li dijî dewletên ereban, dewleta tirkan û dewleta farisan tu rexneyeka wî tune ye. Tenê tekîd dike ku ew li dijî dewleteka muhtemel ya kurdan e. Îdeolojîya resmî ya tirkan kurdan tawanbar dike ku eger ew li Rojhelata Navîn dewleteka kurdan ava bikin, ev dewlet dê bibe “Îsraîla duyem”. Fikrê Abdulah Öcalanî, fikrê Yalçın Küçük û Doğu Perinçekî jî bi vî awayî ye. Her sê jî ji bo dewleteka kurdan ku dê bête danîn dibêjin “Barzanîstan" û bi vî awayî dewleta kurdan bêrûmet dikin. Abdulah Öcalan di vê nuqtayê de bi fikrê îdeolojîya resmî ya tirkan re şirîkatîyê dike. Ji derveyî van diyardeyan, Abdullah Öcalan bi fikir û pratîka xwe gelek bi xurtî beyan dike ku ew xizmeta kurdan nake, bi gotina wî bi xwe ku ew bi eşkerayî beyan dike: “Ew xizmeta dewleta tirkan dike û dixwaze vê xizmeta xwe dewam bike.”

Ji ber vê fikir û helwêsta wî helbet divê Abdullah Öcalan bête rexnekirin. Lê divê akademîsyenên kurd yên ji Kurdistana Bakur jî bêne rexnekirin, çimkî dema ku dest bi rexnekirina Abdullah Öcalanî dikin hîç behsa van têkilîyan nakin.

Mijareka din jî, ku Abdullah Öcalan tim li ser disekine, Tirkîyeyîbûn e. Tirkîyeyîbûn tirkbûn e. Abdullah Öcalan dibêje ev her yek tiştên cihê ne. Dibêje Tirkîyeyîbûn polîtîkayeka welatîbûnê esas digire, lê tirkbûn entnîsîteya tirk esas digire (binêrin li kitêbê rûpela 178an). Eger em behsa polîtîkayên asîmîlasyona ku dewleta tirkan ev wextekî ji sed salî zêdetir li ser kurdan tetbîq dike bikin, gelek vekirî derdikeve meydanê ku Tirkîyeyîbûn tirkbûn e. Lewre ev nayê qebûlkirin ku gelek kurdên ku li unîversîrteyên tirkan yan jî li diasporayê xebatên akademîk dikin Tirkîyeyîbûnê wekî tezeka rast nîşanê kurdan bidin. Tirkîyeyîbûn, dewama polîtîkaya tirkkirina kurdan e ku ji zêdetirî sed salî tê tetbîqkirin. Hetta ku, Tirkîyeyîbûn polîtîkayeka hê bêhtir kone û xeternak e.

Divê ew roşinbîrên ku dibêjin “Abdullah Öcalan serê min yan jî îradeya min e” jî bi awayekî xurt bêne rexnekirin. Li van salên dawîn hinek akademîsyenên kurd ku li unîversîteyên tirkan dişixulin, ji bo ku konfora wan xiranebe, bi awayekî eşkera Tirkîyeyîbûnê (yanî tirkbûnê) diparêzin. Ev tê vê mehnayê ku bi vî awayî ew bi eşkerayî ji îdeolojîya resmî ya tirkan re, ji kolonyalîzma tirkan re xizmetê dikin.

Ev xebata Kamal Soleimani û Behrooz Shojai ku fikir û helwêsta Abdullah Öcalanî bi awayekî akademîk rexne dikin xebateka gelek hêja ye. Ev her du akademîsyen her çendî ji zimanê Tirkî re hakim nebin jî, ev xebata wan ku bi berpirsîyarîyeka gelek mezin fikrê Abdullah Öcalanî û PKKê vekolane û vê kitêba hanê nivîsîne gelek hêja ye. Heta îro kitêbên ku derheqê Abdullah Öcalanî de hatine nivîsîn zêdetir metnên dûr ji rexnegirîyê tijî pesn in. Lê vekolîna Kamal Soleimani û Behrooz Shojai rexneyeka îlmî û objektîf e.

***

Abdullah Öcalan di vê merheleya ku hatiye de ji bo ku miletê kurd daxilê dewleta tirkan bike, dibêje, min dev ji hemî nirxên kurdane berdaye. Ew mafên kollektîfî yên kurdan, hetta ku mafên kulturî yên kurdan jî red dike. Dibêje ez qanûnê esasî yê tirkan, avanîya unîter ya dewletê bêqeyd û şert qebûl dikim. Drûşmên ‘yek ala, yek dewlet, yek ziman…’ bikar tîne. Derbarê zimanê Kurdî de tu daxwaza wî nîne. Eynî mîna generalên tirkan zimanê Kurdî wek mafekî kolektîf nabîne, dibêje bila li mala xwe di nav xwe de wek kes bikar bînin. Jixwe ji mêj ve ye ku wî dev ji otonomî û federasyonê jî berdaye (binêrin li kitêbê rûpela 74an).

Ji bo Abdullah Öcalan çawa ku dewleta tirkan pîroz e, her wisa, dewletên ereban û dewleta farisan jî pîroz e, divê kes têkil nebe. Bo nimûne, ji bo ku bi rêvebirîya Sûrîyê re hîn baştir bête lihevkirin, dibêje “Perçeyekî Kurdistanê yê wek Kurdistana Sûrîyê tune ye. Kurdên ku lir wir hene, piştî serîhildana Şêx Seîd û hîn pişt re, piştî serîhildana Agirîyê, ya Zîlanê, ya Sasonê, ya Dêrsimê ji Bakur koç kirine çûne Sûrîyê” (binêrin li kitêbê rûpela 31an).

Lêbelê ya rast, di destpêka salên 1960î de, Rêvebirîya Beasê li Rojava dest danî ser erdê kurdan û ew surgunê başûrê Sûrîyê kirin, ew ajotin rojhelata Sûrîyê. Ji wan deran jî malbatên ereb anîn û li dever û gundên ku ji kurdan hatibûn valakirin bicih kirin. Ev operasyonên hanê ji bo ku demografîya Kurdistana Rojava bête xirakirin, ji bo ku li nav erdê kurdan hejmara ereban zêdetir be hatin kirin. Sûrîyeyê ev operasyonên hanê bi Misirê re dikir, yanî dema ku bi Misirê re Komara Ereb a Yekgirtî ava kiribûn dihatin kirin. Wê demê serokê dewleta Misirê Cemal Ebdunnasir bû. Ev yekgirtûbûn zêde temendirêj nebû. Yekgirtîbûna ku di sala 1958an de hatibû danîn, di sala 1961ê de hate belavkirin. Serwezîr Nazim el-Qudsî bû. Operasyonên felişandina demografîya Rojava di dawîya salên 1960î de, di dewra serokomar Nûredîn el-Ettasî de û hîn paşê jî di dewra Hafiz Esadî de dewam kirin.

Abdullah Öcalanê ku pîrozîya dewleta tirkan, her wisa dewletên ereban û dewleta farisan diparêze, li hemberî jihevdexistin, perçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê bêdeng e. Lê ev, esas piştî planên Sykes-Picot yên li sala 1916, muhîmtirin siyaseta parvekirina emperyalîst ya 1920 Sevrê û 1923 Lozanê ye; yanî siyaseta emperyalîst ya parvekirina Kurdistanê. Abdullah Öcalanê ku ji vê proseyê re bêdeng e, meriv heyirî dimîne ku serîhildana Şêx Seîd ya sala 1925an wekî bûyerek ku Kurdistanê perçe kiriye nîşan dide (binêrin li kitêbê rûpela 118an).

***

Abdullah Öcalan gelek li ser Konfederalîzma Demokratîk disekine (binêrin li kitêbê rûpela ji 51 heta 88an). Vê, wekî rêya çareserkirina pirsgirêka kurdan pêşnîyaz dike. Dibêje dema ku Konfederalîzma Demokratîk bête danîn dê sînor hîç neguherin. Ew dixwaze ev sînorên hanê ne ku wekî asteng lê wekî pir bêne bikaranîn (binêrin li kitêbê rûpela 63yan). Dema ku em bala xwe bidin ser kirinên ku dewleta tirkan, dewletên ereban û dewleta farisan di vê tarîxa sed salên dawîn de bi serê kurdan de anîne Konfederalîzma Demokratîk wekî xeyalekê dimîne. Bo nimûne, kolberên ku li ser sînorên dewleta Îraqê û Îranê li ser pişta xwe hinek kelûpel tînin vî alî yan dibin wî alî û bi vî awayî piçek debara xwe dikin, digel ku karta nasnameya xwe nîşanî polîsên Îranê didin jî, cardin têne kuştin. Heta ku ev dewletên hanê ji demokrasîyê re vekirî nebin, mimkun nîne ku projeya Abdullah Öcalanî Konfederalîzma Demokratîk bête cîbicîkirin (binêrin li kitêbê rûpela 233yan).

***

Abdullah Öcalan polîtîkayên nîjadperest rexne nake, qanûna esasî û demûdezgeyên dewletê meşrû dibîne. Ev jî nîşan dide ku ev projeya wî ya ku perwerdeya bi zimanê dayikê naxwaze, pêşî li kurdan digire û esla projeyeka rizgarîxwaz a neteweyî nîne. Lêbelê ji ber ku her tiştê ku dewletê kiriye ji bîr ve dike û dilebite ku hîn zêdetir bi dewletê re bibe yek, lewre dibe ku ev projeyên wî jê re azadîya ferdî bînin.

Bu haber toplam 208 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.