zazaki.net
26 Nîsane 2024 Îne
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
14 Sibate 2013 Panşeme 01:37

CIVÎNA LI SER XEBATA ARŞÎVA KURDÎ

Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Ev demeke dirêj e ku mamoste Rifat Sefalî bi alîkariya desteyek xebatkarên "Platforma Neteweyî" (www.netewe.com) li ser amadekirina arşîveke kurdî dixebite. Vê gavê ev xebat bi giranî li serarşîva weşan, belge û rojnamegeriya kurdên bakur û yên diasporayê ye.

Birêz Rifat Sefalî wê di dem û cihê ku li jêr hatiye nivîsandin de, civîneke danasînê ya li ser vê xebata dijîtalîzekirina kovar, rojname, kitêb û belgeyên kurdî û li ser kurdan amade bike.

Hemû dildarên kultur, edebiyat, dîrok, folklor û zimanê kurdî bi xêr werin.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Tarîx: 17ê sibata 2013
Dem: saet 14:00-16:00
Cih: Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

 

Na xebere 3489 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.