zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
05 Gulane 2019 Yewşeme 14:36

bûka baranê

Esma

çar dîwar

du derî;

yek destpêk yek cudabûn

yek jî asîmanê bêser û bin

û du dil…

hezar xeyal

yekî ji wan pir giran

destê vala ye zeman

nabihûrîne soz û peyvan

çend sal derbas bûn

lê neşuşt birîna bêderman

hêvî jî çûn, dûr bar kirin

lê neçû ew awirê çavan

şev û roj bûn yek

bi hev re gotin strana hesretê

yek car qet şaş nebû

hildihat di bin serê çiyan

ew xeyala heftreng

xemilîbû wek bûk û zava

ne xem bû ku dem çi bû

kî bê xew bû kê bêsitar

ew hespê xwe dibezîne

di deşta dilê wenda de

nexweş diket laş li ber lerza wê

bêdeng bû girîn

lê di dil de nalîn û qîrîn

dest dirêj nedibûn

nedigihîşt bi gavan û revê

ew bibû bûka baranê

rengareng bû

lê ne dûr ne nêzìk

her dem li ser rohnîya çavan

bi navê hezkirinê

ne bi dîtina çavan...

                             Wan, 30.08.2018

Na xebere 4647 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.