zazaki.net
19 Adare 2024 Sêşeme
Girdîya Karakteran : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
04 Gulane 2019 Şeme 12:19

Beriya Mêrdînê: Romana Jînenîgariyê

Xalid Cemîl Mihemed

Jînenîgarî yan jiyanname ku bi “biyografî” tê naskirin, cûreyek ji nivîsê ye, hejmarek ji serpêhatî, çîrok, bûyer û bîranînên nivîskar, derbarê gelek qonaxên temen û jiyana xwediyê wan berheman li xwe digire. Di nav de hizr, bîr û bawerî, rewşa jingehê, civak û navçeyek yan bêhtir ji dever û herêmeke cografî tê de nîşan dide û bi şêwazekî hunerî, wêjeyî û ciwan vedibêje û behs dike, lê tewirên sereke yên berhema jînenîgarîyê hizr, raman, hest û nestên nivîskar in, herwiha wêstgehên sereke û girîng in di jiyana wî de ku di demên bihurî de derbas bûne.

Konê Reş di pêşgotina romana xwe de dibêje: "Dema nivîsandina vê pirtûkê min bi firehî hêviyên xwe berdan ser bîra xwe ya zaroktiyê, serwextiya xwe ya niha û bi zanebûna xwe ya îro û ezber, wek şahidê (dîdevanê) demekê ji dîroka me Kurdên Rojava (Cizîrê), min beşek ji bîranên xwe di Beriya Mêrdînê de daniye ber çavan û ji xwendevanên Zimanê Kurdî re pêşkêş dikim… Ev beş ji bîr û serpêhatiyên min, wek ku min dîtiye û bi min re derbas bûye, min avêtiye ser pelikan. Bi hêvî me ku ez karibim di beşên mayî de jî, bêtir hûrgiliyên zaroktiya xwe, serpêhatiyên jiyana xwe û xelkên herêma xwe bi rast û durist wek ku hebû bînim ziman..!"

Dibe ku jînenîgarî derbarê jiyana nivîskar bi xwe be bi awayekî wêjeyî, hunerî, weke çîrok yan roman bê dariştin. Di nav de jî behsa gelek mijaran bê kirin, bi awayek ku piraniya wan mijaran girêdayî kesayetiya nivîskar bin.

Jînenîgariya romana "Beriya Mêrdînê" vegotina çîroka rasteqîn ya nivîskar (Konê Reş) e. Tê de behsa gelek aliyên jiyana xwe dike lê wan aliyan tevlî dîroka herêma Beriya Mêrdînê dike.

Konê Reş derbarê vê jînenîgariyê de jî dibêje: "Bêguman, ev beş ne serboriya min tenê ye, lê belê serboriya piraniya nifşê min e. Şêweyek ji şêweyên jiyana min û jiyana hevçerxên min e, di Beriya Mêrdînê de, dibe ku sûdeya xwendevanên me, yên roja îro û sibe tê de hebe… Dubare dikim ku naveroka vê pirtûkê, ji giringtirîn dîmenên ku min di zaroktiya xwe de dîtine û ji hin bûyerên ku di xortaniya min de hatine serê min pêk tê. Bandora her du qonaxan bi berdewamî li min hatiye kirin û wan ez kirime Konê Reş."

Rêzbendiya xelekên vê jînenîgariyê li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li ser SERXET û BINXETê dabeş kiriye.

"Beriya Mêrdînê: Romana Heyamên Derbasbûyî" jînenîgariya nivîskar, ne bi şêwazê dîroknivîsînê, lêbelê bi şêwazê romana jînenîgariyê berdeste dike ku tê de dem, cih, kes, bûyer, diyalog û hemû hêman û regezên romanê bikar anîne. Ne tenê rewşa derveyî kesayetiya xwe, lêbelê nav û derûna xwe jî tê de diyar dike.

Bi şêwazekî hêsan û zimanekî rewa û hevgirtî ligel dariştineke ciwan û wêjeyî hejmarek ji tabloyan hatine nîşandan. Di wan tabloyan de dîmenên jiyana nivîskar diyar dibe, lê di nav de, wêneyên dîroka civaka li ser wê cografyayê diyar dibin.

Bi vê romana jînenîgariyê nivîskar dixwaze xwe bi xwe nas bike, herdem xwe bide nasîn û nasname û kesayetiya xwe diyar bike, lewma ew bûyerên rasteqîn li ser jiyan, jîngeh û civaka xwe nîşan dide, bêyî ku bûyer û kesan ji sawêra xwe biafirîne, weke ku di romanê de pêk tê, êdî di vê xalê de jînenîgariya vê romanê diyar dibe.

Rêzbendiya bûyer, xelek û qonaxan, li gorî ger û pêvajoya demê hatiye. Di nav de zanyariyên riyalîstîk û rasteqîne, ji çavkaniya bîranînên xwe werdigire. Wan zanyariyan, derbarê qonaxên girînig ji zaroktî, ciwanî, temen û jiyana xwe radigihîne.

Bizaveke takekesî bû, gihiştibû astekê ku pêwîstiya wê bi derbirrînê hebû, ew derbirrîn, bi şêwazê romana jînenîgariyê hate berhemanîn û ristin ku bûye nimûneyek ji bo jînenîgariya gelek kesên ku li wan navçeyan dijiyan, yan jî dibe rewangehek ji bo kesên ku dixwazin zanyariyan li ser wan navçe, civak, jîngeh, dabûnerît û nişteciyan binasin.

Mikurhatin, bîranîn, bîrname, gilî û gazin, bi rastgoyî, li ser tevnê romanê hatine raxistin. Êdî rûpelên jiyana mirovekî vedike û ronahiyê diavêje ser aliyên balkêş, di wê jiyanê de, bêyî ku ciwaniya şêwazê dariştin û vegotinê piştguh bixe, bi mebesta parastina nasnameya wêjeyî û hunerî ya berhemê.

"Beriya Mêrdînê" ne tenê çîroka jiyana takekesekî bi navê Konê Reş e, lêbelê ayîneyek e ji bo dem û dewra dîrokê, herwiha bizaveke dewlemend werdigerîne û ji bo xwendavanan vediguhêze ku ew jî ligel wî beşdariyê di wê bizavê de bikin û nerîn û axaftinên wî li ser demeke dîrokî ji jiyan û civakê, di nav de jî hest û helwestên nivîskar ku bi awayekî wêjeyî vedibêje binasin. Hin ji bo nasandinê, hin ji bo dilxweşkirinê û hin jî ji bo belgekirina serdemeke dîrokî û navçeyeke cografî.

Piştî temenkî têrbizav Konê Reş romana jînenîgariya xwe nivîsandiye û ji çavkaniya bîranînên xwe dîmen û wêne wergirtine, wiha jî rûpelên jiyanekê nîşan dide ku bi ser asoyan de vekirî ye. Di nav de pirsên girêdayî civak, niştiman, dîrok û mirovan hene, bi egera ku bersiv êdî li cem xwendevanan peyda bibin, yan jî di nav rêz û hevokan de li wan bigerin û bibînin.

Hokarên nivîsandina romana jînenîgariyê

Çi hiştiye ku Konê Reş romana jînenîgariya xwe binivîse û belav bike?

Derbarê vê yekê de gelek eger hene, ji wan jî: hest bi derbasbûna demê, hest bi girîngiya zanyariyên ku li cem wî kom bibûn û pêwîstiya wan zanyariyan bi weşan û eşkerekirinê hebû, girêdana bi civak û jîngehê, girêdana bi welat û netewe, hezkirina Zimanê Kurdî, demên zaroktî û xortaniyê, herwiha pêwendiyên malbatê, jiyana gundan, têkiliyên navbera SERXET û BINXETê, çîrokên sînorê navbir, di navbera her du aliyên bakur û başûrê Deşta Mêrdînê de, hemû di avahiya romana jînenîgariya "Beriya Mêrdînê" de hetine ristin.

Nivîskar bûyer li gorî cih û demê xistine rêzbendiyê. Ji zaroktiyê heta xortaniyê, di nav de jî bikaranîna sawêr û wênekêşana bizav û deveran, ku rûberekî berfireh ji cih, dem û jîngeha wê cografyayê li xwe girtiye.

Konê Reş li ser wê cografyayê jî dibêje: "Beriya Mêrdînê an Deşta Mêrdînê, deştek bi nav û deng e. Beşek ji parêzgeha Hesekê ye, anku ji Cizîrê ye; deştek rast, dûz û fireh e. Ev deşt ji bakur ve, ji Çiyayê Omeriyan, Mazî, Hêrik û Deşta Wêranşarê, Qelaçê Hilêliyê, Çiyayê Xursê û Çiyayê Mêrdînê dest pê dike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje Çiyayê Ebdulezîzê Geylanî (Kizwana). Ji Rojhelat ve Çemê Ceqceqê û ji rojava ve Çemê Xabûr e."

"Beriya Mêrdînê" xwe sipartiye dîrokê, lê pabendî bi wê yekê kiriye ku merc û akarên hunerî, wêjeyî yên romana jînenîgariyê werbigire.

 Konê Reş, Berîya Mêrdînê, Weşanên Sîtav, Wan, 2019

 

Konê Reş nivîskar û helbestvanekî kurdê kurmanc e. Navê wî esas Selman Osman Ebdo ye. Di sala 1953an de li gundê Doda yê ser bi Qamişloyê ve hatiye dinyayê. Heta niha bêhtir ji 20 berhemên wî yên weşandî hene.

Na xebere 4648 rey wanîyaya
No nuşte hema şîrove nêbîyo.