Hêza fikirîna bi aqilê xwe
Ronîdartirîn taybetîya ku însên ji mexlûqên din cihê dike, fikirîna bi aqilê xwe ye. Di însên de ev taybetî ne ku tenê destpêkek e, belkî pêşveçûneka bingehîn û şoriş e. Di vê mehnayê de, însan bûyin fikirîna bi aqilê xwe dest pê dike.
Di tebîetê de her aferîde ji bo ku jîyana xwe îdame bike xwe dispêre hîsîyata xwe. Mesela, teyr koç dikin, kerîyê gurgan bi hev re nêçîrê dikin. Gelo însan jî wisa ye? Na! Însan difikire, dipirse, tehqîq dike, ji nuh ve diafirîne. Ev karê fikirînê statîk nîne; tim di halê hereketê de ye, tim di nav liv û tevgerê de ye. Aqil mînanî robarekê ye; diherike. Eger bisekine, dê birize, dê bêhno bibe.
Sebata di însan bûyinê de, a tam li vê derê dest pê dike: bi aqilê xwe fikirîn, yanî ji bin siya hinekên din derketin. Eynî wekî alegorîya şikeftê ya Platonî, zincîrên xwe qetandin û azad bûyin.
Ev, saftirîn halê azadîya kesî ye. Yanî di şûna ku xwe teslîmê aqilên protez bike û qalibên amade yên kesên din bikar bîne de, ji xwe re rêya xwe dîtin e. Çimkî aqilê protez aqilekî sivik e, nizm e; şexsîyeta xwedîyê xwe jî bi xwe re dadixe, nizim dike, hema bibêjin ku xwedîyê xwe diguhere dike wekî kûklayek. Ev halê hanê, însên dike wek zombîyek, yan jî dike wek mîha nav kerîyê pezî.
Însan, ne ku ji bo li jîyanê bimîne, ji bo ku bi rastî jî azad bijî, divê bi aqilê xwe bifikire.
Îrade, ferdîyet û şexsîyet sê tacên însan bûyinê ne. Eger însan îradeya xwe teslîmê yekî din bike, problem dixîne nav kesayeta xwe; ev însanê xwedîyê kesayeta seqet di terîqetên dînî û rêxistinên îdeolojîk de gelek vekirî dixuye.
Dawîya piranîya kesên wisa xusran e. Çimkî li cihê ku têde minaqeşe û mişawire tune be, tenê ji bo aqilekî îtaet heye. Ev jî gelek vekirî ye ku bi aqilên cihê minaqeşekirina bûyer û tesewuran însên digihîne rêya rast.
Îrade keleha ferdîyetê ye; însanê ku îradeya xwe ji dest dabe êdî keleha xwe teslîm kiriye. Yanî kesê ku bi aqilê hazir yê kesekî din bifikire, êdî ji aqilê xwe bûye. Ev, tenê xisareka ferdî nîne, ji rizandina civakê re jî rê vedike. Bînin ber çavê xwe ku kûklayek bi benê di destê hostayekî kûklayan de dans dike. Belê, helbet ev kûklaya hanê dilive, hereket dike, lêbelê di wê de ruh tune ye.
Kesên ku îradeya xwe teslîmê kesekî din dikin û bi aqilê xwe nafikirin jî, meriv dikare mecazen bibêje kesên zombî ne; kûkla yan jî mîha li nav kerîyê pezî ne. Kesên wisa neşên bi ser kevin, çimkî neşên bifikirin û zanîna xwe pêş ve bibin. Aqilê sivik kesayeteka sivik çêdike: tirsonek û mubtela ye; ji pirsîyarkirin û tehqîqkirinê bêpahr e. Berevajîya vê, kesê ku îradeya xwe biparêze azad dibe. Ev, şorişa hundirîn e.
Kesê ku pirsîyar û tehqîq neke, meriv dikare bibêje ew xwedîyê zêhneka kor û lawaz e. Kesekî wisa, ji bo kesê ku xwe sipartiye aqilê wî, dikare bibêje “Eger ew dibêje, eger ew wisa dike, hingê tiştek dizane” yanî, tiştê ku ez nizanim ew dizane. Kesê wisa, bê ku zanyarîyê bisefîne yan jî rafîne bike dadibelîne, qebûl dike. Rastîya zanyarîyê venakole, ehemîyet nade çavîya wê, nakokîyên wê piştguh dike.
Ev korbûn e. Korbûna hanê dike ku kesê wisa ji teorîyên komplovarî bigirin heta bi sloganên îdeolojîk û propagandaya demagojîk, hema bibêjin her tiştî bi hêsanî qebûl dike û jê re îtaet dike. Çimkî hêza xwe ya hizirînê ji dest daye; nikare diyardeyan muhakeme bike; netîce, nikare ruhê dema ku tê de dijî têbigihê û întîbaq bike.
Ev kesayetî xwdîyê kapasîteyeka kêm e. Lewre afirîner jî nîne, teqlîdkar e; bi çavekî rexneyî nanihêre, îtaetkar e. Ev kesayetî li hemberî her tiştê ku li xweşa wî neçe dest bi îftîrayan dike. A gerîneka kesê ku ji hêza xwe ya pirsîyarkirinê bûye ev e. Pêşî wek zombîyek dikeve tevgerê, paşê diguhere dibe atolyeya îftîrayan. Bêexlaqî têde hêlîna xwe çêdike, çimkî di bingeha kesayetîyeka wisa de tirs rûniştîye û kesayetî zeîf ketiye. Ev haletê hanê ji qalikê nexweşîyeka ferdî derdikeve, dibe jehreka wisa ku civakê jî bi xwe re jehrî dike.
Ev kesayeta hanê ji guherînê re girtî ye. Çimkî kesayetîyeka wisa xwedîyê kapasîyeteka lawaz e, li nav sîstema retorîkên îdeolojîk û qalibên hazir çêbûye.
Tarîx ji me re dibêje civakên ku hêza xwe ya pirsîyarkirin û tehqîqkirinê ji dest dane dirizin û ji nav diçin. Lê civakên ku bi îradeya xwe şîyana xwe ya fikirîna azad bi bikar tînin bilind dibin û pêş ve diçin. Çimkî aqilê azad her dem bi ser dikeve.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.