ANTON ÇEXOVÊ ME

ANTON ÇEXOVÊ ME
Roşan Lezgîn

Rûpela ku çîroka wî tê de weşîyabû nîşan da û kovar da destê mamostayî, got:

— Mamosta, hela binihêre ez çawa dinivîsim?

Gava ku mamosta çîrok dixwend, wî bala xwe hemî dabû ser rûyê mamostayî lê tu tişt jê fêm nekir.

Mamostayî çîrok heta bi dawî xwend. Çîrokê nedikir pênc pere lê dîsa jî mamostayî bi dengekî cidî got:

— Bijî! Heke te negota çîroka min e, min digot belkî ez çîrokeka Anton Çexovî dixwînim. Ez dibêjim tu dibî Anton Çexovê kurdan.

Nivîskarê teze kovarê di bin çengê xwe de pihêt şidand û wisa ji xwe bawer xatir xwest, derket derve çû.

Ji wê rojê vir de mîna ku bi rastî ew Anton Çexov be, êdî bi wî çavî li xwe mêze kir.

Roj, hefte, meh û sal çûn lê çi kir nekir nekarî çîroka diduyan binivîse, qet kela wî li nivîsînê ranedibû. Rojekê, gava ku êdî wî bi xwe jî nedizanî bê hela ev bû cara çendan ku ew çîroka xwe dixwîne, ji nişkê ve şikîya dilê wî ku nebe nezer bibe! Epey fikirî. Di dawîyê de xwe bi xwe got:

— Çîroka min ewqas xweş e ku wî bênamûsî ez nezer kirim!

_______________

Not: Ev çîrok li kitêba "Roşan Lezgîn, Ez Gule ra Hes Kena, Çapo Diyin, Weşanxaneyê Roşna, Diyarbekir, 2018, r. 55" weşîyaye. Min ji Zazakî wergerand ser Kurmancî.

Bu haber toplam 349 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.