MELA EHMEDÊ PALO

MELA EHMEDÊ PALO
Roşan Lezgîn

Mela Ehmedê Palo di sala 1920an de li gundê Palo, Sêraçurê hatiye dinyayê. (Dewleta Tirkan di çarçoveya polîtîkaya îlhaqkirina Kurdistanê û tirkkirina kurdan de navê Sêraçurê bi Tirkî kiriye Güllüce.) Di roja 9ê gulana 1991ê de li rojavayê Kurdistanê, li gundê Qamişlo, Cirnikê çûye rehmetê. Li gundê nêzîkî wê, li goristana Mehmeqîya defin bûye.

Mela Ehmedê Palo di şiîreka xwe de wisa behsa bûyîna xwe dike:

Di pê hezar û nehsed û bîstan
Min ji diya xwe berdaye bistan

Mela Ehmedê Palo ji kurdên zaza ye, lê ji ber ku bi Kurmancî perwerde bûye û ji piçûktîya xwe her di nav kurdên kurmanc de maye lewre berhemên xwe, şiîrên xwe hemî bi Kurdîya Kurmancî nivîsîne. Lêbelê di nav helbestên wî de gelek peyvên Kurdîya Zazakî hene. Mesela, di dîwana wî ya bi navê Dewr û Gera Kurdistanê de min ev peyv tesbît kiribûn:

aşm (meh; heyv), bermî (girîn), bûm (kund), ca (cih), çuwa (çov), dapîr (pîrik), darî (derman), dew (gund), dibendî (dubendî), diroşim (difiroşim), engaz (beşek ji aleta cotkirinê), gem (devî), girs (gir, mezin), goş (guh), hasin (hesin), hingile (sermil), hol (qenc), hût (balîna), key; kê (kengî), koh (çiya), la (ta; ben), lêl (şêlo), lû (rovî), perîweş (xweşperî), pîl (mezin), pîlî (mezinahî), qîç (diranên fîq), ro (çem; robar), serek (serok), sî (kevir), sîpe (serserî; zarokên beredayî), siya (reş), şew (şev), têrzîn (bivir), vaş (giya), verg (gurg), wahir (xwedî), weşî (xweşî), xême (kon), xergele (qeşmer), xerzik (fîdan), xoz (beraz)…

Ne ku tenê peyvên Kirdî bikar anîne, di hinde dengan de lefza devoka Kirdîya Paloyê jî di zimanê wî de xuya ye. Eynî wekî xelkê alîyê Paloyê dengê “ey” bi “ê” diguherîne û dengê “ê” jî dike “ey”. Ev guhertin, her wekî devoka Paloyê, di “pey; key” û “; ” de gelek baş xwe nîşan dide. Yanî “pey” û “key” dike “” û “”, “” û “” jî dike “pey” û “key”. Dîsa, di gelek cihî de, her wekî devoka Paloyê di peybendên pirhejmarîyê “-ên” û “-an” de dengê “n” dixîne. Di şiîra xwe ya ku tê de behsa çîroka jiyana xwe dike de wisa dewam dike:

Bavê min çûbû cengê kufara
Serbaz û leşker ji bo neyara

Min ew nedîbû derdê dilê min
Jê bêxwedî bûn bax û gulê min

Piştî sê salan diya min diçû
Ez hiştim sêwî li ber dar û tû

Piştî ku bi vî awayî bê dê û bav dimîne, îhtimaleka mezin di nifûsa dewleta tirkan de jî qeyd nebûye. Lê tomarkirinên nifûsê yên resmî yên li Tirkîyeyê paşnavê merivên wî yên ku li Sêraçurê hene, “Güneş” e.

Li ser berga dawîn a kitêba wî Rêzmanê Kurdî navê bavê wî Mihemedê Mistefa, navê diya wî jî Elîf e. Li eynî cihî nivîsandiye ku “Bavê wî beşdarî cenga cîhanê ya yekem bûbû û yek ji têkoşerê şoreşa Şêx Seîd bû û di şoreşê de jî Şehîd bû di sala 1925an de.” Lê mimkun e ku ev mehlûmat tam rast nebin. Çimkî ew îhtimal nîne ku bavê wî beşdarî şerê kurdan û tirkan yê sala 1925an ku di pêşengîya Şêx Seîdî de derket bûbe. Ew bi xwe dibêje, piştî sê salan diya min jî çûye. Eger rast be ku bavê wî beşdarî cenga cîhanê ya yekem bûye, paşê jî yek ji têkoşerê şoreşa Şêx Seîd bû û di şoreşê de jî şehîd bû di sala 1925an de û eger Mela Ehmed jî di sala 1920an de hatibe dinyayê, miheqeq diviyabû wî bavê xwe bidîta, lê dibêje “Min ew nedîbû derdê dilê min”, lewre îhtîmaleka mezin derheqê sala bûyîna wî û hinde mehlûmatên derheqê bavê wî de tevlihevî hebe. Ez wisa texmîn dikim ku bavê wî beşdarî cebheyeka şerê ku tirk jê re dibêjin “Kurtuluş Savaşı” bûye û paş ve nehatiye. Piştî ku bavê wî paş ve nayê, hîn ku ew sêsalî ye, diya wî jî bi kesekî din re dizewice. Ehmedê piçûk wisa sêwî li ber destê apanên xwe dimîne. Di vê demê de yanî texmînen di navbera salên 1923 û 1935an de, wekî sêwîyek gelek zehmetîyan dikişîne. Di şiîra xwe de wisa behsa wan zehmetiyan dike:

Jar û belengaz, pêxwas û tazî
Nîne ji bo min hawar û gazî

Xeman didêrim, kulan dihêrim
Bêbav û bêdê dor xwe dinêrim

Carekê digihê çend hevalên xwe û bi hev re direvin bi alîyê Sêwrekê ve diçin. Apê wî Xalit dikeve dû, wî diqefêle, tîne. Lêbelê ji ber ku êdî nikare li ber heqaret û lêxistinê tab bike, di sala 1935an de rojekê dîsa direve:

Rojek ez rabûm berê min li jêr
Dilê min bi tirs, destê min li dêr

Ketim newal û kortal û çala
Zinar û devî, hevraz û newala

Diçim ser darê gava dibe şev
Pelê darê ez li xwe didim hev

Li vir belkî meriv meraq bike ku çima berê wî li jêr direve. Gundê Mela Ehmedê Palo li berpala Çiyayê Spî ye. Çiyayê Sipî yan jî bi Kirdî “Koyê Sipî” ku gundê Mela Ehmedî, Sêraçur li berpala wî ye, ji behrê 2620 metre bilind e. Lewma welatê alîyê başûr ji bo wan deran dibe “jêr”. Piştî ku herba kurdan a 1925an dişikê, gelek ji şervanên kurdan vedikişin Çiyayê Spî. Qismek şervan wê demê diçin Binxetê. Di vir de “xet” ji bo riya trênê tê gotin ku wekî sînor Kurdistanê parçe dike; qismê jêrîn di bin kontrola Fransayê de dimîne ku niha di nav sînorê siyasî yê dewleta Sûrîyeyê de ye. Şervanên kurdan ji bo ku xwe ji tehqîbata dewleta tirkan xilas bikin diçin Binxetê. Carînan vedigerin tên, dîsa diçin. Îhtimaleka mezin Ehmedê piçûk ku bê dê û bav sêwî maye ji Binxetê xeberdar bûye. Wekî ku di şiîra xwe de jî dibêje, bi tena serê xwe dikeve rê. Xwe ji însanan, ji heywan û cinawirên çiyê diparêze, bi şev li ser gulîyên daran radizê, çiloyê daran li xwe dipêçe. Axir birçî, tî, di halekî perîşan de xwe digihîne Mêrdînê. Lê êdî ji hal de ketiye, nexweş û perîşan e:

Gihame Mêrdîn ketim nexweşî
Can û dilê min tahlî dinoşî

Du meh li ser hev li wir dimame
Li raserî min toz û xumam e

Piştî ku du meh li Mêrdînê di nexweşxaneyê de tedawî dibe, derbasî Binxetê dibe. Li Amudê, wekî zarokekî bêkes û bêxwedî li ber hinek malan wekî destirme dimîne. Lê bêhtir ji rojên Sêraçurê zehmetîyê dikişîne. Ji bo xatirê gezek nanê hişk di karên gelek giran de dixebite, lêdanê dixwe, heqaretê dibîne. Êdî nikare li ber xwe bide, dîsa direve Serxetê, li gundê Nisêbînê, Weysîkê dest bi şivantîyê dike. Ev gund niha bûye taxa bajarê Nisêbînê, bi Tirkî navê wê “Fırat Mahallesi” danîne. Ehmed du sal li Weysîkê şivantîyê dike, di dema şivantîyê de jî gelek zehmetî dikişîne.

Dema ku li Weysîkê şivantîyê dike, di sala 1937an de rojekê rastî Cemîlê Seydayê Licî tê. (Cemîlê Seyda û Şêx Evdirehîmê birayê Şêx Seîdî û çend hevalên xwe di havîna 1937an de ji bo ku herin hawara birayên xwe yên kurd ên Dêrsimê, li deşta Bismilê bi artêşa tirkan re dikevin şer, hemî şehîd dibin.) Ehmed ji Cemîlê Seyda re behsa xwe dike ku kî ye, ji kîderê ye, çi zehmetî kişandine. Dûre ji Cemîlê Seyda dipirse ku dê çawa ji vî halî xilas bibe. Li ser vê yekê Cemîlê Seyda dibêje tu encax bi xwendinê dikarî halê xwe baş bikî. Û Ehmedî dişîne gundê Qamişlo, Xiznayê ber Şêx Ehmedê Xiznewî ku nasê Cemîlê Seyda ye. Mela Ehmedê Palo di şiîra xwe de viya wisa dibêje:

Ketî dilê min herim bixwînim
Kula dilê xwe de ez hilînim.

Diçe ber Şêx Ehmedê Xiznewî, silavên Cemîlê Seyda jê re dibêje. Şêx Ehmed esil û feslê wî, welatê wî jê dipirse, Ehmed jî dibêje ez ji Paloyê me. Li ser vê Şêx Ehmed dibêje Navê min jî Ehmed e, ji bo ku navên me tevlihev nebin, ji vir pê ve bila navê te Ehmedê Palo be. A ji wê rojê vir de li Kurdistana Rojavayê bi navên Ehmedê Palo, Mela Ehmedê Palo”, “Mele Palo yan jî tenê Palo tê nasîn. Piştî ku Şêx Ehmedê Xiznewî wî li medreseya xwe qebûl dike, gelek bi eşq û hewes dest bi xwendinê dike. Piştî feqîtiya heft-heşt salan îcaze digre û li gundê Amudê, Eslo dest bi melatîyê dike. Li vî gundî salekê melatîyê dike.

Ji ber ku li medreseyên Kurdistanê ji alîyê hînkirina zimanî ve perwerdeyeka baş tê dayin lewre Mela Ehmed jî li medreseyê gelekî baş Erebî û Farisî jî fêr dibe. Kirdî (Kurdîya Zazakî) jixwe zimanê dayika wî ye, ji ber ku li medreseyên kurdan ji mêj ve perwerde bi Kurmancî ye, lewre Mela Ehmed gelek baş Kurmancî fêr dibe, herwisa di nav têkilîyên siyasî de Kurdîya Soranî jî qismen fêr dibe.

Dema ku li Weysîkê şivantîyê dike wisa bi dizîka ji keçikeka bi navê Medîne hez kiriye. Piştî ku xwendina xwe temam dike û dibe mela, rojekê vedigere Serxetê diçe Weysîkê. Medîneya ku bi veşarî jê hez kiriye û ji bîr nekiriye, ji bavê wê dixwaze. Bi çi kul û halî keçikê digre, di 10ê Îlona 1946an de bi Medîneyê re dizewice û dîsa diçe Binxetê. Medîne ji Nisêbînê, yanî ji gundê Weysîkê ku niha jê re dibêjin Taxa Firatê keça Ferhanê Dewrêş (Ferhan Doğan) e. Mela Ehmedê Palo di şiîra xwe de wisa behsa zewaca xwe dike:

Çûme Wêsîkê ketî dilê min
Da xuya bin bax û gulê min

Nûşokê dênim bibim xwedî mal
Bo xwe vejînim newroz û sersal

Dewra ku Mela Ehmedê Palo feqîtî dike, rojavayê Kurdistanê dergûşa pêşdeçûna zimanê Kurdî û edebiyata modern a Kurdî ye. Piranîya roşinbîrên Kurdan li rojavayê Kurdistanê, li Şamê yan jî Beyrudê kom bûne, alfabeya Kurdî ya Latînî tesbît bûye, Celadet Alî Bedirxanî dest bi weşandina kovara Hawarê kiriye. Navê nivîskar û şairên kurd ên mîna Celadet Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Cîgerxwîn, Qedrîcan, Nûredîn Zaza û Osman Sebrî ketiye ser zimanan, berhemên wan di nav gel de belav bûne. Tam di demeka wisa de, li rojavayê Kurdistanê ku şiûra kurdîtîyê di dereceyeka bilind de bû, Mela Ehmedê Palo di medreseyên ku wekî unîversîteyên kurdan tên zanîn de perwerde dibe. Di vê demê de fikrê wî yê polîtîk şekil digre û dest bi nivîsandina şiîran dike. Mîna ferdê miletekî bindest ku welatê wî hatiye parçekirin û miletên serdest di nav xwe de parve kirine; helbet naveroka şiîrên wî jî li ser welatparêzîyê ye.

Mela Ehmedê Palo duwazdeh sal li gundê Amudê, Xirbê Hisê û heft sal jî dîsa li gundê Amudê, Bela Begara melatiyê dike. Di şiîrên wî de wisa derbas dibe:

Tu çend salan li vî gundî dimayî ber melatî da
Nedî xweşî, nedî rindî, çilo dirbaz dikî jînê

Di pevçûn û di bindarî, di bêqedr û di bêkarî
Kişandî derd û sersarî, dirakî war û hêlînê

Di şiîreka din de jî wisa behs dike:

Bela Begara, Hisî wêdatir
Li cem nedîtim wijdan û xatir

Heft sala tê da kirim melatî
Mîna neyaran bo min dihatî

Herwekî ku ji şiîrên wî jî dixuye, ji ber ku bi fikrê roşinbîrî û şiûra Kurdênayetîyê pêş ve çûye, di navbera wî û civaka edetî de nakokî çêbûne. Herwisa ew li wan deran yekî xerîb e, bêkesûkar e. Lewre li pêş civakeka nezan û korfam tenê ye, tehda û cefayên mezin dikişîne.

Li van her du gundan heft heb zarokên wî têne dinyayê. Zarokên wî, ji yê mezin bi yê piçûk ve Mehemed Burhan, Hedîye, Evdilezîz, Hebîbe, Elîf, Heme Seîd û Rêzan in.

Mela Ehmedê Palo jî eynî wekî Cîgerxwîn û şairên din ên kurdan ji ber fikrên xwe yên roşinbîrane hem ji alîyê rejîma despot a Sûrîyeyê hem ji alîyê dezgeyên kevinperest ên mîna şêxayetî û axayetîyê û hem jî ji alîyê tebeqeya cahil a gel ve gelek tehdayê dibîne. Dewlet wî bi kurdayetîyê sûcdar dike, ji ber ku stûyê xwe li ber şêx û axayan danayne û fikrê wan bi hev nagrin rastî tehdayê tê. Êdî nikare li ber tehdaya dewlet, şêx û axayan, bi taybetî jî li ber tehdaya tebeqeya cahil a gelê ku xwedîyê ruhekî murîdane ye de li ber xwe bide, dev ji melatîyê berdide û zarokên xwe digre, bar dike, diçe navenda Amudê. Demekê li wir dijîn, lê şertên jîyanê wan ber bi Qamişloyê ve tehn didin. Li gundê Qamişloyê, Cirnikê karê nobedarîya sîloyên genimî dike.

Ji ber ku li ser zimanê Kurdî dixebite, berhemên edebî diafirîne lewre ji alîyê dewleta faşîst a nijadperest a Sûrîyeyê ve tim di bin tehdayê de ye. Dewlet dest datîne ser destnivîsên wî û paş ve lê venagerîne. Carekê, dema ku bi daktîloyê dinivîse, diavêjin ser, bi daktîloyê ve nivîsên wî jî digirin dibin, wî jî digirin bin çav û îşkenceyê pê dikin. Bi taybetî berpirsiyarê Cizîrê yê muxaberata rejima Sûrîyeyê, Hîkmet Nînî tim wî dide tehqîbkirin, tehda pê dike. Carekê di sala 1984an de dema ku bi nivîsandinê re mijûl e, dîsa hêzên dewletê diavêjin ser, hingê tansîyona wî radibe û xwîn werdigere mejiyê wî. Heft salên xwe yên dawîya jiyana xwe wisa bi nexweşîyê derbas dike. Nêzîkî mirina xwe carekê li erdê dikeve, destekî wî û hestiyê bazinê stûyê wî dişikê. Welhasil, roja 9ê gulana 1991ê li gundê Qamişlo, Cirnikê piştî 71 salên bi derd û kul û ezîyet bihurîne, çavên xwe cara dawîyê digre. Li gundê nêzîkî Cirnikê, li goristana Mehmeqîya tê definkirin.

Mela Ehmedê Palo teqrîben di duwazdesalîya xwe de terka gundê xwe Sêraçurê kiriye û careka din venegeriyaye. Tenê di sala 1946an de carekê tê Serxetê, diçe li gundê Nisêbînê Weysîkê bi Medîneyê re dizewice. Jina xwe digire û dîsa diçe Binxetê, heta mirina xwe jî dernakeve derveyî sînorên dewleta Sûrîyeyê. Qismek zarokên wî li Xirbê Hisê qismek jî li Bela Begara têne dinyayê. Niha paşnavê zarokên wî “Palo” ye, zarokên wî hemî dizanin ku eslê wan ji kurdên zaza ye, lê Kurdîya Zazakî nizanin.

Berhemên Mela Ehmedê Palo yên ku wek kitêb weşiyane ev in:

  1. Dewr û Gera Kurdistanê (şiîr), Şam 1994, Stenbol 2018.
  2. Şahnameya Kurdan: Civîna Nemiran (cild I-II), Stenbol 2022.

3- Rêzmanê Kurdî (gramer), Şam 2000.

Destnivîsên Mela Ehmedê Palo yên ku hîn neweşiyane jî ev in:

1- Bîr û Bawerî (şiîr).

2- Baxê Evînê (şiîr).

3- Baxê Niştimanî (şiîr).

4- Pehlewî û Civîndarî (şiîr).

5- Birîna Niştimanî (şiîr).

6- Ferhenga Tirkî-Kurdî.

7- Ferhenga Erebî-Kurdî.

Bêyî van berheman û destnivîsên wî yên ku rejîma Sûrîyeyê dest danîne ser, berhemeka wî ya din a muhîm jî wergera berhema Ferîddudîn Ettarî Cewahîrname ye ku bi navê “Pendên Ettar” wergerandiye ser Kurmancî. Kasî Yûsiv jî di nivîsa xwe ya ku ji bo salvegera 24. a mirina Mela Ehmedê Palo nivîsiye û di hejmara 37. a kovara Pênûsa Nû weşandiye de behsa vê berhemê dike. Çi heyf ku rejima dewleta Sûrîyeyê dest daniye ser vê berhemê û careka din lê venegerandiye. Berhemên wî, destnivîsên wî niha li ber destê layê wî Rêzanî ne.

Mela Ehmedê Palo şiîrên xwe li gorî qaydeyên şiîra edetî ya kurdan, yanî bi terza klasîk, li gorî wezna heceyê nivîsîne. Ji vî alîyî ve şairekî gelek serketî ye. Rêzên wî gelek saxlem, ji alîyê mehnayê ve kûr in. Ji alîyê edebî ve qabîlîyeta wî ya bikaranîna zimên gelekî xurt e, lewre şaîriya wî bi rastî jî li ser zemîneke saxlem rûniştîye. Lê mehlûmatên ku di helbestên xwe de dide, helbet li gorî xwezayîya şaîrtîyê, şaîrane yanî romantîk in.

mela-ehmede-palo-1920-1991.jpg

Mela Ehmedê Palo (1920-1991)

Bu haber toplam 24 defa okunmuştur
HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.